Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
Wîkîferheng
Lêgerîn

mezin

Ji Wîkîferheng
 Binêre herwiha:mêzînûmêzin

Kurmancî

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
PozîtîvKomparatîvSûperlatîv
mezinmezintirherî mezin (merkezî)
tewrî mezin (rojavayî)
mezintirîn (soranîzm)
Fîlmezin in ûmişkbiçûk in.

mezin

  1. gir,girs,zexm, nebiçûk
    Fîl heywanênmezin in.
  2. berfireh yanbilind
    Behrekemezin.
    Xaniyekîmezin.
  3. bitemen, bitemenê xwezêdetir
    Birayêmezin û birayê biçûk.
  4. giring,muhim,tesîrker,bibandor,zîrek,jêhatî
    Qezayekemezin.
    Zanayênmezin.
  5. dilovan,birehim,dilnerm,hestiyar,dilnazik
    Ya Xudê tu yêmezinî, li min bibore.
    Qurban tu yêmezinî li min bibore.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
    Xêrekîmezin ji bo hasil dibî
    Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber
     — (Mela Hisênê Bateyî:Mewlûd)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Jiproto-hindûewropî*méǵh₂s.

Hevreha belûçîمزن(mezen, muzen),farisiya navînmes/meh,farisîمه‎(meh - bi maneya "mezin" êdî nemaye), avestayî𐬨𐬀𐬰𐬀𐬵‎(mezeh),sanskrîtîमहा(mahā) (mahā́),ermenîմեծ(mec) (mêç) hîtîtî𒈨𒂊𒅅𒆠𒅖(mêkkis,gelek,pirr),yûnaniya kevnμέγας(mégas,mezin), latînîmagnus(mezin) ûmactus(hêja,bihagiran), îtalî/portugalî/spanîmagno,îngilîzîmuch (bixwîne: maç "gelek, pirr"),swêdîmycket ("gelek, pirr"), danmarkîmeget ("gelek, pirr"), albanîmadh...

Di kurdî de paşgira-in lê hatiye zêdekirin lê formames-/mez- jî dimestir/meztir ûmestirîn /meztirîn de hê maye. Guhartoya bi paşgira-in di zimanên din ên îranî de ji bo dêwan anku bûnewerên mîtolojîk ên mezin tê karanîn; binêreavestayî𐬨𐬀𐬰𐬀𐬌𐬥𐬌𐬌𐬀(mezeyniye,mezin, dêw, bûnewerên mezin),farisîمازنی(mazenî) û navêMazenderan jiمازن(mazen,mezin, dêw) +در(der,derî) +-an.

Bo guherîna *ǵ ya proto-hindûewropî bi Z di zimanên îranî de, bidin ber peyvazanîn,zer.

Bo guherîna wateya peyvan di navbera "mezin" û "gelek" de bidin ber tirkîçok(gelek, pir) û oyxurîچوڭ(chong,mezin).

Di nav zaravayên kurdî de peyv tenê di kurmancî de maye. Hin caran ew di soraniya nivîskî de tê dîtin lê ew ji kurmancî hatiye neqilkirin wek çawa kuhevwateya wê ya soranîgewre jî neqlî kurmanciya nivîskî bûye. Di nav zimanên îranî de ji bilî kurmancî herwiha di belûçî de jî maye lê wek din ji zimanên din ketiye.

Bi forma xwe ya yûnanî wekmega- ketiye piraniya zimanan û zimanê kurdî jî. Bo nimûne:megaloman,megatrend...

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003):Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî,Yale University Press, r. 379.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 632
  • Etymonline.Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî):http://starling.rinet.ru/

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Navdêr

[biguhêre]
Tewandinamezin   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
RewşMê (yj.)Nêr (yj.)Mê û nêr (pj.)
Navkîmezinmezinmezin
Îzafemezinamezinêmezinên
Çemandîmezinêmezinîmezinan
Nîşandera çemandîmezinêmezinîwanmezinan
Bangkirinmezinêmezinomezinino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
RewşMê (yj.)Nêr (yj.)Mê û nêr (pj.)
Navkîmezinekmezinekmezinin
Îzafemezinekemezinekîmezinine
Çemandîmezinekêmezinekîmezininan

mezin m yannli gorî maneyê

  1. danemir,baliq,gihiştî,reşîd,
    êdînezarok,
    kesên kuêdî nezarok in,
    kesên ku bûne 18-salî yanzêdetir:
    Bilêtên bomezinan bi 10 dolaran û bilêtên bo zarokan bi 5 dolaran in.
  2. pîr,rîspî:
    Mezinên gundî.
  3. giregir,serok,birêveber:
    Mezinên kurdan divê yekîtiya neteweyî ava bikin.
  4. bavûkal,bavûbapîr:

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Mirovên 18-salî yan zêdetir (1)
Ji "https://ku.wiktionary.org/w/index.php?title=mezin&oldid=6104095" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp