Letonya[1] an jîKomara Letonyayê (fermî biletonîLatvijas Republika,lîvonîLeţmō Vabāmō) welateke li BakurêEwropayê ye. Letonya ew yek ji welatên baltîk (Estonya, Letonya,Lîtvanya). Paytexta LetonyayêRîga ye.
Letonyayê di 18ê çiriya paşîn 1918an de serxwebûna xwe îlan kir. Letonya di navbera salên 1940 û 1945an de ji aliyêYekîtiya Sovyetê ûAlmanyayaNazî ve hat dagirkirin. Piştî şer Letonya ket bin serweriya Sovyetê. Di 1991ê de Letonya serxwebûna xwe bi tevahî nû kir. Letonya di 2004an de bû endameke tam aYekîtiya Ewropî.
Firehiya xakên Letonyayê li derên herî fireh bakur başûrî de 210 km û rojava rojhelatî de jî 450 km e. Rûerda wê 64.589 km² ye û tixûbên wê bi temamî 1.370 km ye. Tixûbên Letonyayê bi çar welatan re hene: Estonya li bakurê (333 km),Rûsya li rojhilatê (332 km),Belarûs li başûrê rojhilat (161 km) û Lîtvanya başûrê (544 km) wê dikevin. Ew biDeryaya Baltîkî li rojavayê (498 km) dorpêçkirî ye. Cihê herî bilind ê LetonyayêGaiziņkalns e, bilindahiya wî 312 metre ye. 54% ji axa Letonya daristan in û 29% ji axa wê kêrî çandiniyê tê.[2]