Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Qers (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parêzgeha Qersê
Qers
Koda parêzgehê: 36
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
WelatBakurê Kurdistanê
DûgelTirkiye
SerbajarQers
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2009)306.536 kes
Rûerd9.442 km2
Berbelavî32,47 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan8 navçe
Hejmara bajarokan10 bajarok
Hejmara gundan382 gund
Agahiyên din
DemUTC+2
Koda telefonê(+90) 474
Malperwww.kars.gov.tr

Qers (bi tirkî:Kars) parêzgehekeBakurê Kurdistanê ya di nav sînorênkomara Tirkiyeyê de ye. Serbajarê parêzgehêQers e. Nifûsa parêzgehê 281.077 e. 51,5% ji vê nifûsê li bajaran dijî (dawiya 2021). Rûbera parêzgehê 10.193 km2 ye.

Qers li bakurê rojhilatê welêt li ser sînorê Ermenîstanê ye û ji ber vê yekê herêmeke Transkafkasyayê ye jî. Parêzgehên cîran li bakurErdêxan, li rojavaErzîrom, li başûrAgirî ûÎdir in. Qers li rojhilatê biErmenîstanê re cîran e.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji Serdema Paleolîtîk heta Selçûqiyan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Li gorî encama gelek vekolînên arkeolojîk de, dîroka axa parêzgeha Qersê vedigere serdema paleolîtîk, bi qasî du mîlyon sal berê. Li navçeya Sûsûzê li deşta Çemê Çilavuzê axînên destan ên vê serdemê hatin dîtin. Li deşta rojavayê Ağzıaçik Suyu û li bajarê Aniyê axînên destan û çîpên mezin hatin dîtin.

Bi taybetî di şikeftên Yazılıkayayê de tabloyên dîwêr ên ku hatine dîtin diyar dikin, ku li herêmê gel bi nêçîrê û berhevkirinê mijûl bûne. Di van tabloyan de fîgurên bizinên çiyayî, xezal û ker hatine xêzkirin.[1]

Parêzgeha ku di sedsala 9an BZ de di nav sînorên Mîrektiya Ûrartûyan de bû, di sedsala 7an BZ de ji aliyê Kimmerî û Îskîtiyan ve hat dagirkirin. Piştî vê sedsalê, herêm kete bin desthilatdariya Med û paşê Persan. Dû re, di sedsala 1mîn a BZ de desthilatdariya Tîgranên Ermenî berdewam kir. Herêm piştre kete bin desthilatdariya Împaratoriya Romayê û piştre; Kete destê Partan, Araks, Sasanî, Bîzans û Ereban.

Ev ax di sedsala 11an de dîsa ketine bin desthilatdariya Bîzansiyan û piştre Xanedaniya Selçûqiyan û Gurciyan. Herêma ku di navbera Selçûqiyên Anatoliyê û Gurciyan de guherî, di sala 1239an de di bin desthilatdariya Mongolan de bû û piştre jî di bin desthilatdariya Îlxaniyan, Dewleta Kevana Zêrîn, Karakoyunlu, Tîmûr û dîsa Karakoyunlu, Akkoyunlu û Safewiyan de bû.[2]

Serdema Împaratoriya Osmanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Herêma Qersê di sala 1534an de ji aliyê Silêman Şah ve girêdayî Împaratoriya Osmaniyan bû. Qers heta sedsala 19an gelek caran rastî êrîşa Rûs û Îranê hat. Herêma ku di vê sedsalê de di navbera Rûs û Osmaniyan de guherî, di sala 1877an de ji aliyê Rûsan ve hat girtin. Qersê ku cara ewil piştî Şoreşa Bolşevîkan di sala 1917an de ketibû destê ermeniyan û di 7ê nîsana 1918an de hat rizgarkirin, bi Peymana Brest-Litovskê ji osmaniyan re hat hiştin. Piştî Agirbesta Mudrosê, Îngilîzan Qers, navenda Hikûmeta Demkî ya Kafkasyaya Başûr-rojavayê, girtin. Îngilîzan Qers ji Ermenî û Gurciyan re hiştin û ji wir vekişiyan.[2]

Di dema têkoşîna netewî ya tirk de Qers

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Qersê ku piştî vekişîna Îngilîzan ket destê Ermenîstanê, di 30ê cotmeha 1920an de di dema Şerê rizgariya tirkan de ket destê tirkan. Qers bi Peymana Moskova û Qersê ya ku di sala 1921ê de hat îmzekirin, gihîşte sînorên xwe yên îro, û piştî ragihandina komara Tirkiyeyê bû parêzgeh.[2]

Asîmîlasyon û tirkkirin

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji bo karênasîmlasyonê ûtirkkirina bakurê Kurdistanê[3], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[4] Bi vî havî Qers di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.

Erdnîgarî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeh xwediyê çend çiyayên bi bilindahiya 3000 m ye. Deştên berfireh (51%) û çiya (38%) piraniya herêmê digirin. Tenê 11% ya parêzgehê zevî ye. Çemên herî girîng Aras, Qers Çayî û çemê sînorî yê Açûrcanê ne. Golên girîng Çıldır Gölü û Aygır Gölü ne. Nêzîkî sêyeka nifûsê li navenda parêzgehê dijîn, ku di heman demê de bajarê herî mezin e.

Avhewa parzemînî ye û germahiya demsalê ya zexm lê heye. Di zivistanê de -40 °C û havînê +35 °C mimkun e. Barana salane dora 500 mm e. Nebatên xwezayî yên li Qersê deşt in.

Navçeyên Qersê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

8 navçe, 9 şaredarî, 57 taxên van şaredariyan û 381 gund li parêzgehê hene.

Gelhenasî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Sal196519701975198019851990200020072009
Gelhe606.313660.018707.398700.238722.431662.155325.016312.205306.536
Çavkanî: tuik

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^[https://web.archive.org/web/20081005174629/http://kars.gov.tr/kars_toncesi.html "TC. Kars Valili�i"].web.archive.org. 5 çiriya pêşîn 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê6 gulan 2024.{{cite web}}:di|sernav= de di cihê 16 de replacement character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^abc[https://web.archive.org/web/20140203225013/http://www.kars.gov.tr/kars_tarihce.html "TC. Kars Valili�i"].web.archive.org. 3 sibat 2014. Jiorîjînalê di 3 sibat 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê6 gulan 2024.{{cite web}}:di|sernav= de di cihê 16 de replacement character heye (alîkarî)
  3. ^Üngör, U. U. (2009)."Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950"(PDF).University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê20 gulan 2024.
  4. ^Alkan, Mehmet Ö. (2019)."T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI"(PDF).Istanbul.edu.tr. Jiorîjînalê(PDF) di 20 gulan 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê20 gulan 2024.
          Navçe          
Parêzgehên Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê
Rojhilata Kurdistanê
Rojavaya Kurdistanê
Bajarên mezin stûr hatine nivîsin.
Navneteweyî
Neteweyî
Cografî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Qers_(parêzgeh)&oldid=1959084" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp