Navik,dendik (latînî:nucleus an jînuculeus) perçeyek herxaneya mirova ye. Ji xeynîxirokên sor ênxwîna mirov, hemû xaneyên navikdirust (eukaryotî) bi navik in. Bi gelemperî di her xaneyê de navikek heye, lê di be ko hejmara navik di nav hin xaneyan de zêdetir be. Wekî mînak, xaneyênpeykeremasûlke, firenavikî ne. Bi piranî, ji xeynî riwekan, navik di navenda xaneyê de cih digire. Di xaneyên riwekan de ji bervakuola navendî, navik li nêzikêparzûna xaneyê cih digire. Navik bi cotparzûn, xwe ji sîtoplazmayê cuda digire. Ev cot parzûnên navikê wekî ‘qalika navikê ‘(nuclear envelope) tê bi nav kirin. Li ser qalika navikê kunik (bi îngilîzî:pore) hene.Rîbozom ûARNya ku di nav navikê de çêbûyine, di nav van kunikan de derbasî sîtoplazmayê dibe. Parzûna derve ya navikê biretîkûlûma endoplazmî ya zivir ve girêdayî ye.