Li bajarêEislebenê ji dayîk bûye û li zanîngehaErfurtê perwerde dîtiye. Piştî perwerdeya xwe li zanîngehaWittenbergê dest bi mamostetiyê kiriye. Luther li ser nakokî û sextekariyên dînê xiristiyaniyê sekiniye û li dijî wan derketiye. Cara yekem li dijî firotinaendûljansê di31ê Cotkar 1517an de angaşt û protestoyên xwe di bin 95 xalî de bi deriyê Kelheya Wittenbergê ve kiriye û li dijî sextekarî û olfiroşiyê derketiye. Ev yeka han dibe sedem ku Luther ji aliyê paşverûtiya dêrê ve bibe hedef.
Di sala1518an de ji aliyêPapa liRomayê li dijî Luther doz tê vekirin. Jê tê xwestin ku nêrînên xwe şûnve bikşîne û li dijî sazûmaniya rûniştî ya dêrê dernekeve. Heya bigire ji aliyê key Maximillian tê aforozkirin. Luther hin caran bi nameyan lêborîna xwe ji PapaLeo X dixwaze, lê ji ramanên xwe nayê xwar. Papa Leo X wî di15 Pûşper 1520an de bi belavokek aforoz dike ango ji dîn dertîne.
Lê roj bi roj alîgirên Luther jî zêdedibin. Şagirtên wî belavoka Papa diqelişînin. Luther him bi dozên ku li dijî wî vebûne re bilî dibe, him jî dest ji ger, waîz û civînên xwe nakşîne. Yekemîn car wergera Mizgînê (Încîl) bo almanî tê kirin. Luther dixwast ku hemî waîz û karên dînî bi zimanên herêmî were kirin ku mirov jê fêhm bike. Gundiyên almanan bi fikrên Luther dest bi serhildanan dikin. 50.000 gundî ji aliyê dûkênkatolîk ve tên kuştin. SeranserEwropa dikeve nîqaş û tevlîheviyê. Gel dibin du alî, hin fikrên Luther dipejirînin, hin jî li dij derdikevin. Ev yeka han civakê diguherîne, pêşde dibe.
Luther li dijî Papa û paşverûtiyê gotar û pirtûkên tûj dinivîsîne. Papa bi navê "berdevkê Şeytên" binavdike. Li dijîtirkan ûcihûyan derdikeve. Hatina tirkan berî bi Ewropa rexne dike û gel hişyar dike. Luther biserdikeve û di gelek warên jiyanê û prînsîbên dînî de reforman pêk tîne. Ew wekîreformîstekî wêrek û serkeftî tê zanîn.