Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Vac

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vac (jifarisî:Vaj) ankofonem (jiyewnanî: φώνημα,phōnēma, "deng", "peyv"), dizimanasiyê da, awayê teorîk yê nîşadanadengên herzimanekî ye. Vac dengekê zimanî ye ko bê amajekirina bib pêgeh an jihê wê di peyv an hevokê da dihêt pênaskirin. Vac ew deng e ko eger di peyvê da bihêt guhartinramanapeyvê diguhêrit an hema dengekê bêyî raman çêdikit. Carina çend deng weha xwe nîşadidin ko yek awayê ramanî pêkdiînin, dibêjî qey heman deng in.

Jibo mînak di zimanêkurdî da, vaca /k/ û vaca /b/ hene. Dema di peyvabar da, cihê dnegê /b/ dengê /k/ birûnit, peyvakar çêdibit. Ramanabarê jikarê cida ye. Lê di peyvên mînaheft da, bi eşkirayîkurd wê bi du awayan bilêvdikin ko di awayekî da dengê /h/ wekî piraniyaZimanên Hindûewropî ye û di awayê dî da /h/ mîna dengê /h/ di peyvênerebî yên mînaHesen û Hisên da dihêt bilêvkirin. Lê ev guhartina deng anko vaca /h/ di peyvaheft da ramana peyvê naguhêrit. Bi vî awayî, herdu /h/ di zimanê Kurdî daalofon ankoalîvac in. Lê di zimanê erebî da du vac in jiber ko ramana du peyvênherebe (bi erebî: حرب ankoşer kir) ûherebe (bi erebî: هرب ankoreviya) ji hev cida ye. Mînakeka dî ya alîvacên zimanê kurdî alîvacên /s/ ne, di peyvênstran ûsal da. Bi eşkirayî, kurd wan herdu /s/-an mîna hev bilêv nakin. Lê guhartina wan yek li cihê ya dî, ramanê naguhêrit.

Gelek kesên ko şehrezayê zimanzanistî nîne wesa difikirin ko vac her ewtîpênalfabeyê ne. Lê ev hizir şaş e û ne rast e. Alfabeya gelek zimanan (mîna alfabeya latînî jibo zimanê kurdî) kêm-zêde alfabe ji deng anko vacên zimanî nêzîk bûye. Lê di hindek zimanên mînafransî ûînglîzî da, alfabe û vacên zimanî gelek ji hevdu dûr bûne. Jibo mînak, di zimanê înglîzî da, "ph", "gh", "f" û "ff" hemî li şûna vaca /f/ dihên xebitandin. Herwesa, "sh", "ssio", "sio", "tio" û carina "ch" jî li şûna vaca /ş/ li kar in.

Di alfabeya zimanê kurdî da, tîpeka wekî "k" heye ko du vacên /k/ û /k'/ nîşadidit. Ev du vac xwe di peyvên cidacida da nîşa didin, lê di alfabeya Kurdî da, çi alfabêya latînî, çi alfabeya erebî da, tenê yek tîp nûneratiya wan dikit. Li peyvên mînakar mêze bikin. Du ramanên vê peyvê hene, bi du bilêvkirinên ji hev cida yên tûpa "k" (kar ankoîş ûtêşikê bizinê).

Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Vac&oldid=1910080" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp