Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
Wîkîferheng
Lêgerîn

kirin

Ji Wîkîferhengê
 Binêre herwiha:kirîn

Kurmancî

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
kirin(gerguhêz)  
Rehê dema niha: -k-
RP.
Niha
ezdikim
tudikî
ewdike
em, hûn, ewdikin
FermanîYekjimarbike
Pirjimarbikin
Rehê dema borî: -kir-
RP.
Boriya
sade
minkir
tekir
wê/wîkir
me,we,wankir
Formên din:Tewandin:kirin
Kesek kardike. Peyvênkar ûkirinhevreh in.

kirinlêkera xwerû, gerguhêz,k-ya nerm

  1. bi cih anîn,pêk anîn,encam dan
    Tu çidikî?
    Bikin! –Neke! –Meke!
    Min hemû ev karkiriye.
  2. niyet hebûn,li ber bûn,biniyet bûn,hewl dan,armanc bûn
    Mindikir bipirsim lê ez newêriyam.
  3. nêzîk bûn,kêm man ku tiştekbiqewime
    Ji qehrandike xwe bikuje.
  4. lîstin,pê vemijûl bûn
    Ez futbolêdikim.Ez futbolê dilîzim.
  5. zewicîn,mêr kirin,şû kirin,jin anîn, wekhevserqebûl kirin
    Ez bêmêr bimirim jî, ez tenakim.
  6. gan kirin,seks kirin
  7. xwestin
    • Kir ku ji avê derbas bibe. — (Mela Mûsayê HekarîAmadekar: Hêmin OmerDurrû’l Mecalîs2022 ["1857"], r. 116)
  8. weklêkereke sivik bo çêkirinalêkerên jinavdêr ûrengdêran

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

[biguhêre]

Agadarî Agadarî: Gelek peyv bi alîkariyalêkera sivik ya "kirin" tên çêkirin loma rêzkirina hemûyan li vir ne mimkin e. Bnr.Lêkerên li gel "kirin" (pêkhatî) û:

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranîکردن(kirdin), kurdiya başûrîkirdin, lekîkirdin, goranî/hewramîkerdey, zazakîkerdene, farisîکردن(kerden), tacikîкардан(kardan), partî𐭪𐭫𐭲(kirt), pehlewî𐭪𐭫𐭲(kirt), avestayî𐬐𐬆𐬭𐬆𐬙𐬀(kərəta,kirî) û𐬐𐬆𐬭𐬆𐬥𐬀𐬊𐬌𐬙𐬌‎(kərənaoiti,ew dike), hexamenişî𐎠𐎤𐎢𐎫𐎠(a-ku-u-t-a /akutā/,wî kir), sanskrîtîकृणोति(kṛṇóti) ûकरोति(karóti), hindîकरना(kerna), ûrdûyîکرنا(kerna), hîtîtî𒆪𒂊𒅕𒋫(ku-e-er-ta,kir) û𒆪𒅕𒈪(ku-er-mi,dikim), lîtwanîkùrti(kirin, çêkirin, ava kirin) ûkerė́ti(sihr kirin), rûsîча́ры(čáry,sihrkirin). hemû jiproto-hindûewropî*kʷer-(kirin,çêkirin,ava kirin).

Ji heman rehî herwiha peyvakar û paşgirên-kar,-ker,-gar,-ger (-ger wek bo nimûne di peyvaasinger,hesinger de).

Peyv ji zimanekîhindûîranî ketiye hinek zimanênûralî jî, bo nimûne: ûdmûrtîкарыны(karyny) û komî-permyakîкерны(kerny).

Wek paşgirên-kâr,-ker,-gâr ketiye tirkî û gelek zimanên din jî yêntirkîkî, bo nimûne di van peyvên tirkî de:muhafazakâr,peyker,rüzgâr û bi dehan an bi sedan peyvên din.

Çavkanî:
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007
  • Chyet, Michael L. (2003):Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî,Yale University Press.
  • Derksen, Rick:Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên mîrasî yên slavî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston: Brill 2008.
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • Lubotsky, Alexander.Indo-Aryan inherited lexicon.University of Leiden.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997):Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
bi cih anîn, encam dan, çêkirin (1)

Navdêr

[biguhêre]
Tewandinakirin  
Zayenda mê ya binavkirî
RewşYekjimarPirjimar
Navkîkirinkirin
Îzafekirinakirinên
Çemandîkirinêkirinan
Nîşandera çemandîkirinêwankirinan
Bangkirinkirinêkirinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
RewşYekjimarPirjimar
Navkîkirinekkirinin
Îzafekirinekekirinine
Çemandîkirinekêkirininan

kirin

  1. kar,kiryar,emel,fêl,fealiyet,xebat,şol,encamdan,bicihanîn,çêkirin
    Kirina wî karî ne hêsan e.
    Divê mirov jikirinê netirse.

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Li jortirbinêrin.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ji "https://ku.wiktionary.org/w/index.php?title=kirin&oldid=6075292" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp