Dame Zaha Mohammad Hadid, (bi erebî: زها حديد,Zahā Ḥadīd,Zeha Hedîd; jdb. 31 çiriya pêşîn 1950 – m. 31 adar 2016) mîmar, hunermend û sêwiranereke brîtanî-iraqî bû ku di dawiya sedsala 20an û destpêka sedsala 21an de wekî kesayetiyek sereke di beşa mîmariyê de hate naskirin. Hedîd liBexdayê (Iraq) ji dayik bû[1], lîsansê matematîkê wergirt û paşê xwe li Dibistana Mîmarî ya Komeleya Mîmarî di sala 1972an de tomar kir. Hadîd ji bona "ji nû ve vekolîna ceribandinên şikestî û neceribandiniyên Modernîzmê [...],“ wênesaziyê wekî amûrek sêwiranê ûabstrakasyon wekî prensîpek lêkolînê bikardianî ku qadên nû yên avahîsaziyê derxîne holê.[2]
Hadîd jina yekem bû ku di sala 2004 deXelata Mîmarî ya Pritzker wergirt.[8] Wê di sala 2010 û 2011 de xelata mîmarî ya herî bi prestîj a Keyaniya Yekbûyî, Xelata Stirling, wergirt. Di 2012 de, ew ji hêla qralîçe Elizabeth II ve ji bo karûbarên mîmariyê sernavê „Dame“ wergirt û di Sibata 2016 de, meha beriya mirina wê[9], bû jina yekem ku jiEnstîtuya Qiraliyetê ya Mîmarên Brîtanî hat xelatkirin.[10]
^Serrazanetti, Francesca; Schubert, Matteo, edîtor (2011).Zaha Hadid: Inspiration and Process in Architecture. China:Moleskine. r. 56.ISBN9788866130048.Technology's rapid development and our ever-changing lifestyles created a fundamentally new and exhilarating backdrop for building, and in this new world context I felt we must reinvestigate the aborted and untested experiments of Modernism – not to resurrect them, but to unveil new fields of building.