Pîramîdên Misrê yênGiza Necropolis, wekî ku ji hewayê têne dîtin.Nêzîkî 2600 BZê hatiye çêkirin.Perestgeha Prasat Thom li Koh Ker,KamboçyaDi navbera 100 û 450 PZ de hatiye çêkirin.
Piramîd, (bi yewnanî:πυραμίςpyramís ) avahiyek e ku rûberên wê yên derve sêgoşe ne û li jor bi yek gavê digihêjin hev, di wateya geometrîkî de awayê wî bi qasî piramîdekê dike. Bingeha piramîdê dikare sêalî,çargoşe, an jî bi rengekpirgoşe be. Bi vî rengî, piramîdek bi kêmî ve sê ruberên sêgoşeyî yên derveyî hene (kêmtirîn çar rû tevî bingehê). Piramîda çargoşe, bi bingehek çargoşe û çar rûyên derveyî sêgoşe, guhertoyek hevpar e.
Sêwirana piramîdekê, digel ku piraniya giraniya wê nêzîkê erdê ye û bi piramîdyonê li lûtkeyê, tê vê wateyê ku kêmtirîm maddeya ku li ser pîramîdê bilindtir dibe, ji jor ve were xwarê. Vê dabeşkirina giraniyê hişt ku şaristaniyên pêşîn strukturên bîrdarî yên domdar biafirînin. Şaristaniyan li gelek deverên cîhanê pîramîd ava kirine. Piramîda herî mezin ji hêla qebareyê ve Pîramîda Mezin a Cholula ye ku li eyaleta Puebla ya Meksîkî ye.Bi hezaran sal, avahîyên herî mezin ên li ser rûyê erdê pîramîd bûn - pêşî Pîramîda Sor li Necropolis Dashur û piştre re jî PîramîdaMezin a Khufu, her du jî liMisrê - ya paşîn yek jiHeft avakirin ên baş ê Cîhana Kevnar e ku hêj jî li ser piyan maye.
Zigguratên ku di qatên paşveçûyî de li ser platformek çargoşeyî, ovalek yan jî çargoşe hatiye çêkirin, avahiyên piramîdî bûn ku benê wan bi awayekî rast hatibûn çêkirin. Diwarên nav û derve yên Zîgguratan ji kevirên ku bi tavê hatine pijandin, pêk dihatin. Rû bi gelemperî bi rengên cihêreng de hatine xemilandin û dibe ev xemilandin ku xwedî nîşanên stêrnasî bin. Carinan qeralan navên xwe li ser van keviran nivîsandin e. Hejmara qatan ji diduan heta heftan bû. Tê pêşbînîkirin kirin ku li qatên jorên wan perestgeh hebûn lê ji bo vê yekê delîlên arkeolojîk tine ne û tenê delîlên nivîsî yênHerodot hene.[2] Gihîştina perestgehê bi rêzek hevrazên li aliyekî zigguratan yan jî bi hevrazek spîral ji bingeh heya lûtkeyê pêk dihatin.
Temenê pîramîdan hate salên 2575 û 2150b.z. diçe.[4] Piramîdên Misirê yên kevnar di piraniya rewşan de li rojavayê çemê Nîlê hatine avakirin, ji ber ku ruhê fîrewnê xwedêgiravî beriya ku bi tîrêja xwe ya bêdawî berdewam bike, di dema daketinê de bi rojê re têkildar bû. Di sala 2008an de, li Misrê nêzîkî 135 piramîd hatine dîtin.[5][3]Piramîda Mezin a Giza li Misrê ya piramîda herî mezinên li cîhanê ye. Heya kuLincoln Cathedral ku di sala 1311êp.z. de qediya, Giza avahiya herî bilind a cîhanê bû.Piramîda Mezin a Giza yek ji heft avahiyên herî kevnare yên baş ên cîhana kevnar e. Ew yekane avahiya kevnare yê cîhanê ye ku di demên nûjen de li ser piyan e.
Pîramîdên Nubian li Meroe û bi deriyên ku dişibin pîlonê.
Digel ku pîramîd biMisrê ve girêdayî ne, li Sûdanê 220 pîramîdên heyî hene, bi vî awayê welat xwedî piramîdên herî zêde yê li cîhanê ye.Pîramîdên Nubian (nêzîkî 240 ji wan) li Sûdanê hatine çêkirin ku ji bo gorên qral û qeralîçe yên Napata û Meroë re hatine çêkirin.Piramîdên Kuş, ku wekîPiramîdên Nubian jî têne zanîn, ji pîramîdên Misrê xwedî taybetmendiyên cûda ne. Piramîd Nubian ji yên Misirê zêdetir asê (dîk) hatine çêkirin. Piramîdên liSûdanê heta demên dereng ên 200 salênp.z. avabûna wan hêj jî berdewam bûye.[6]
Yek ji avakirinên bêhempa yên çanda Igbo Pîramîdên Nsude yê li bajarê Nsude ya li bakurê Igboland e. Deh avahiyên pîramîdî ji axa heriyê hatine çêkirin. Beşa bingehîn a yekem 18e mêtre bû. Di çêkirina piramîdan de pelên dorhêl berdewam dike, heya ku digihişt jorê piramîdê. Avahî perestgehên Xwedawend Ala bûn ku dihat bawer kirin ku ew li jorê rûdinişt. Bi kifşkirin a darikekî li jor temsîliyeta rûniştinê ji bo xwedawenda dihate kirin. Avakirina piramîdan di komên ji pênc-paralelên ku li hevhatî ye, hatine danîn.[7]