Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Neuroza trawmatîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Neuroza trawmatîk,neuroza ku bingeha xwe jîpsîkotrawmayan digire ye.

Mirovên ku tûşî trawmayan werin, nikarin bi hêsanî jiyana xwe bidomînin. Heger tedawî nebin, bi pirranî ew trawma xwe di temamiya jiyanê de didin der. Bo mînak heger leşkerekî ji şer vegere, di raketina wî de pirsgirêk hene, xewnên û bibîranînên nebaş derbasdike. Heger yek bi henekî dengê teqînekê derîne, leşker ditirse yan xwe diavêje erdê. Heger jinekê rastî tecawizê hatibe, dikare ji tenêmayînê yan ji mêrên biyan bitirse. Heger psîkotrawma tedawî nebin, dibin neuroz.

Neuroza trawmatîk herî kêm ji mangek zêdetir didome. Heger ji mehekê kêmtir be, tê wateya ku trawma nebûye neuroz û cihê tirsê nîne. Di krîz ên bibîranînê de hin guhertinên fizyologîk di organîzmê de pêk tên. Herwekî di mejî de jî hin madeyênhormonîk zêde dibin, bo mînaknoradrenalîn. Bi pirranî xwe di jinan de dide der. Pirranî bi trawmatîk neurozê re hin tabloyên nexweşiyan jî xwe didin der. Bo mînak,alkolîzm, daxwaza întaxarê hwd.

Hin sîmptomên neurozên trawmatîk

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • Nexweş bi hemî hêza xwe, xwe jî bibîranîna psîkotrawmayan dûr dixîne
  • Xwe ji mirovan dûr digire, bi serê xwe dimîne
  • Di tevgerên nexweş de sarbûn, giranî
  • An bi zehmetî dikeve xewê yan jî gelek caran ji xewê hişyar dibe
  • Nexweş gelek bihêrs û di reaksiyonên xwe deagresîv e
  • Nikare hiş û bala xwe bide karê xwe, pirsgirêkênoryantasyonê

Kê di bin rîska neuroza trawmatîk de ye?

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • Jinên ku ji mêrên xwe lêdanê dixwin
  • Leşker û kesên şer jiyane
  • Kesên ku êşkence dîtine
  • Kesên ku rastî tecawizê hatine
  • Kesên ku bûyerên awarte jiyane

Di tedawiya vê nexweşiyê depsîkoterapî û bikaranîna dermanan tên bikaranîn. Alîkariyeka civakî û atmosferek germahî jî pêwîst e.


Îkona şitlekEv gotara têkildarîderûnnasiyêşitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê libiguhêre bike.(Çawa?)
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Neuroza_trawmatîk&oldid=1798469" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp