Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Wîkîpediya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wîkîpediya

Malper   wikipedia.org
ZimanBi 304 zimanan
Avabûn15ê kanûna paşîn a2001ê
Bi kurdî:7ê kanûna paşîn a2004an
XwedîWeqfa Wikimedia
DirûşmEnsîklopediya azad
biguhêreBelge

Wîkîpediya (bi inglîzî:Wikipedia) ensîklopediyeke pirzimanî ya azad e ku ji aliyê civakek dilxwazê wîkîpediyayê ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediya di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin û herî zêde ye ku li çar aliyên cihanê tê xwendin.[1] Wikipedia di dîrokê de xebata referansê ya herî mezin e û ensîklopediya herî zêde ye ku tê xwendin û bi domdarî di nav deh malperên herî zêde deye ku tê ziyaretkirin ku di tîrmeha sala 2024an de ji aliyê Semrush ve di rêza pêncemîn de û ji hêla Similarweb ve di rêza heftemîn de cih girtiye.[2] Wîkîpediya ji hêlaWeqfa Wîkîmedyayê ku rêxistineke ne-qezenc a amerîkî ye tê birêvebirin ku bi piranî ji hêla bexşan ve tê fînansekirin.

Wîkîpediya projeyekenavneteweyî ku niha bi 304zimanan cihanê têne nivîsandin. Li gorî daneyên sala 2024anWîkîpediyaya kurdî li gorî zêdebûna gotaran di nav lîsteya sed wîkîpediyayên cîhanê de ye û di rêza 84an de cih digire. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û naverokan li gotaran zêde bike. Her çiqas ji bo bikarhênerekê çalak nav û profîla wî/wê ya ji bo xebatan mihûm be jî lê ji bo guhertina xweqeydkirin li wîkîpediyayê ne pêwîst e. Zêdekirin naverokên gotaran û nivîsandina gotaran bi şêwazek fermî û bi zimanek bêalî têne nivîsandin.

Wîkîpediyaya herî mezin wîkîpediya îngilîzî ye ku tê de ji 7.095.902î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wîkîpediyayê de xwedî malper in ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayeke ku ji tîpênalfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.

Wîkîpediyaya kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Wîkîpediyaya kurdî

Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku yekem ensîklopediya bizimanê kurdî ye ku cara yekemîn e li serînternetê de ensîklopediyeke bizimanê kurdî hatiye nivîsandin. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de ji aliyê Erdal Ronahî ve hatiye destpêkirin. Li Wîkîpediyaya kurdî ki ji aliyê bikarhênerên çalakên Wîkîpediya kurdî her ku diçe pêşve diçe ku heya niha 90.923 gotarên bi kurdî hatiye nivîsandin.[3]

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya cara yekem di 15 çileya sala 2001ê de ji aliyêWeqfa Wîkîmedyayê bizimanê îngilîzî hatiye destpêkirin.

Lîsans

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Naveroka Wîkîpediyayê di binLîsansa Belgekirina Azada GNU (GNU Free Documentation License)de tê weşandin. Ev tê wateyê azad e û wê her dem azad bibe. Her kes dikare naveroka Wîkîpediyayê gora keyfa xwe belav bike. Kes nikare Wîkîpediyayê bifroşe an bikire. Naveroka Wîkîpediyayênaveroka azad e. Nivîsbariya Wîkîpediya bi navêMediaWikinivîsbariya azad e.

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^"Wikipedia is 20, and its reputation has never been higher".The Economist. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  2. ^"Top Websites ranking - Most Visited Websites in the world [December 2022]".Semrush (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2023.
  3. ^"Wîkîpediya:Ziman".Wîkîpediya. 2 sibat 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

LiWikimedia Commons medyayên di warêWîkîpediya de hene

Navneteweyî
Neteweyî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Wîkîpediya&oldid=1940765" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp