Mastê ku zêde av tê de hebe û li cihekîgerm were hilanîn, zû tirş dibe. Sedama vê yekêBakterî ne. Bakterî ji nav havênê ku mast dimeyinîne tên. Heke ew bakterî tune bin, jixwe şîr nabe mast. Ew bakteriyên baş in. Lê, dema ku ew bakterî pir zêde dibin, çêjeke nexweş didin mêst û tirş dikin. Heta, dema ku pir zêde dibin, ji tevgera wan mirov bi çavên xwe jî dibîne ku mast peqpeqokan dide.
Li Kurdistanê mast xwarineke bingehîn e. Lê dema ku mast tirş dibe, nema tê xwarin. Ji lew re, koçer û gundiyên kurd, ji kîsikên xasparzûn çêdikirin û mast bera hundir wan parzûnan didan. Dûvre ew parzûn bi derekê ve dadiliqandin. Piştî demekê ava mast dadiwerivî û mast ziha dibû. Ji ber ku av di hundir mast de nedima, bakterî jî nema dikaribûn zêde bûbûna. Dema bakterî zêde nebûna, mast jî çêjeke tirş nedida.