Navê min Salihê Nehsalî ye, gundê me dikeve rojhilatê Kobaniyê. Dema DAIŞ êrîşî gundê me kir, kes li gund nema; bavê min ji diya min re got hûn jî bi aliyê sînor ve herin bila Salih li cem min bimîne. Bavê min, temenê wî nêzî heşteyî e. Wî her tim nimêja xwe li mizgeftê dikir; wexta xwe bi zikir û bi xwendina quranê derbas dikir.
Dengê çekan ji nav gund dihat, ji tirsan çongê min dilerizîn, min nexwest bala min biçe ser tirsa min. Min bi tiliya xwe li ser axê xêz dikir û bi vinevina melodiyekê di ber xwe de distira. Carekê min dît ez û bavê xwe em di nav tozê de man. Otombîleke spî li ber me sekînî. Gelek kes ji otombîlê peyabûn, bi kincên reş û dora devê wan girtî… Yek ji wan bi lez hat û bi hêl destê xwe da sînga bavê min. Himîniya parsiyan di guhê min de mîna zingîniyekê viz bû û got hemû gundî çûne ser sînor hew tenê tu li gund mayî. Li benda bersivê nesekinî û bi carekê mîna hovekî bi riyê bavê min ê dirêj girt û kaş kir, ew riyê bavê min ê dirêj her ku ez û birayê xwe li dora wî kom dibûn, me bi tiliyên xwe yên biçûk di nav riyê wî yê dirêj de dipalikand.
Wî çêr kir û lanet li bavê min anî û jê re got, “Tew xwe kiriye sofî jî. Zû bide pêşiya min, em ê we bibin ba emîr ka wê çi di derheqê we de bibêje.”
Em li paşiya otombîlê siwar kirin û piçekî em li nav gund gerandin. Min çavê xwe li her derê digerand, tu kes li gund nemabû ji bilî min û bavê min. Dema em gihîştin cem emîr, çavê min li dînê gundê me ket, li ber wan digeriya û lava dikir ji bû çixareyekê. Ji ber ku li cem DAIŞ’ê çixare qedexe bû; nizanim qedexeya çixareyê ji bo hemûyan bû an tenê ji bo gel bû. Li cem emîr em dan erdê û emîr navê me pirsî. Bavê min bersiv da.
Min tim li paş xwe, li dînê gund dinihêrî. Nizanim ku emîr çi dipirsî û digot. Bi carekê bi milê min girtin û ez rakirim. Got hûn ê bi me re li nav gund bigerin û careke din em li nav gund gerandin. Roja din min li pişt gund dinihêrî, kaymonên bar ji gund derdiketin. Bi kêfa dilê xwe malên gundiyan didizîn.
Bi şev me dengê leşkeran li ber malê bihîst. Bavê min hêz da xwe û di pencereyê re nihêrî. Yek ji wan qîriya û got nenihêre qewad.
Bavê min got ev naletî pezê me didizin, divê em îşev ji gund derkevin, xwedê dizane wê sibê çi bi me bikin. Demeke şevê bavê min ez ji xew şiyar kirim û got Saliho em ê birevin hişyar be. Em derketin. Şev reş bû çavê min li xew bû. Min tiştek nedidît, tenê dimeşiyam û dilikumîm. Bavê min bi destê min girtibû. Bi carekê dengê leşkeran ji nêz ve hat û em rawestiyan. Wan da pêşiya me û çûn di şevreşê de em nedîtin. Me hêz da xwe û bi rê ketin.
Li gundê ber sînor seyê gund bi me hisiyan û kirine rewerew. Bavê min ez hildam hembêza xwe û bi lez meşiya. Ji min re digot netirse hindik ma em bigihîjin rêya hesinî. (xeta tirênê ya Bakur û Rojava ji hev diqetîne) Me sînor derbas kir. Em li hinek gundiyan rast hatin. Bavê min bi kelegirî bû, mîna zarokekî winda bibe û çav li xwediyan bikeve. Ji nişkê ve ban kir û got looo Hemoo Hecîîî, Îboo lawooo tiştek li gund nema, nema, gişkî hatin dizîn û giriya!
Navê min Salihê Nehsalî ye. Ez li wir bûm. Min hemû çîrok li wir hiştin; çîrokên ku dê û bavê min ji min re gotibûn… Lîstikeke me hebû. Her şev min û birayê xwe me dilîst; ew jî li wir ma, ew li wir û ez li vir…
*Ev nivîs ji rastiyekê hatiye nivîsîn.