Pomak navê berekê liTrakya ûAnatoliya dijîn e.
ZaraveyekêBulgarî diaxivin û bingeh-Slav in. Tê payîn ku peyva "pomak" ji "Pomagač - alîkar" tê û berên Bulxaran ên ku bi pêkutiyênÎmparatoriya Osmanî bûne misilman ji aliyê yên din ve wiha hatine binavkirin. Ango "Alîkarê dijmin".
Îro pirranî li Anatoliya dijîn. BûneTirk û herçendî ji aliyê ziman, çand û fîzîkê ve naşibin Tirkan jî, xwe wekî"Tirkên xas" didin nîşandan. Di nava sazûmaniya dewleta Tirk de cihekê wan î mezin heye. Pirraniya karên payebilind ên dewletê di destê Pomak,Alban,Polonî hwd gelên ku bi eslê xwe ne Tirk in de ne.
Hin ronakbîrên Pomakan di van salên dawî de li Tirkiyê dest bi karê polîtîk kirine û dixwazin bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Lê dengê wan pirranî ji Pomakên di nava sazûmaniyê de cihdigirin ve tê tunekirin. TV a fermî ya Komara Tirkiyê hindik be jî bi zimanê Pomakî bernameyan diweşîne û di van bernameyan de "Tirkbûna Pomakan" tê bilêvkirin.
Gelê Pomak olaÎslamê, mezhebaSunnî dihewînin.
|
|---|
| Navneteweyî | |
|---|
| Neteweyî | |
|---|
| Yên din | |
|---|