Heke tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ko piraniya xaneyan pir piçûk in, xane bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyanhûrbîn (mîkroskop) tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina hûrbînê ji hebûna xaneyê hayîdar bû.
Zanyarê brîtanîRobert Hook di sala 1665an de, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî.Cell bi îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin hûrbînê dîtibû wekî xane (cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn, lê çavikên vala bûn. Ji ber ko xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ko jiselulozê çêbûyî dîtibû.
Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ko cara yekem hebûnabakterî û zîndewerên hûrik ûyekxaneyî bi hûrbînê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb hûrbîn çêkir. Hûrbînên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka zîndezanî (biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi sernavê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin.
Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie Van Leeuwenhoek nêzikê 200 salan paşê, Riweknasê (zanyarê botanîk) alman, Mathias Jakob Schleiden (1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ko hemûriwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de, sala 1839an de zanyarê alman, Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ko hemû ajal ji xaneyan çêbû ne. Her ko zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran teoriya xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ko derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn,Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin.
Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ko bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir, a hêştirmeyê ye. Evbalinde ji hemû balinde yên din girtir e.Hêka wê bi qasî du kîlogram e. Ji ber ko hêka hêştirmeyê ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye. Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuyên ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in.
Hemûbakterî û arkea xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji navik e. Xaneya bê navik wek xaneya navikseretayî (prokaryotî) tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya navikseretayî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerênfirexaneyî, navikseretayî nîn in. Di xaneyên navikseretayî de ji xeynîrîbozom tu endamok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çêdibin. Ji ber ko xaneyên navikseretayî bê navik in, asîdên nukleyî, ADN ûARN li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.
Zîndeweren ji cîhana protîstan, cîhanafungusan, cîhana riwekan û cîhana ajalan, hemû navikrasteqîn nin. Di xaneyên navikrasteqîn de navik heye û endamok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin. Hemû ajal û riwekfirexaneyî (multicellular) ne û xaneyên wanxaneyên navikrasteqîn ne. Hin endamên cîhana protîstan tekxaneyî ne. Wek mînakamîb,euglena ûparamesyûm. Lê hinek endamên protîstan firexaneyî ne. Wekî mînak kevzên avê û koloniya volvoxê.
Hinek corên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan firexaneyî ne. Fungusêkofik, fungusêmeya, fungusêjengê yekxaneyî ne. Karok (qarçik) ên bi komik firexaneyî ne.
Xaneya navikrasteqîn ji derve ber bi navîn, ji sê beşan pêk tê