Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Ubuntu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ubuntu 16.10

Ubuntureşaneyeke (dîstrîbusyoneke)Linuxê ye. Ubuntu bisponsoriya şîrketaCanonical Ltd (Xwediyê wê Mark Shuttleworth e) ve tê birêxistin.Portala wergerandinêRosetta jî girêdayî wê ye.

Ubuntu biGNOME dimeşe, lêguhertoyên Ubuntu ji boKDE (Kubuntu) ûXFCE (Xubuntu) jî hene.

Ubuntu bizimanê zûlûAfrîkaya Başûr tê wateya “ez, ji ber ku tu tu yî, ez im”. Sazkirina Ubuntuyê gelekî hêsan e. UbuntuDebianê ji xwe re wekî bingeh distîne û xebatên wê ji aliyê Canonical Ltd. ve tên meşandin. Ubuntu, ji her 6 mehan carekê guhertoyeke nû derdixe û 18 mehan piştgiriyê dide guhertoyan.

Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hêsan, jiSuSe Linux,Mandrake Linux ûFedora Coreyê çêtir tê hesibandin. (Sazkirina wê tenê tikandina “enter”ê ye.)

Piştî sazkirinê heke jimalperahttp://www.ubuntuguide.org'ê bête şopandin; hemûbernameyên ku bi bingehaJavayê dixebitin, taybetiyênMozilla Firefoxê yên wekî temaşekirinavideoyên bicodec'ênWindows Media Player,bernameyên p2p yên wekîlimewire ûemule dê peyda bibin.

Guhertoya Ubuntuyê ya 6.06 (Dapper) biGnome 2.14 ûOpenOfficeyê 2.0.2 tê. Taybetiyeke din a Ubuntuyê ew e ku Ubuntu ji bokamerayêndigitalautomount bi kar tîne û piraniya kamerayên digital dema ku bikomputerê ve bên girêdan, li ser masêdîska xwe didin nîşandan û ji bo xebatê amade ne.

Ji ber ku Ubuntu, hemû taybetiyênMicrosoft Windowsê (yên baş) li dû sazkirineke ku 20-30 deqîqe dem digire, tîne ber destan, di demeke kin de kete nava Linux'ên herî navdar.

Ji ber ku Ubuntu wekî pergala pakêtanAPT’eya (Advanced Package Tool) Debianê bi kar tîne, piştî firehkirina repertuarê ji bo bikaranîna nêzî 150 hezar bernameyan destûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê ya fermîCD'yên sazkirinê (install) û CD'yên zindî (live) bê pere û bê sînor tên belavkirin û heta ber deriyê mirov ji mirov re tên şandin.

Kurdîkirina Ubuntuyê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ubuntu Linux/GNU ji aliyêKoma Pc Kurdê ve tê wergerandin.

Ji bo kurdan girîngiya Ubuntu

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji bo kurdan heta niha ji %100Pergaleke Xebatê bi kurdî nîn e. Cara yekem Ubuntu 6.06 zimanê kurdî li xiste nav lîsteya xwe. Ji ber ku tê zanîn piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin û taybetiyên baş ên Windowsê li ser Ubuntu jî hene, ev taybetî ji bo kurdan gelekî girîng e.

Saziyên kurdan ên ku kar û barê weşana kurdî dikin bi Ubuntuyê hêsaniya karê xwe gelekî pêşde dixin. Ji ber ku bi riya Ubuntu OpenOffice.Org jî tê. Bernameyên nivîsê, yên hesab, yên xêzkirinê û gelek ên din li ser Ubuntu hem bi kurdî ne, hem jî kontrola rastnivîsa kurdî dike.

Guherto

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ubuntu ji her 6 mehan carekê guhertoyekê derdixe. Hejmara guhertoyê li gor sal û meha weşanê ye. Mînak Ubuntu 4.10 di sala2004 meha 10an de hatiye pêşkêşkirin.

GuhertoDîroka derxistinêNavê kod
4.1020ê çiriya pêşîn a 2004anWarty Warthog
5.048ê nîsana 2005anHoary Hedgehog
5.1013ê çiriya pêşîn a 2005anBreezy Badger
6.061ê hezîrana 2006anDapper Drake
6.1026ê çiriya pêşîn a 2006anEdgy Eft
7.0419ê nîsana 2007anFeisty Fawn
7.1018ê çiriya pêşîn a 2007anGutsy Gibbon
8.0424ê nîsana 2008anHardy Heron
8.1030ê çiriya pêşîn a 2008anIntrepid Ibex
9.0423ê nîsana 2009anJaunty Jackalope
9.1029ê çiriya pêşîn a 2009anKarmic Koala
10.04 LTS29ê nîsana 2010anLucid Lynx
10.1010ê çiriya pêşîn a 2010anMaverick Meerkat
11.0428ê nîsana 2011anNatty Narwhal
11.1013ê çiriya pêşîn a 2011anOneiric Ocelot
12.04 LTS26ê nîsana 2012anPrecise Pangolin
12.1018ê çiriya pêşîn a 2012anQuantal Quetzal
13.0425ê nîsana 2013anRaring Ringtail
13.1017ê çiriya pêşîn a 2013anSaucy Salamander
14.04 LTS17ê nîsana 2014anTrusty Tahr
14.1023ê çiriya pêşîn a 2014anUtopic Unicorn
15.0423ê nîsana 2015anVivid Vervet
15.1022ê çiriya pêşîn a 2015anWily Werewolf
16.0421ê nîsana 2016anXenial Xerus
16.1013ê çiriya pêşîn a 2016anYakkety Yak

Screenshots

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • The boot screen of Kurdish Ubuntu 6.10
    The boot screen of Kurdish Ubuntu 6.10
  • Desktop screen Ubuntu 6.10
    Desktop screen Ubuntu 6.10
  • Applications Menu (Internet) Ubuntu 6.10
    Applications Menu (Internet) Ubuntu 6.10
  • Applications Menu (Office) Ubuntu 6.10
    Applications Menu (Office) Ubuntu 6.10
  • System Menu (Preferences) Ubuntu 6.10
    System Menu (Preferences) Ubuntu 6.10
  • Firefox start page Ubuntu 6.10
    Firefox start page Ubuntu 6.10
  • OpenOffice.org Ubuntu 6.10
    OpenOffice.org Ubuntu 6.10
  • Evolution (office tool) Ubuntu 6.10
    Evolution (office tool) Ubuntu 6.10
  • Ubuntu 8.04 Sermasê
    Ubuntu 8.04 Sermasê

Binguherto

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Hinek binguhertoyên Ubuntu hene ku vê felsefeyê diparêzin lê li gor daxwazên bikarhêneran hatine amadekikirin. Hin ji van ninguhertoyan,

Her wisa hinek binguhertoyên ne fermî yên ubuntu jî hene...

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^"The Register: Google at work on desktop Linux". Roja gihiştinê 25 nîsan 2006.
  2. ^"Slashdot: Google working on Desktop Linux". Roja gihiştinê 25 nîsan 2006.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Navneteweyî
Neteweyî
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Ubuntu&oldid=1918334" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp