Bi xêr hatîWîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad ya onlayn e. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, xerîb - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavêhejmaramadeyan1.004.767 e.
Wîkîferheng wekî projeyeke temamker aWîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên din e. Meqseda me ne tenê qeydkirina maneya peyvan e, tevî maneya peyvangramer,etîmolojî,telafûz,varyant,hevmane,dijmane, peyvên nêzîk, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne ûnimûneyan hatine xemilandin da ku famkirina wê hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.
Ev ferheng bi kurmancî ye feqet tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya sereke ya ferhengê kurdiya latînî ye, lê kurdiya bi alfabeya aramî / erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpeleke vê ferhengê de ji qismê jor karî opsiyonên "tîpênlatînî" an jî "tîpênerebî" bibijêrî.
Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwîner bi xwe (bêyî qeydbûnê) karin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji qismêAlîkariyê,Nivîsînê bixwînin.
Zimanê kurdî, zimanek ji şaxazimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê liKurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniyakurdan ev ziman e.