Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
Wîkîferheng
Lêgerîn

-a

Ji Wîkîferhengê
 Binêre herwiha:a,A,Α,a-, û-a-

Kurmancî

[biguhêre]

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgirek e bo peyvênyekjimar yênzayendmê dema nomînek (cînavek / navdêrek / rengdêrek) diyarker li dû wê peyvê bêt.
    keça wê, jina Elî, pirtûka kevn, guleka sor, dareka stûr
  2. Dikeve dû hin peyvan û maneya "wê..., ya ku" didiyê.
    cara,dema,bîska,gava, kêlîka,sala,wextaDema ez şiyar bûm, ew hinda bûbû (Wê demê, ya ku ez şiyar bûm, ew hinda bûbû).
  3. Di zimanê devkî de paşgirapirrjimariyê ye dema peyvserbixwe be (ango ti nomîn li dû wê neyên).
    Hevmane:-an
    Du pirtûka bîne lê pênûsa li wir bihêle.Du pirtûkan bîne lê pênûsan li wir bihêle.
  4. Di zimanê devkî de paşgira pirrjimariyê ya dikeve pey cînavên diyarker dema ew li pêş peyvên pirrjimar yên tewandî bin.
    Hevmane:-an
    eva sêva yanva sêva (van sêvan),ewa xoxa yanwa xoxa (wan xoxan).
  5. Di hin devokan de dikeve dû peyvazayendmê ya li pey cînava "ev".
    Ev pirtûka xweş e (Ev pirtûk xweş e). Li gor hin devokan heman riste dikare wiha jî bêt got:Ev pirtûke xweş e / Ev pirtûka han xweş e / Ev pirtûka ha xweş e / Ev pirtûka he xweş e / Ev pirtûka hanê xweş e / Ev pirtûka henê xweş e.
  6. Paşgirek e hin peyvên nû pê hatine çêkirin ku maneya "ya / yê (pirr baş) tiştekî dizane" dide.
    beza, fehma, xwenda, zana,... Bo maneya van peyvan, di ferhengê de li wan bigerre.
  7. Pê hinnavênjinan ji yênzelaman tên çêkirin.
    FehîmFehîma,HisênHisna,KerîmKerîma û hwd

Bide ber

[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
 Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]

Esperantoyî

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA:/a/
  • Kîtekirin: a

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgira rengdêrkirinê ye.
    belaxweş
    bonabaş
    longadirêj
    samaheman

Îngilîzî

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]

Paşgir

[biguhêre]

-a

  1. Paşgiregeke ingilîzî ye ku bi peyvênesil-latînî re tê bikaranîn û bi giştî pirjimariya van herdû paşgiran çêdike.
  1. Paşgireke ingilîzî ye ku ji latînî hatiye û made an jî bûjenan dike.

oksîdmagnesia

  • paşgirek e ku şûna paşgira-er ya fermî digire

• "me fatha was a corka burna doon the shipyard — “My father was a corker burner at the shipyard.”

Ji "https://ku.wiktionary.org/w/index.php?title=-a&oldid=6073652" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriya veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp