Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Zanîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çavkaniya vê gotarêtine ye. Ji bopêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe reçavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin ûjêbirin.
Çavkaniyê lê bigere: "Zanîn" – pirtûk ·zanyar ·archive.org ·nûçe ·wêne
(adar 2024)

Zanîn wekî karnav biramana hemî wan tiştan e yên ko hatine zanîn û mirov pêhesyaye. Di vê ramana berfireh dazanist ûfelsefe jî dibin parek ji zanînê. Pênasekirina zanînê ne karekê wesa sanahî ye û yek ji babetên gelek gengeşebar yên felsefeyê ye. Pênaseya kevn a peyva zanînê ew e yaEflatûnî û dibêjit ko ji bo destenerbûna zanînê dibê sê saloxet hebin: heraxivtinek hingî pişkek ji zanînê ye ko bihêtberhozandin,rast bit û bibitbawerî. Hindek kes hene ko dibêjin ev sê saloxet tenê têra hindê nakin ko gotinek bibit zanîn. Pênaseyên berdêl hene:Robert Nozick dibêjit ko zanînli pey rastiyê ye,Simon Blackburn dibêjit ko nabit desteberbûna van saloxetan bi rêyên şaş bihên kirin,Richard Kirkham pêdivî dibînit ko belgeyên bawerî ya axivtinkerî dibê bi rêyamentiqî rastî ya wê baweriyê bikin tiştekê fer û pêdivî.

Wittgenstein bervajî van pênaseyan, piştîhevdijiya Morî, dibêjit ko mirov dikarit bibêjitFilan bawere ko wesa ye, lê wesa nîne., lê mirov nikarit bibêjitFilan kes filan tiştî dizanit, lê wesa nîne.Vîtginiştayn pêve diçit û dibêjit ko ev herdu mînak du rewşên jihevcida yên hizirê nîşa nadin, ew du awayên cida yênaxivtina li ser hindek tiştên wesa ne ko em li ser wan rêkkevtine. Tiştê ko di wan du mînakan da jihev cida ye ne rewşa hizirî ya axivtinkeran, lê coreyê wî karî ye ko ew dikin. Ji bo mînak, dema kesekdizanit ko ava kitrî di kelê daye ramana wê ne ew e ko rewşeka hizirî ya taybet heye. Raman ew e ko ew dibê bi wê gotinê karekî derheqa wê kelîna kitrî da bikit. Vîtginiştaynî bizav kir ko bi rêya lêkolîna li ser bikaranînazanînê di zimanê xweriskî da xwe ji pênasekirina zanînê bidit paş. Wî zanîn wekî rewşekawekheviya malbatî didît.

Jiber ko her zanînekçemik ûtêgehan bi xwe ve digirit û bi rêyazaravan ankoterman dihêt derbirîn, hevbendî û hevhavildarî ya ziman û zanînê jibo pênasekirinê tiştekê gelek pêdivî û bingehîn e. Li vê dawiyê jîJonathan Hey ev bi başî berçav kirîye.

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Zanîn&oldid=1838601" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp