Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst (kurtenav:YKSS, bi rûsî:Союз Советских Социалистических Республик,lat.Soyuz Sovyetskix Sotsyalistiçeskix Ryespublik, kurtenav bi rûsî:СССР,lat.SSSR) dûgelekeSosyalîsta federasyonê ji gelek neteweyan pêk dihat û liewropaya Rojhelat,Qafqasya,Asyaya Navîn ûAsyaya Bakur dimabû. Ew piştî şoreşaBolşewîkan a çiriya pêşîn a1917 re, di30ê kanûna pêşîn a 1922an de hatibû saz kirin û di26ê kanûna pêşîn a 1991ê de belavbûbû. Ew belavbû şunda wek pêmavan Federasyona Komarên Civakparêz ên Rûsyayê hat saz kirin û ew ji pê re jî ew hat çerxa Federasyona Rûsyayê kirin.
Ew mafên netewî yên YKSS derbazî Federasyona Rûsyayê bû û ew nevnetewî wek dewama YKCS tê ditîn. Rûsyaya îro li berŞoreşa çiriya pêşîn jî hîmiyaYKSS bû û YKSS belav bû şûnda jî Rûsya gorî rûbera xwe sedî 78ên(% 78) YKSS di sînorên xwe de dihewîne.
Sînorên YKSS li ser 22,4 mîlon km² dima û nêzî şeşan yeka (1/6) erdên dinê dima. Ew rojhilat-rojavayî jiDeryaya Reş ûDeryaya Baltîk de hetaOkyanûsa Mezin heta 10.000 km dirêj dibû. Bakur-başûrî nêzî 5.000 km fireh dibû.
Bişoreşa sibatê yê di1917an reÎmperatoriya Rûsî hat hilweşandin. Demeka kêmê ji pê reBolşewîkên di pêşengiyaLenîn de pêŞoreşa çiriya pêşîn reKomara Sovyet ên Rûsyayê îlan kirin. Pê serfiraziyaBolşewîkan re liRûsyayê cenga hundurî derket û wê heta1922 dewam kir û di wê salê de li ser axêÎmperatoriya Rûsî Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst (YKSS) hat saz kirin. Dema şoreşê de YKSS welateka feodalê aboriya xwe bi bingehî li ser cotkariyê bû. Pê YKSS hat saz kirin re li hemû welatê tevgereka, pişesazî û endûstrî kirina li YKSS hat ajotin. Bi vê tevgerê re Rûsya di dinê de gorî aborî û artêşa xwe 20 salan de bû welateke pêşeng. Di wê demê de îdeolojiya dewletê jî bi seferberiyê xwendin û nivisandînê re li xelkê hat belav kirin.
Paş mirinaLenînê di21ê kanûna paşîn a 1924an reYosîf Stalîn hate serokkomariyêYKSS. Stalîn ji1922 de heta wê çaxê sekretarê gelemperiyêPartiya Komûnîstî bû. Stalîn pê derbaza ser kargeriyê bû re li ser welatê avahiya bingehiyê aborî pêk anî û li welatê tevgera endûstrî kirinê bilez kir. Li welatêKolxoz ûSowxoz (herdu jî têne maneyê çewlîg. Sowxoz ji hêla dewletê, Kolxoz ji hêla koperatîvan dihat carî kirin) pêk anîn. Di wê demê de kesên xwediyên zeviyan, yên dewlemend jî dihatin bêrûmet kirin. Liwolgayê,Ûkraynayê kêmiyê xwarinê der ket û bi mîlonan kes ji birçîtiyê de man.
Ji1935an şunda Stalîn dest bi koçandina dijên sîstema komûnîstî kir. Dipaqîjkirina Stalîn'ê(RûsîÇîstkî) navbera salên 1936 û 1940an de terorek li hembera dijberên rejîmê hat didomîn. Di dema wê koç kirinê bizorî de gelek kesên wek hindikeyên etnîk, hatin koça navenda xebatê yên bi navêGulag kirin. Bo wan qurbanên di wê demê de ji jiyana xwe bûnî, qala 20 mîlon kes dikine.
YKSS dişerê cîhanî yê duyem her çiqas, bi nêzî 25 mîlon windayiyên leşker û sivîl ve, dewleta herî pir hevwelatên xwe winda kiribû, ew jê wek lewaz bûbû der ketibû jî, ew wek serfiraz di cengê de derket. Bi dawiya hevalbendiya navbera hevalbendan de hat şikestin û pê şêrê reŞerê Sar dest pê kir.
