Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Lombard

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîvgirava Îtalyayê ji aliyê lombardan ve hate dagîrkirin (568-774 piştî zayînê)

Lombard an jîlongobard eşîrekegermanî bû, diSkandînavyayê derketin dîrokê û bi koçberiyê hatin bakurêÎtalyayê niştecih bûn.

Etîmolojî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas wateya navê wan " bi rihen dirêj" be jî sê çar versîyonên din yên çîrok û mîtên navê wan heye. Çîroka herî tê qebûlkirin di demên kevnar de mêrên wan red dikirin ku rihen xwe qut bikin, ji ber vê yekê jî wan re ev nav dane wan. DiMîtolojiya germanî de jî derheqê vê awayê da mîtek heye.[1]

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Agahiyên derheqê qewmê Lombardan cara ewil di nivîsên nivîskarênRomayî tê dîtin. Di sala 9ê p.z.Velleius Paterculus, sala 20ê p.z.Strabo, sala 98êTacitus derbarê wan de nivîsandiye.

Navdarbûn an jî nasîna wan ji hêla dinyayê di demênKoça Qewman de çêdibe. Ew jî di nav Germaniyên din de beşdarî vê koça mezin bûn. Lombardan ji welatê xwe yên ewil, -di demê îroyîn de ji hêla bakurê rojavayêElmanyayê dimîne- dest bi meşê kirin heta ke Awrûpaya navîn hatin. Axa ku ew hatine di demê îroyîn de ji hêla Awûstûryayê dimîne. Li wir hin caran germenên din wekVandalan re hin caran jî Romayîyan re ketin nav şeran.

Di sala 546ê p.z. keyaniya yekem yên Lombardan ji hêlaAudoinê hat avakirin. Êdî ne wek êlekî wek împeratorîyekî hatin rêxistîkirin. Bi awaya sazbûn û hiyerarşîyê împaratoriyan ji xwe re kirin mînak bi wî şeklê hêdî hêdî pêş ketin.[2] Li ser axên xwe li hemberîGepîdan têkoşîn dan û ser ketin.

Di wan salan de li ser axa ÎtalyayêÎmperatoriya Bîzansê ûGotan şerekî dijwar girtibû, di dawiya şerê de Bîzans bi fermandarîyaBelîsariosê ser ket. Keyaniyên Gotan têk çûbûn, Lombardan vê yekê wek firsetek dîtin, di sala 568ê ji çiyayênAlpê derbas bûn û ketin axa bakurê Îtalyayê qet berxwedanekê nedîtin ji ber ku Got têk çûbûn, Bîzans jî zehf dûr bû. Bi fermandarîya kurê Audoinê Alboinê piraniya bakurê Îtalyayê bi dest xistin.

Di demekê şûnda Key Alboin mir û kurê wî Cleph bû key. Bi awayekî pir dijwar desthilatdarî kir, di demekê nêz da ew jî mir. Keyaniya Lombardan ma bê key. Di deh salan her bajêr pê desthilatdarîya feodalekî hay rê ve birin. Di vê deh salan de kaos ket navbera Lombardan û xetereya dagirkirinaFrankan peyda bû. Lombardan kurê key Clephê Authariyê kirin key. Lê Frankan ji Bîzansê ra hevalbendî kirin û bajarên Lombardan dagirkirin. Autharî hêj nekarî dest bi têkoşîna li dijî dagirkerîya bike mir.

Keyê nû mirovê Authariyê heman demê de dûkêTorînoyêAgilulf bû. Ew di demên xwe de li hemberî dagirkirinê karên baş kir. Bajarên ji hêla Frankan hatibûn dagirkirin ji wan dîsa stand.

Keyanî di demekê şûnda hêdî hêdî ser xwe ve hat. Rêxistinbûna wî pêk hat. Di sedsala 7em de ji mezheba Aryanizmê, derbasîmezheba ortodoksê bûn.

Di salen 700 û 712an de keyê zalimAripet IIem desthilatdarî kir,piştê wî xanedan guherî. Liudprand di salên 712 û 744 de desthilatdarî kir. Ew keyên herî mezin yênLombardiyayê bû. Destpêkê da pirsgirêkên keyaniyên navîn qedand, pişt re êrîş li ser axên Bîzansê yên Îtalyayê kir. Gelek ax ji Bîzansê stand.

Dagirkirina axên papatiyê ji hêla keyênAistulf (749–756) ûDesiderius (756–774 ) dewam kir. Papa Adrian I neçar kir ku alîkariyê ji keyê FrankKarlê Mezin bixwaze. Frank di 773 de ketin Îtalyayê, û piştî dorpêçkirina salekê Paviayê peytexta Lombardan ket destê artêşên wan. Desiderius hate girtin, û Karlê Mezin bû keyê Lombardan û hem jî ya Frankan. Bi vî awayî desthilatdariya Lombardan li temamê Îtalyayê bi dawî bû.

Mijarên têkildar

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^https://www.worldhistory.org/Lombards/#google_vignette
  2. ^https://www.britannica.com/topic/Lombard-people
Neteweyî
Cografî
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Lombard&oldid=1877185" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp