Dema ez di girtîxaneyê de bûm jî gundiyek anîn. Jê re gotin, te çi kiriye? Bersiv neda. Kuro bibêje, te çi kiriye? Nabêje. Çar mehan di girtîxanê de ma, ji tirsan bi kurdîneaxivî. Digot qey di girtîxaneyê de jî bi kurdîbiaxive, dê ceza lê bibirin. Êdî nikare ji girtîxaneyê derê. Ji tirsan, ew meriv çar mehan bi kesî reneaxivî. Hîn jî bişirandina yê duh li pêş çavên min e. — (Xurşîd Mîrzengî, Belqitî, Nûbihar, 2015, r. 105, ISBN 9786055053734)
Gelek caran bi xeletî peyva "axaftin" (rehê dema niha "-axêv-") li cihê "axiftin / axivîn" (rehê dema niha "-axiv-") tê bikaranîn. Lê di rastiyê de "axiftin" bi xwe "qise kirin, xeber dan, suhbet kirin" e. Herçi "axaftin" e, ewhevwateya "axivandin"ê ye (wek kuguhartin neguherîn e lêguherandin e). "Axaftin" tê maneya #dan axiftin, axivandina kesekî din, hewldan bo ku kesek din biaxive", bi taybetî pirsîn daku kesek din bersivê bide: "Divê dêbab zarokên xwe biaxÊvin daku zarok hîn bibin biaxIvin."
Rastnivîsîn: Hin caran di nivîsan de forma "axivtin" li cihê "axiftin" tê dîtin ji ber kurehê dema niha "-axiv-" e anku bi V ye, ne bi F ye. Lê di kurdî û piraniya zimanan de, gava ku T tê pey V, V dibe F: heft (lê hevde), ke(f)tin (lê "dikeve"), şkeft (ne *şkevt), mizgeft (ne *mizgevt). Bi heman awayî îngilîzî "leave > left", ne *levt. Dengên din jî yênbilerz li berî T dibinbêlerz: "dilîzim > lîstin, nekuje > kuştin"... Loma forma rast "axiftin" e, ne *axivtin.
Berbelavî: Peyva "axiftin" û formên wê yên wek "axivîn" û "axaftin" van salan bi rêya medyayê ketine ser devê gelek kurmancan û heta wek "axawtin" derbasî soranî jî bûye. Lê bi xwemalî ew peyveka kurmanciya rojhilatî ye (Behdînan, Hekariyan û derdorên wan), li deverên din nedihat bikaranîn yan nemabû. Li cihê wê "qise kirin,xeber dan,şor kirin" yên ji erebî li gel "kirin / dan" ya kurdî li gelek deveran serdest e/bû.