Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê an jî bi kurte (NATO), (biîngilîzî:NorthAtlanticTreatyOrganisation,fransî:OTAN,Organisation dutraité de l'Atlantiquenord) hevalbendiyeke leşkerî ye û ji bo parastina li dijî êrişên dewletên din yên ku tê de ne endam in hate sazkirin.
Yekem car bi tevlîbûna 5 endaman di17ê adarê sala1948an de hate sazkirin. PiştîŞerê cîhanî yê duyemîn ji bo sazkirina ewlekariya welatên herêma Atlantîka Bakur hevdîtin hatin çêkirin. Di dawiyê de di 17 adara 1948an de liBrukselê di navbêra 5 dewletan de "paktekek pênc alî" hate mohir kirin. Paşê ji bo pêşxistina sîstema parastina yekgirtî dewletên din jî serî lê dan û li ser vê yekê di4ê nîsanê1949a de "Pakta Atlantîka Bakûr" ango NATO hate sazkirin. Welatên ku vê peymanê mohirkirine ev in:Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,Brîtaniya Mezin,Fransa,Kanada,Belçîka,Holenda,Lûksembûrg,Îtalya,Portûgal,Norwêc,Danîmarka ûÎrlenda. Bi vî awayî dewletên mîna Portûgal û Îtalyayê ku qet eleqeya wan bi herêma Atlantîka Bakûr re tune ye jî tevlî paktê bûn. Lewma hukumetên Tirk û Yewnanan jî xwesti tevlî paktê bibin û serî li dewletên endamên paktê dan. Bi tevlîbûnaTirkiye,Yewnanistan,Almanya Rojava (wê demê Almanya du beş bû) ûSpanyayê hejmara endamên NATOyê derket 16an.
Armanca vêpeymanê ew bû ku rê li ber firehbûnaSovyetê di navaEwropayê de bigire. Li gorî peymana Atlantîka Bakur NATOyê, „heger êrîşek li ser endamekî, yan jî çend endamên rêxistinê werin li darxistin, ev tê wateya ku êrîş li hemberî hemû paktê (hevgirtin) hatiye kirin û divê li hemberî êrîşê helwesteke yekgirtî ya parastinê ji aliyê endamên allîansê werê girtin. Yekem navenda NATOyê li nêzîParîsê hatiye sazkirin, paşê jî li paytextaBelçîkaBrukselê. Fermdandariya Başûr-Rojhilatê NATOyê jî li bajarêTirkiyeÎzmîrê ye. Piştî ku dawî bi şerê sar hat, NATOyê armancên xwe careke din di bin çavan de derbas kir û di sala1991a destratejiyeke nû da pêşiya xwe. Li gor vê stratejiyê NATO xwest ku hijmara hêzên xwe yên leşkerî kêmtir bike û zêdetir hevkariyê bi saziyên navnetewî bike, beşdarî di operasyonên parastina aştiyê bibe. NATO di hêla kontrol kirina çekan de jî, nêrîna rojava ya ku di Peymana (INF) ya sala1987 an de hatiye, ji xwe re weke bingeh digre. Ew peyman dibêje ku pêwîsteçekên nukleriyên navencî li holê bên rakirin.
Sergio Balanzino ûAlessandro Minuto Rizzo tenê ji bo dema lêgerîna li sekreterekî nû - yanî bi awayekî komîsarî - li ser kar bûn.
|
|---|
| Navneteweyî | |
|---|
| Neteweyî | |
|---|
| Akademîk | |
|---|
| Hunermend | |
|---|
| Însan | |
|---|
| Yên din | |
|---|