Norwêc an jîKeyaniya Norwêcê (bi norwêciya bokmål:Kongeriket Norge; norwêciya nynorsk:Kongeriket Noreg) welatekî li bakurêEwropayê di navberaderyaya Bakur,Okyanusa Atlasê ya Bakur û li rojavayêSwêdê ye. Welatekî li rojavayêSkandînavyayê ye. Sînorê wê biSwêd,Fînlenda ûRûsyayê re heye. Welatên cîran,Fînlenda 729 km,Swêd 1.619 km,Rûsya 167 km ne. Norwêc, welatekî skandînavî ye. Di welêt de, bi taybetî, çiyayên bilind ûfyord hene. Norwêc nêzîQûtûba bakûr e.[çavkanî hewce ye] Welatek ji wan welatê ku lê pirr berf tê ye. Salê 8 yan jî 9´an lê berf heye. Lê ji çar bahrên wê, nêzî sê bahrên wê avî ye û bahr li ber e.
Dirêjahiya sînorên wê, 2.515 km ye. Gelheya wê, 4,92 milyon a. Nêzî ku bibe 5 milyon. Koma etnikî ku piştî norwêciyan re û mazin a û li bakûrê wê dijî, ji wan resámî tê gotin. Di gotina sámî, bi norwêcîsamer de, pêvoka-er ji bo zêdebûnê bêne ser ziman e. Tişta ku pê dabara xwe dikê jî,masî, weke karekî binesazî yê welêt tên çêkirin û firotin. Wekî din jî, li welêt,petrol heya û weke welatê skandînavî yê herî zêde ku lê petrol derdikeve ye. Ji bilî wê jî, hin çandin qût û zadên din û firotina wan li welêt, weke karekî mazin bi rê ve diçêt.
Norwêc, weke welatekî ku li Skandinavyayê dijî ye. Dîroka wê heta sedsala 9'an a piştî zayînê tê qaydkirin. Dîroka wê vê ya vê demê, weke dîroka mîtolojîk e û di norwêcî de jê re "Nørront-tid" tê gotin.[çavkanî hewce ye] Bi vê yekê re, dîroka wê, tê ser ziman. Ev deme dîroka wê, li ser wê pirr vegotin hene. Ji wê demê re, wekî din jî, tê gotin "deme Vîkîngan" û an jî bi norwecîvikingtid. Norwêcî ji bi koka xwe ve vîkîng in. Bi wê re mirov divêt ku bibêje ku welatên skandînavî hemû jî xwediyê heman kokê ne.
Norwêcê, ev demên wê yê kevn in û weke demna ku zêde di derbarê wan de ne hatiya nivîsandin in. Bi vegotinî, çîrokî, mîtolojikî û hwd, bi vegotinên di derbarê wê de hene. Ji vê re jîNørront-tid tê gotin. Norwêc, demeke xwe ya dîrêj, di bin serdestiyaDanîmarkayê de di bihurêne. Di wan demên wê de, bi Danîmarkayê ve girêdayî ye. Tê qaydkirin ku Norwêc, ser 400 salî re bi vê rengî bi Danîmarkayê ve girêdayî dimenêt. Piştre wê jev veqetiyê. Ji vê dema ku bi Danîmarkayê ve girêdayî ye jî tê gotin ku "deme bi Danîmarkayê ve girêdayî". Norwêc, heta wê demê salên 1814´an, wê bi Danîmarkayê ve bimêne. Di vê demê de, Danîmarka biFransayê re tevdigeriye. Hingî, di wê demê deNapoleon li Firansayê deme wî bû. Piştî ku ew li dijî, hêzên rojava dikeve şerekî mazin de û winda dike, êdî wê Norwêc, ji Danîmarkayê were qûtkirin. Piştî ku Napoleon windakir, wê ev yek bibe. Piştre, wê biSwêdê ve were girêdan. Swêd, weke hêzeke mazin ya demê, bi hêzên ku li dijî Napoleon di sekin in re tevdigeriya û bi wan re gava xwe diavêt.
Di vê demê de, wê têgihiştina norwêcitiyê bi norwecîyan re çê bibe û wê bidest xwe naskirinê bikin. Hingî, wê lêgerin bibin. Mirovên wekeHenrik Wergeland (1808-45) derdikevin û mafê Norwêcê û têgihiştina wê diafirênin. Destûra wê ya bingihîn ku weke "Pirtûka Sor" tê nasin,[çavkanî hewce ye] temenê wê di demê de di sale 1914´an de tê avêtin. Piştre hin bi hin wê Norwêc bi xwe û navê xwe derkeve li holê. Parlamena wê ku bi norwêcî bi navêstortinget tê nasin di sale 1884´an de ava bû. Piştre wê di sale 1905´an de, wê bi riya hilbijartinan re ku di wê demê de keyê Swêdê biryarê dide, serbixwebûna wê dibêt. Swêdî û norwêcî, bi hev re şer nakin. Rêzê li biryara hevdû re didin. Piştî ku di hilbijartinên de norwêcî, biryara vaqatînê didin, êdî Norwêc, ji Swêdê di veqetiyê û weke welatekî serbixwe tê nasin.
