London,paytext û bajarê herî mezin êÎnglistan ûKeyaniya Yekbûyî ye ku nifûsa bajêr ji 9 milyonê zêdetir e. Bajarê Londonê li serÇemê Thamesê li başûrê rojhilatêÎnglistanê, 80 kîlomêtre berbiDeryaya Bakur ve radiweste û ji du hezar salan ve wargeheke sereke ye. Bajêr bingeh û navenda darayî ya kevnar e ku ji aliyêromayiyan ve bi navê Londinium hatiye damezrandin. Ji sedsala 19an vir ve navê "London" di heman demê de behsa metropola li dora vê bingehê jî dike ku bi awayekî dîrokî di navbera wîlayetênMiddlesex,Essex,Surrey,Kent ûHertfordshire de hatiye dabeş kirin û bi giranî ji Londona Mezin pêk tên. Ev beşên wîlayetan ji aliyê Desthilata Londonê ya Mezin ve têne birêvebirin. BajarêWestminster, li rojavayê bajarê Londonê ye ku bi sedsalan e hikûmet û parlamena neteweyî li vî bajarê ye.
Di sala 1993an de, bermahiyên pira Çaxa Bronz li berava başûr li jora pira Vauxhall hatin dîtin.[1] Ev yan ji Thames derbas bû yan jî gihîşt giravek ku niha di avê de winda bûye. Du ji darên radyokarbonê yên 1750-1285b.z.ê bûn.[1]
Tevî delîlên niştecihiyên Brîtonîk ên belavbûyî yên li herêmê, rûniştina yekem a mezin ji aliyê Romayiyan ve bi qasî çar salan piştî dagirkirina 43 salênp.z.ê de hatiye damezrandin.[4] Ev yek heta dema ku eşîra Iceni bi serokatiya keybanûBoudîka ew avêtin û ew bi erdê re şewitandin, heya 61 salênp.z.ê dewam kir.[5] Tecrûbeya plankirî ya paşîn a Londinium serkevtî bû û di sala 100an deli cihê bajarê Colchester, dibe paytexta parêzgeha Romayê ya Brîtanyayê. Di dema xwe yê her serkevtî yê di sedsala 2an de, li Londona Romayî bi qasî 60.000 jiyan dikir.[6]
Bi hilweşîna destpêka sedsala 5an a serweriya Romayê re, bajarê Londonê statûya xwe yê paytextiyê windakir û bajarê dîwarkirî yê Londinium hate terikandin, lê şaristaniya Romayê li dora St Martin-in-the-Fields heya sala 450an berdewam kir.[7] Li dora sala 500an de, rûniştgehek Anglo-Saxon ku wekî Lundenwic tê zanîn li rojavayê bajarê Romaya kevn e, pêşve çû.[8] Dora sala 680an de bajar dîsa bû benderek sereke, lê delîlên hindik di derbarê hilberîn ên mezin de hene. Ji sala 820an ve bi êrîşên dubare yên Vikingan re pêşveçûyina bajêr ket.[9]
Vîkîngan Danelaw li piraniya rojhilata Înglistanê bicih anî. Sinorê wê ji Londonê heya Chesterê wekî herêmek kontrola siyasî û erdnîgarî ya ku ji hêla êrişên Vîkîngan ve bi fermî ji hêla şerkerê Danîmarkî, Guthrum û keyê Saksona rojava Alfredê Mezin ve hatiye pejirandin, heta sala 886an dewam dike. Anglo-Saxon Chronicle tomar dike ku Alfred di sala 886an de Londonê "ji nû ve ava dike". Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev yek bi terikandina Lundenwic careke din vejandina jiyan û bazirganiyê di nav dîwarên kevnar ên Romayê de ji nûve çêdibin. Piştre London bi mezinbûyinek hêdî heta sala 950an dewam dike.
Londona Mezin bi tevahî 1.583 km² vedihewîne, deverek ku di sala 2001an de nifûsa wê 7.172.036 kes bû û li bajêr 11.760 niştecîh li ser 4.542/km² yê de dijîn. Devera berfireh a ku wekî Herêma Metropolîtan a Londonê an Agglomerasyona Metropolîtan a Londonê tê zanîn, bi tevahî ji 8.382 km² yê pêk tê. nifûsa wê 13.709.000 kes e û nifûsê deverê 3.900 niştecih li serrûerd 1.510/km² yê dijîn.
Londona nûjen li serÇemê Thames radiweste, taybetmendiya wê ya bingehîn a erdnîgarî, xwedî çemek navgînî ye ku ji başûrê rojava ve ber bi rojhilat ve diherike. Geliyê Thames deştekî lehiyê ye ku ji hêla girên biçûk ve tê dorpêç kirin, di nav giran de girên Parlamenê Hill, Addington Hill û Primrose Hill, hene. Di dîrokê de London li xala pira herî nizm a li ser Thamesê mezin bûye.[10]
London, ku wekî Londona Mezin jî tê zanîn, yek ji neh herêmên Înglistanê ye û beşa herî jorîn e ku piraniya metropolên bajêr vedigire. Bajarê Londonê di bingehê xwe de carekê tevaya niştecihbûnê pêk dianî, lê her ku qada wê ya bajarî mezin bû, Pargîdaniya London li dijî hewildanên yekkirina Bajar bi derûdora wê re li ber xwe da û bû sedem ku "London" bi çend awayan were destnîşan kirin.[11]
Ji sedî 40ê Londona Mezin ji aliyê bajarokê posta Londonê ve tê vegirtin ku tê de 'LONDON' beşek ji navnîşanên postê ye. Sînorê Londonê ya Mezin li hinek cihan biOtobana M25 ve hatiye sinor kirin. Zêdetir berfirehbûna bajarî naha ji hêla KemberaKesk a Metropolitan ve tê asteng kirin. Her çend qadek Bajarê Mezin a Londonê ya ku ji hev veqetandî hatiye destnîşan kirin zêde bike Jî, devera çêkirî li hinek cihan ji sinorên wî dirêj dibin. Londona Mezin ji bo hin armancan di hundurê London û Londonê ya Derve de ye û ji aliyêÇemê Thames ve li Bakur û Başûr, bi navçeyek navendî ya Londonê ve tê dabeş kirin.[11]
London xwediyê avhewayê okyanûsî ya nerm e. Qeydên baranê ji kêmasî ve ji sala 1697an vir ve, ku tomar li Kew dest pê kir, li bajêr têne tomar kirin. Li Kew, barana herî zêde di mehekê de 7.4 inç (189 mm) di mijdara sala 1755an de ye û ya herî kêm 0 inç (0 mm) di kanûna sala 1788an de û di tîrmeha sala 1800an de ye. Sala herî bi baran a ku di tomarê de hatiye tomar kirin, di sala 1903an de ye ku bi tevahî daketina baranê 38.1 înç (969 mm) û sala herî ziwa di sala 1921ê ye ku bi tevahî barîna baranê 12.1 înç (308 mm) e. Barîna salane ya navîn bi qasî 600 mm ye ku nîvê barana salane ya bajarêNew York Cityyê ye lê ji barana salane ya bajarênRoma,Lîzbon ûSîdneyê jî kêmtir e.[12]
^ab"British Archaeology, no 46, July 1999: News".web.archive.org. 27 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 nîsan 2011. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
^"BBC - History : British History Timeline".web.archive.org. 30 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2022. Roja gihiştinê 28 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)