Zelam dibiyolojiyê de bi ramanakesê pêgehiştî anko balix e. Di vê ramanê de peyva zelam li beranberî peyvazaro dihê. Ev peyv di kurdiyê de hêşta ji bo navkirinajînewerên pêgehiştî yên dî, mînalawiran ûgiyayan nehatiye xebitandin.
Zelam têgihek e ku di zimanê kurdî de gelek ramanên cuda lê ji hev nêzîk digehîne. Li hindek deverên Kurdistanê zelam li beranberîbiçûk dihê. Bi vê ramanê êdî ramanakesê pêgehiştî bi diristî îfade nake.
Zelamînî bi ramana beranberîzarotiyê li gelek war û biyavên cudacuda yên mînabiyolojî,qanûn,riftar û pêgehê civakî ve dihê diyarkirin. Hindek caran reng e kesek ji aliyê biyolojiyê ve zelam be lê li goreyê riftar û rewiştê xwe ve her mîna zaroyan ma be. Ji ber hindê pênasekirina vê têgihê hindekî tevlihev û gengeşebar e.