Di1953an de, ji pê mirinaStalîn re,Nîkîta Krûşçev derbaza serokomariyê bû. Wî di 1956an de di axaftineka xweya sixûrî de fikrên xweyên hemberaStalînîzm eşkera kir û boLîberalîze kirina dewletê daxwaza xwe dazanîn. Lê protestoyên bo reforman liMecaristanê ji hêlaArtêşa Sor gelek sert hat rawestandin.
Di wan deman deŞerê Sar her ku diçû hişk dibû û di1962an de diKrîza Kûbayê de dinê xwe ji Şerekê atomî encax di dawî de xwe parast.Blokên rojhilat û rojava her tim dewama çekdariyê dikir û di vê de bi hev re diketine pêşbaziyê.
Di payîza1957an deYKSS saroxa siftêSputnik 1ê bi kûçikê têdeyî bi navêLaika ve şande ezmên. Di 1961an de jî cara siftê kozmonotêYurî Gagarîn li gerdûnê firiya.
Di1964an deLeonîd Breşnew derbaza şûna Krûşçêv bû. Ew daxwazên reformanê li welatên din wî sert pişde xistin. Azadîxwaza liPragê yê di bihara liÇekoslovakyayê hatî holê bi panzêran hat pişve xistin.
Di1979an de ketinaYKSSyêEfxanistanêyê re şerê navbera YKSS û Efxanistanê dest pê kir. Di wê cengê de Efxanistanê gelek zirar dît û nêzî 1,2 mîlon hevwelatên xwe hatin kuştin. YKSS jî di 1988-1989an de wek bêserfirazî ji wir der ket.
Di 1985Mixaîl Gorbaçow hate serokiya kargeriyê YKSS û dest bi reformên wek Perestroyka (şunda mezrandin) û Glasnost (eşkereyî) dihat zanîn kir.
Di salên 1990an û 1991an de dewletên Yekitiyê de dest bi dazanîna azadiyên xwe kir. Siftêwelatên Baltîk serxwebûna xwe danzanîn. Bi derbeyêBorîs Yeltsîna di tebaxê reYKSS xirab bû dewletan yek bi yek azadiya xwe danzanîn. Bi dawî di8ê kanûna pêşîn a 1991ê de belavbûnaYKSS dawî bû. Ji YKSS 15 dewletên serbixwe der ketin ûRûsyayê wek pêmavanêYKSS mafên wê wek mîrat hilgirtin.
Kurdistana Sor a ku di demaLenîn de hatibû avakirin, di desthilatdariya Stalîn de belaw bû. Kurdên YKSSê ketin desthilatiyaAzerbeycan ûErmenistan, digel vê yekê li Azerbeycanê nasnameya kurdan hat înkarkirin. Li hemberî vê, li Ermenistanê rewşa kurdan û nasnameya wan aêzîdî bi awayeke fermî hat qebûl kirin..[çavkanî hewce ye]
Komara Gel a Mehabadê ku bi navêKomara Kurdistanê jî tê naskirin, yekser piştî şerê cîhanî yê duyem 11 mehan li bakurê rojavayê Farisê hebû. Ev herêm di sala 1945an de di bin parastina Yekîtiya Sovyetê de hatibû avakirin. Dema ku ew parastin ji holê rabû, herêm ji aliyê Îranê ve hat dagirkirin û çîna serdest a li dora SerokQazî Mihemed ji ber xiyaneta mezin bi îdamê hat mehkûmkirin.[1]
YKSS bi sîstema xwe dewletekaFederasyon bû. Ji1956 de heta1991an 15 netewên sosyalîst endama YKSS bûn. Her yek welatê sosyalîst xwediyê paytexta bixwe bû ûMoskova him paytextaKomara Federatîva Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst(KFRSS) bû, him jî paytexta YKSS yê bû û xwediyê statûyeka taybetî bû.
Di hindira wan komaran de hin herêmênKomarên Otonomê Sovyetên Sosyalîst (mînako:Naxçivan),Herêmên Otonom (mînako:Herêma Otonomê Cûyan),Nevçeyên Otonom jî hebûn.