
Tomara reçelek an jîtomara dûndeyî (bi înglîzî:pedigree chart) hêlkariyekê taybet e ji bo çavderîkirina sîfetek diyarkirî an jî nexweşiyek bomaweyî di dirêjiya çendin nifşên xêzanek de.[1]
Tomara reçelek, di xêzanek (malbat) de, ji bavanan ber bi weçeyan, rêbaza guhaztina sîfetek bomaweyî rava dike. Bomawezaniya mirov de, ji bo şopandina bomaweya sifetên taybet an jî bo nexweşiyên bomaweyî tomara reçelek tê bikaranîn. Bi bikaranîna tomara reçelekê, di weçeyê de egera çêbûna bomawebabet û rûxsarebabetek taybet dikare were hesabkirin.[2]
Herwisa ji bo şecereya (binemal) ajalên wekhesp,kûçik (se) hvd jî tomara reçelek tê bikaranîn.[3]
Di tomara reçelek de hin nîşanên (hêma) taybet tên bikaranîn.
Di hêlkariya tomara reçelekê de, hêmaya xelek (bazin), zayenda mêyê, hêmaya çargoşe jî zayenda nêrê destnişan dike.
Heke xelek vala be ango nava xelekê nehatibe reşkirin, ev xelek ji bo mêya koallela diyarkirî lixwe nagire, tê bikaranîn. Ango heke navenda xelekê nehatibe reşkirin, ew mê allela diyarkirî an jî nexweşiya ko tê lêkolînkirin di rûxsarebabeta xwe de nîşan nade. Ji wê mêyê re tê gotinmêya asa an jîmêya sax.
Heke nava xelekê bi nîvî hatibe reşkirin, ev hêma nîşanamêya hilgir e. Ango mê allela diyarkirî an jî nexweşiya diyarkirî lixwe digire. Lê ji ber ko ev allel bezîw e, bomawebabeta mêyê ji bo wê sîfetê dureg e,û sîfet di rûxsarebabeta mê yê de xuya nabe, mê wekî mêya asa xuya dibe. Eger heye ko mêya hilgir ew allela bezîw a sedema nexweşiyek an jî taybetmendiyek bomaweyî, biguhazîne weçeyên xwe. Di rewşek wiha de, dibe ko ji mêyek hilgir a sax, weçeyên hilgir an jî heke allel li ser kromozoma X-ê be, kurên nexweş peyda bibin.
Xeleka nava wê bi tevahî hatiyê reşkirin, wekîmêya tûşbûyî an jîmêya nexweş tê navkirin. Ango allela ko tê lêkolînkirin li ser kromozomên mê yê de cih digirin bandora allelan rûxsarebabetê de xuya dibe. Ango heke allela tê lêkolînkirin, allelek nexweşiyê be, vê gavê nexweşî di mêya tûşbûyî de peyda dibe, û mê jî wekî mêya nexweş tê navkirin.
Di tomara reçeleka xêzanê de endamên nêr jî bi heman awayê tên polenkirin.
Çargoşeya vala ya nehatiye reşkirin, wekînêrê asa an jînêrê sax tê navkirin. Nêrê asa allela ko tê lêkolînkirin lixwe nagire.
Çargoşeya bi nîvekî hatiye reşkirin nîşananêrê hilgir e. Nêrê hilgir, allela diyarkirî an jî allela nexweşiyê lixwe digire lê di rûxsarebabetê de nade xuyakirin. Loma nerê hilgir ji bo wê nexweşiyê sax e. Dibe ko allela nexweşiyê ji nêrê hilgir biguhaze weçeyan.
Çargoşeya hundirê wê bi tevahî hatiye reşkirin, wekînêrê tûşbûyî an jînêrê nexweş tê navkirin. Bandora allela tê lêkolînkirin, di rûxsarebabeta nêrê nexweş de xuya dibe.
Hêla asoyî ya nêrê bi mêyê ve girê dide, wekî hêla hevsergîrî tê navkirin. Hêla ko ji hêla hevsergîriyê ber bi weçeyan ve dirêj dibe, wekî hêla çêbûna weçeyan tê navkirin.[4]
Di tomara reçelekê de nifşên xêzanê bi jimarênromê wekî I,II,III,IV û hvd tên nîşankirin.[5]