Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

William Shockley

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
William Shockley

William Bradford Shockley (jdb.13ê sibata 1910an liLondon; m.12ê tebaxa 1989an liStanford) fîzîknasekîDYAyî ye. Di sala1956î deXelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Shockley, bi tevîJohn Bardeen ûWalter Houser Brattain keşfatransîstorê kiriye. Li zanîngehaStanford dersdarî kiriye. Lêkolîn, keşf û xebatên wê di warê teknîkaelektronîkê de riya pêşketinan vekiriye. Sala1963î bûye profesor. Sala1951î dibe yek ji şêwirmendên bipêşxistina çekan ên artêşa Amerîkayê. Herwiha sala1962î de dibe şêwirmendê serokatiya welêt.

Wî li ser çekan,fîzîka parçeyan,fotoelektron,zîvklorîd, fîzîka transîstoran, angaştênvakûmê hwd lêkolîn û xebat kiriye.

Ceribandineke Schokley a neyînî û rexne

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Herçendî ew ne pisporêfîzyolojîyê bû, li ser wê di sala1963î de hin tişt got û weşand. Di wan de behsanîjadên baş û nebaş dikir. Digot mirov bikaribe nîjadên "qels, nizm û nebaş" ji holê rake. Wî behsa xetereyên dahatûya gelheyaDYAyê jî dikir û digot, ew ê rojekê were mirovên çermereş zêdebin. Gotinên wî wê demê gelek deng vedide û ew bi nîjadperestiyê tê rexnekirin. Gorî hinekan diviyabû Xelata Nobel ji wî bihatiba stendin ku ew li dijî mirovahiyê ye û xebat li ser çekên ku ziyanê didin genetîkê kiriye.

Xelat û paye

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • Medal for Merit, 1946
  • Morris Leibmann Memorial Prize, Institute of Radio Engineers, 1952
  • Oliver E. Buckley Solid State Physics Prize, American Physical Society, 1953
  • Cyrus B. Comstock Award, National Academy of Sciences, 1954
  • Xelata Nobel a fîzîkê, 1956
  • Holley Medal, the American Society of Mechanical Engineers 1963
Navneteweyî
Neteweyî
Akademîk
Hunermend
Însan
Yên din
Ev gotara kurtşitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê libiguhêre bike.(Çawa?)
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=William_Shockley&oldid=1776977" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp