Xeze an jîBajarê Xeze (bi erebî:غزة; bi îbranî:עזה) bajarê herî mezin ê di nêvŞirîta Xezeyê de dimeye û ji sala 1994an vir ve wekde jure di bin kargeriyaHerêma Otonom a Filistînê de ye. Lê ew ji hezîrana sala2007an vir ve wekde facto di bin kargeriyaHemasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.
Xeze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê hetasedsala 12an b.z. biMisira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.
Bi sedsala 6an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xeze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi destBabîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destênÎmperatoriya Partî. Ew jiÎskenderê Mezin şunda jî bi destSelekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tunekirin.
Ew li vê şunda bi Şirîta Xezê ve tev wek Mandaya Filistînê di destÎmperatoriya Brîtanî de, ta ku di sala 1948an ji hêla Misirê hat destxistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistinaÎsraêlê diŞerê Şeş Rojan, di dest misiriyan de ma.
Xeze îro biŞirîta Xezeyê ve wek herêmekaHerêma Otonom a Filistînê xuya dike jî di bin kontrola Hemesê de ye. Lê ew nêzî salek e ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraêlê de ye. Di êrîşên Îsraêlê ên 27-28ê kanûna pêşîn a 2008an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.