Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Mîrzayê Biçûk (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mîrzayê Biçûk
Pêşkêşkirina Saint Exupery - Muzeya Hewa û Feza, Le Bourget, Paris, Fransa
NivîskarAntoine de Saint-Exupéry
WergêrFawaz Husên
ŞêweZarok, Çîrok
WelatFransa
DîrokNîsan 1943
WêneçêkerAntoine de Saint-Exupéry
biguhêreBelge

Mîrzayê Biçûk (bi fransî:Le Petit Prince), çîroka herî bi nav û deng ya nivîskarê fransîAntoine de Saint-Exupéry ye û di nava çîrokên zarokan yên klasîk cih digire. Pirtûk heta niha ji 361 ziman û devokan re hatiye wergerandin.[1][2]

Çîroka pirtûkê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Rojek ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çolaSehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe jê re wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gêrestêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje ku gêrestêrka wî pirr biçûk e: Li ser wê sêvolkan û guleke ji xwe razî heye.

Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, çendgêrestêrên din geriyaye: Li her gêrestêrekê mirovek din jiyabûye lê Mîrzayê Biçûk ti kesî ji wan ji xwe re ne kiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe re mijûl in û rû nadin ev tistên serekîn ên jiyanê, yên ku mirovan kêfxwes dikin.

Bi derbasbûyîna demêpîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî havî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ewê ti car hev û din ji bîr nekin.

Wergerên kurdî yên pirtûkaMîrzayê Biçûk

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Mîrzayê Biçûk bi zimanên cuda cuda

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^"'The Little Prince' becomes world's most translated book, excluding religious works". CTV News. 7 nîsan 2017. Jiorîjînalê di 2 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2018.
  2. ^Shattuck, Kathryn (2005)A Prince Eternal,The New York Times, 3 April 2005.
Navneteweyî
Neteweyî
Yên din
Îkona şitlekEv gotara li ser pirtûkekêşitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê libiguhêre bike.(Çawa?)
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Mîrzayê_Biçûk_(pirtûk)&oldid=1917399" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp