Welatînî (biInglîzîcitizenship) ramneka nûdem e û ji ramana kevnaRe'yetîniyê cida ye. Welatînî pêvenû ya navber a kitekesan û wî welatî ye ko lê dijît. Kitekes li beranberî welatî û kitekesên dî berpirsyarî hene û ji alî yê welatî ve dihêt paraztin. Bi awayekê giştî, welatiyan hindek maf, erk û berpirsyrî hene ko xelkênnewelatî nîne. Mafên mîna pişikdarîkirina di pêvajoya siyasî da ji mafên diyarkirî yên welatiyan di civakênnûdem ûdemokratîk da ne. Hindek erkên welatiyan jî emekdarî û wefa ya ji bo welatî, bacdan (taks) û xizmeta leşkirî ne.
neteweyînî zaraveka berfirehtir jiwelatînîyê ye. Neteweyînî nîşana eleqedarî ya kitekesî bi ax ûniştîmanekê ve ye, lê reng e maf û erkên welatîniyê têda parastî nebin. Bi ser vê çendê ra, neteweyînî ji bo her tiştê girêdayî bi neteweyekê ve dihêt bikaranîn. Ji bo mînak diQanûna Navnetewî daşerîke,rêkxistî,gemî tîpên gokanê (futbol)ê jî dikarin bibin xwedî yên navdêraneteweyînîyê.
Yek ji cidatiyên bingehîn di navberawelatînî bi ramana nûdema wê û ramana kevin ew e ko didîroka rojhilata navîn û cîhanê da xelk wekîre'yet dihatin dîtin. Xelk li beranberî desthilata siyasî da, ko axlebŞa,paşa,sultan anxelîfe bûn, xwedî mafên diyarkirî nebûn. Desthilata siyasî wekî sihaXudê li ser rûyê erdî dihatin dîtin û her mafê ko bi xelkî dihat dan wekîdanekê dihat hesibandin. Desthilatê maf hebû her dema bixwestiba wî mafêdayî werbigirt ew maf ji xelkî distand.