Diseqazanistî da,nixte ji hemî coreyên peytbûn anko xestbûna hilma av abaspehirê ko bibit sedema barîna wê hilmê bi ser erdî ra dihêt gotin. Nixte hingî rû didit ko baspehir bi hilma avê têr dibit û ew hilm peyt anko xest dibit û bi ser erdî dibarit. Nixteyê gelek şikil anko form hene:baran,befir ankoberf,şlove anko têkhileka baran û befirê,terig ankogijlok,xûsar ûxunav. Nixte qonaxeka girin jigera avê ye û serûkaniya piranî ya ava ser rûyê erdî ji nixteyê ye. Her sal zêdetir ji 505,000 kîlometirên sêca (km³) nixte dibarit, 398,000 km³ ji wê li serokyanîsan dibarin.
Sê coreyên serekî yên nixteyî hene:
- Nixteyên dibênin anko diqerisin:
- Nixteyên bestî anko qerisî:
Demabayê gerim û ter ber bi jor hildiçit hilma avê peyt dibit. Bi vî awayîewir peyda dibin û eger peytbûn berdewam bikit, peşikên avê mezintir dibin û nixte dibarit.