Serbistan an jîKomara Serbistanê (biserbî : Република Србија/Republika Srbija), welatekî libaşûrê rojhilata Ewropayê ye. Welat li bakur biMecaristan re, li bakurê rojhilat biRomanya, li başûr-rojhilat biBulgaristan, li başûr biMakedonyaya Bakur, li rojava biKroatya ûBosniya û Herzegovîna re, li başûrê rojavayê biMontenegro re sinorên bejahî parve dike. Hikûmdarê Serbistan îddîa dike ku biAlbanya re di nav xaka nakok aKosovayê re sînorek heye. Nifûsa Serbistan bi qasî 6.6 milyon niştecîh e. Paytext û bajarê herî mezinê welêt bajarêBelgradê ye.
Axa Serbistan ji SerdemaPaleolîtîk ve bi domdarî tê niştecîhkirin û di sedsala 6an de bikoçberiyên slavan re rû bi rû maye ku di destpêkaSerdema Navîn de jî gelek dewletên herêmî hatine ava kirin ku carinan wekî bexşên padîşahiyaBîzans,Frank ûMecar têne naskirin. Qraliyeta Serbî di sala 1217an de jiHêla Pîroz ûKonstantînopolîs ve hate pejirandin û di sala 1346an de wekîÎmperatoriya Serbî gihîşt lûtkeya axa xwe yê herî berfireh. Di nîvê sedsala 16an de, erîşênOsmaniyan tevahiya Serbistana îro dagir dike ku serweriya wan carinan ji hêlaÎmperatoriya Habsbûrgê ve hate qut kirin û ji dawiya sedsala 17an ve ber bi Serbistana Navîn ve dest pê kir û di heman demê de liVoyvodînayê bi cih girtine. Di destpêka sedsala 19an de,Şorêşa Serbistanê dewletekî netewî wekî yekem di monarşiya destûrî ya herêmê ava dike ku di pey re axa xwe berfireh kiriye.[1] Di destpêka sedsala 19an de, Şoreşa Sirbî netewdewleta wekî yekem monarşiya destûrî ya herêmê ava dike û piştre jî axa xwe berfireh dike. Di dema perçebûna Yugoslavyayê de, Serbistan bi Montenegro re welatêkî federal ava dike (binere:Serbistan û Montenegro),[2] ku heman dewlet di sala 2006an de bi aştiyane hate hilweşandin û ji sala 1918an vir ve yekem car serxwebûna Serbistanê wekî dewletek serwer hate vegerandin.[3] Di sala 2008an de nûnerên meclîsa Kosovayê bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kirin, digel bersivên cihêreng ên civaka navneteweyî ku di heman demê de Serbistan gotinên xwe berdewam dike ku axa Kosovayê wekî beşek ji axa xwe ya serwerî îdîa dike.[4]