Sîstema Norwêcêdemokrasî ye. Lê hê jîkey lê heye. Lê key, wilo zêde ti mafê wî zêde nîne ku kifş bike. Navê wîHarald V (Haraldê Pêncan) e. Lê ew mafê wî heya ku li parlamenê, biryaran binerê û di derbarê wan de di nava dewletê de hizrên xwe bêne ser ziman. Norwêc, welatekî ku endamêNATO'yê jî ye. Lê bi serê xwe ye. Û hertimî bi serê xwe tevgeriya ye. Li welêt, mafê mirovan pêşketî ye. Sîstema hilbijartinê ya bi partiyan lê heye. Pereyên wê jî, jê rekron tê gotin.
Li ku weke roja netewî ya ku her sal roja 17 gulanê,syttende mai, tê pîroz kirin. Ev roja, weke roja bûna destûrê ya û destpêka wê di sale 1814´an de ye.
Norwêc, welatekî ku ji aliyê binasaziyê ve pirr pêşketî ye. Binasaziya pirr pêşxistiya. Binasaziya wê li ser bahrê, binasaziya welêt û ya teknolojiyê pêşketî ye. Heta salên 1970'yî jî, weke welatekî xizan jiya.[çavkanî hewce ye] Lê piştî ku kifşkir ku dibin axê de petrol heye û kifşkir, êdî hin bi hin pêşket. Ji aliyê tenduristiyê û hwd de jî, xwediyê sîstemeke pêşketî ye. Li welatên Skandînaviyayê, weke welatê herî ku di warê tenduristiyê de pêşketî ye tê zanîn. Ji aliyê biyoloji û teknolojiyê ve, bi vê yekê, ji salên 1970'î û pê de, êdî bi pêşketina xwe re şoreş li ser şoreşê da kirin.
Li welêt, ji aliyê wêje û çandê ve pêşketina wê heye. Ji salên 1800'î û pê de, pêşketina wê ya di wan waran de heya. Mirovê ku di wan deman de mohra xwe li wêje wê xistiya jî,Henrik Ibsen e. Bi wê re, ku ji wê demê mayaAmeliya Skram e. Weke jina rewşenbîr ya demê ya bi tenê jê tê zanîn.
Zimanê norwêcî, di wan deman de, di zarava bûn. Yek jê reriksmål dihat gotin ku î ro jê re dibêjinbokmål û weke zimanê herî zêde tê bikarhanîn. Riksmål, berî bokmålê ye. Lê zimanê berê yê wê demê jî jê renynorsk yanî norweciya kevn tê gotin.[çavkanî hewce ye] Ev zarava, di roja me de, wilo zêde nayê bikarhanîn. Herî zêde, bokmål tê bikarhanîn.
Di deme şerê cihanê yê duyem de, artêşanaziyan, dikeve Norwecê de û Norwecê hemûkî dike bin destê xwe de. Artêşa Norwêcê li ber wê nikarê li ber xwe bide. Lê xalkê Norwêcê, li ber naziyan li ber xwe didin û şerê bênîzam ê gerîla li dijî naziyan didina dest pê kirin. Weke mînak ku heta roja me, weke sembola wê şerê li dijî naziyan li Norwêcê heyeMax Manus heye.[çavkanî hewce ye] Max Manus, leşkerekî ku dilê wî bi welatê wî ve bû. Li dijî naziyan, tekoşîna xwe dide meşendin û derbeyên mazin li hêzên naziyan dixe. Ku weke bûyereke pirr bi nav û deng li Norwêcê[çavkanî hewce ye] û di deme wî şerê de diderdikeve li pêş, kişta mazin ya naziyan ya şer û bi hezaran ton e, ew mirov bi çend hevalên xwe re li keviya Norwêcê li ser behrê wê noqî avê dikin û ev bûyar weke derbeyeke mezin li çengê artêşa naziya ya aliyê Skandînavya[çavkanî hewce ye] jî ye.
^"Arealstatistics for Norway 2020" (bi norwecî). Kartverket, mapping directory for Norway. 20 kanûna pêşîn 2019. Jiorîjînalê di 8 hezîran 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê7 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: date and year (lînk)
^"Population, 2025-01-01" (bi îngilîzî). Statistics Norway. 25 sibat 2025. Roja gihiştinê25 sibat 2025.