Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Qurix

Koordînat:Nexşeya esmanê06st 45d 08.9173s, −16° 42′ 58.017″
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çavkaniya vê gotarêtine ye. Ji bopêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe reçavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin ûjêbirin.
Çavkaniyê lê bigere: "Qurix" – pirtûk ·zanyar ·archive.org ·nûçe ·wêne
(çiriya paşîn 2024)
Qurix-A

Qurix li başurê Kurdistan:Gelawêj anSîriyos anα Canis Majoris (Alpha Canis Majoris) ronaktirîn stêrka di ezmana şevê de ye. Biqedra zahîrî ya −1,46 ve ew hemahema du caran ji stêrkaSuheyl, duyemîn stêrka herî ronaktir û geştir e. Ew di komstêrkakûçikê mezin de ye. Herçiqas ew wek stêrkek xwiya dibe jî, esasen ew ji du stêrkan pêk tê. Ya ku wek qurix tê zanîn bi navê îngilîzîSirius A (Qurix-A), yê pircaran bi çavan xwayîn nabe jî wekSirius B (Qurix-B) tê binavkirin.

Qurix herçiqas ne stêrka herî mezin e jî, ji ber nêzikiya wê ya îzafî ew dibe stêrka herî geşa di ezmên de. Ew ji erdê 2,6parsekan (8,47salên roniyê) dûr e. Bi vê dûriyê ve ew yek ji stêrkên herî nêzikî dinê ye. Sirius A du caran ji rojê mezintir e û qedra wê yaqedra mitleq jî 1,42 ye. Ew 25 caran ji rojê rewnaqtir e, lê qedra wê ya mitleq ji stêrkên dinên rewnaq wekSuheyl ûRigel hindiktir e.

Stêrka Qurix ji berê de di nav xelkên dinê de bi nav bûye û ew bûye navnîşaneka boyî hesabkirina demên salê. Ji ber ku ew di hin demên salê de li ezmên xwiya nabe, dema ew şûnde li ezmên xwiya dibe ew wek nîşana hin tiştan hatiye diyarkirin. Mînak demamisiriyên kevin tekrar xwiyabûna wê wek nîşana rabûna çemêNîlê dîtine. Wekî din di nav yewnanên kevin de rojên ku stêrka Qurix li ber helhatina rojê xwiya dibe wek rojêngerma kûçikan bi nav bûye ku ew rojan di meheyatîrmehê de ne.

Ew bierebî wekEşîra (al-Ashira) tê zanîn û diQuranê de navê wê disûreya necm de wek ", "Xwedêyê Eşîra jî ew e" (49) derbas dibe.

Di nav kurdan de jî helhatina qurix wek şikeştina tîna germê tê dîtin. Kînga qurix heltê êdî germa havînê hêdî hêdî kêm dibe. Di nav kurdan de li ser qurix gelek tişt tên gotin. Wek dibêjin bi helhatina qurixê re tîna germê dişkê, û ji quriz şûnde dar zêdetir tî dibin.

  • Wek nêriyê ku çavê wî li Qurixê be
  • Heta Qurix hilnê zebeş çênabin

Qurix di serê meheyagelawêjê de, bi rohelat re ji hêla başûr rohelat xwiya dibe û her şevekê re hebekî din bilind dibe. Ew gorî asoya bi çiya an ne bi çiya çend rojan zû an dereng 4-10'ê gelawêjê xwiya dibe.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Commons LiWikimedia Commons medyayên di warêQurix de hene.
Qurix (Alpha Canis Majoris)  • Suheyl (Alpha Carinae)  • Nêrevanê Bakur (Alpha Boötis)  • Alfaya Kentaurî (Alpha Centauri)  • Vega (Alpha Lyrae) • Kapela (Alpha Aurigae)  • Ricel (Beta Orionis)  • Şehrayê Şamê (Alpha Canis Minoris)  • Betelcewza (Alpha Orionis)  • Axirnehr (Alpha Eridani)  • Hedar (Beta Centauri)  • Teyr (Alpha Aquilae)  • Acrux (Alpha Crucis)  • Deberan (Alpha Tauri)  • Antarês (Alpha Scorpii)  • Spica*  • Pollux (Beta Geminorum)*  • Femelhût  • Deneb  • Becrux (Beta Crucis)


Navneteweyî
Neteweyî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Qurix&oldid=1911439" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp