Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Beşa saetê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(JiNavçeya saetî hat beralîkirin)
Nexşeya beşên saetê yên Dinyayê
Xêzedema guhertinê

Beşa saetê[1] ,beşa demê[1], yannavçeya saetî,[çavkanî hewce ye] an jî bi kurtîUTC (bi îngîlîzî,Coordinated Universal Time) navçeyê ko li deman heman heye. Gorî we dinya bi toziya 15° niqira, qasî ko navberê de herî pir saetek bibe, hatiya par kirin e. Gorî wê dinya li 24 navçeya saeta par bûya. Li Cemseran 24 saet jî hêne, lê liAntarktîka timUTC heye.

Bi rast li derekê roj gîşte xala herî bilind, li wir saet 12 ne. Lê gorî navçeya saetî jî li ser nexşeke, an jî bi rast mirov aliya rojhilat de hara saet kêm dibe, ku rojava da hara jî saet pêş de dera. Ew saet kêm bûn, an jî pir bûn e sînoraka xwe he ye. Bi wê reXêzedema Guhertinê tê gotin. Mirov aliya rojhilat de wê xêzê derbaz bike rojakî kar dika, aliya rojava de derbaz bike jî rojakî winda dike.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Beşa saetê ya herî pêşîn liBrîtanyayê, di 1ê kanûna pêşîn a 1847an de ji boBritish Railways hat bikaranîn. Ya tevayî li cîhanê herî pêşîn jîSandford Fleming endazeyarê rêhesinî li Kanada 1879an bi "saetê rêhesin" pêşniyarî kir. Di çiriya pêşîn a 1884an deWashingtonê di konferanseke li ser meridyenan (Konferansa li ser Meridyanên Navneteweyî) de hat pejirandin ku dinya bi 24 beşên saetê, her yek di 15 meridyenan hatî pê, parve bibe. Navbera her navçeyekê de jî bila saetek, 60hûrdemin bibe. Disa di wê konferansê da hat biryardan ku bila dîdexaneyê Greenwich a liLondonê meridyena sifir be.

Îro

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Li dinya niha gorî beşa saetê (UTC) hatiye parvekirin. Ji bo wêGreenwich Mean Time tê hilgirtina bal e. UTC gorî meridyena sifir li Greenwichê li Londonê tê mîhengkirin.

Her dewletek beşeke xwe ya saetê heye. Welatê li rojhelat û rojava dirêj dibin li yeka pitir beşa xwe ya saetê hene. Rûsya bi 11,DYA 6,Kanada 5,Brezîl 4,Awistralya ûMeksîk jî bi 3 beşên saetê hatine parvekirin. Tevî kuÇîn jî li ser rojava û rojhilat welatekî gelek fireh jî be beşeke saetê ya tenê heye. Ji bo wê sînorênEfxanistan ûÇin de sê saet cuda heye.

Saeta havînî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Li biharan gelek welat derbazî beşeke saetê ya din dibin, payîzan jî şûnde vedigerin. Minakî welatên ewropayî; zivistanan piraniya welatên ewropayî di beşa saetê yaUTC+1 de ne. Ji bo havînan roj hîn pir bibînin derbazî beşa saetê yaUTC+2 dibin. Li payîzê jî şûnde vedigerîneUTC+1.

Bibîne

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^abAbdurrahman Önen (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê (Coğrafya). Stembol: Doz.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Beşa_saetê&oldid=1925228" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp