Licê | |
|---|---|
| Lice | |
Nexşeya Liceyê | |
| Koordînat:38°27′38″Bk40°38′46″Rh / 38.46056°Bk 40.64611°Rh /38.46056; 40.64611 | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Amed |
| Serbajar | Licê |
| Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
| Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
| Hejmara taxan | 13 tax |
| Hejmara gundan | 56 gund |
| Hejmara mezrayan | 112 mezra |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 1.083[1] km2 (Çewtîya formatkirinê: têketina nederbasdar tilorkirin e sq mi) |
| Bilindahî | 990 m (3250 ft) |
| Nifûs (2008) | 31.251[2] |
| • Berbelavî | 28,9/km2 (75/sq mi) |
| • Serbajar (2008) | 12.111 |
| Koda postayê | 21700 |
| Koda telefonê | (+90) 412 |
![]() | |
| biguhêre | |
Licê (1928: لبجه[3] (Libce [sic]),tirkî: Lice) bajar û navçeyeke jiparêzgeha Diyarbekir diBakurê Kurdistanê de ye.
Heft herêmên Licê hene. Lê çend gund û cî jî hene ku nakevin nav sînorê van her heft herêman. Wek aliyê rojhilat, rojava û başûrê navenda Licê. Ev gundên weha di nav herêman de, bi serê xwe hatin bi cî kirin.
Licê ji aliyê cî û şaristaniyê ve herêmeke gelek kevn e. Herêmeke stratejîk û çiyayî ye. Şopên mirovên dema şikeftan (neolîtîk) ku 10 hezar berî îro jiyan e li herêma Licê hene. Hîn îro jî mirov li herêmênBiryas,Biriqleyn,Fîs,Hûrê,Sadilkêf, Husênik,Cinezûr,Melê û li derdora gomênPanav ûGoma Xicîkan rastî gelek nawis, şikeft û xerabeyan tê. Licî ji şikeftên ku ji kevir hatine kolandin re nawis dibêjin. Li van herêmên ku me navên wan got, kevir wek mal hatine kolandin. Hundirên wan çavî bi çavî ne. Hinek ji wan nawisan du tebeq in û hinek jî di nav hev de xwedî çend beş û ode ne. Xuya ye ku di dema kevir û nêçîrvaniyê de, ev nawis ji aliyê însanan ve hatine kolandin û wek mal bi kar anîne. Ji aliyê dîrokzanan ve hatiye tespîtkirin ku 3.000 berî Mîladê bi navê Sobarî xelkek li herêma jorê Dîclê bi cî bûye. Tê gotin ku Sobarî xelkê herî pêşi ye ku li herêmê bi cî bûye. Piştre navê Hûrî li Sobariyan hatiye kirin. Hûrî ji Zagrosan heta Serhed, Amed, Riha û Sûriyê hukim kirine. Zimanê wan Hînd-Ewropî bûye. Di derheqê Hûriyan de dokumenta nivîskî ev e ku cara pêşî Hûriyan kela (bedena) Amedê çêkirine. Îro jî li ser kevirên kelê yên herî binî bi zimanê Hûrî nivîsên bizmarî hene. Piştre bajêr her ku dest guhartiye, li ser dîwarê Hûriyan dîwarên nû hatine îlawe kirin. Hûrî di herêma Licê de xurt bûne. Navê gundê Hûrê hîn ji wê demê ve maye. Hûrî di nawis û şikeftan de jiyan. Bi zimanê Babîliyan, hûrî navê şikeftê ye.
Lê hezar mixabin ku heta niha li herêma Licê li ser van nawis û xerabeyan tu lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Ez weha bawer dikim ku ev nawis bi kêmasî 5.000 berî niha hatine kolandin. Dibe ku ew ji dema Sobarî-Hûriyan ve mabin. Dîsa nêzîkî van gundên bi nawis gelek xerabe hene ku di zemanê berê de ew gund û bajar bûne. Tu kes bi sedemên wêranbûn û cûmbûna wan şaristaniyan nizane. Îhtîmala herî mezin ew e ku bajar û gundên wê demê di erdhejekê de cûm bûne. Tofan û gîtên dijwar bi serê wan re hatine. Dîsa ne dûrî eqil e ku welatên wan di şerên giran û dijwar de hatibin wêran kirin.
Bajarekî weha xerabe û cûmbûyî li pişt Licêya kevn, li serê çiyayê Şîro jî heye. Licî ji vî bajarê xerabe re bajarê Şîro dibêjin. Tê gotin ku Şîro komûtan û serokê bajêr bûye. Dîsa li gor gotinên gotinbêjan Şîro komûtanê Merwaniyan bûye. Kes nizane çi bi serê Şîro û bajarê wî hatiye. Gelo ji wir hatine û Licê avakirine? Lê li ser hinek kevirên xerabeyên herêmên Licê wek Zarga Fîsê, Biriqleynê nivîsarên dema Asûrî, Roma û Îskenderê Zirqleynî hene. Nivîsarên li ser şikefta Biriqleynê ji aliyê kralên Asûr Tîglatpîleser-ll an û Salmazerê lll an ve hatine nivîsîn. Tîglatpîleser-ll berî Mîladê di navbera salên 930-950î û Salmazerê lll an jî berî Mîladê di navbera salên 840-860î de hukimdarî kirine. Asuriyan ne ji bajarê Licê re lê ji hemû herêma Licê re Şîrîşa gotine.
Piştre dagîrkerên wekRoma,Ecem,Bîzans,Ereb ûTirk hatine herêmê. Lê hezar mixabin wek dîroka Kurdan a giştî dîroka Licê ya nivîskî jî zêde ne diyar û zelal e. Lê tiştek heye ku dîroka Licê ya nivîskî bi yaEntaxê dest pê dike.
Li herêmaLicê wek bajar ciyê herî kevn û dîrokî yek jê jîEntax e. Di dîrokê de navê wêAtax,Ataq ûHetax derbas dibe. Entax îro gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê û bi qasî 15-20 km yî ji Licê dûr e. Ne awayekî dîrokî û zanyarî lê li gor gotinên bav û kalên liciyan, licî ji Entaxê koçkirine û hatine li ciyê Licêya îroyîn bi cî bûne. Ji ber vê yekê jî tukes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser camiya Mezin a Licê ye di sala1540î hatiye nivîsin, e.
Di derheqê Entaxê de du çavkaniyên dîrokî hene:Dîroka Kurdên Merwanî ûŞerefname. Li gor dîroka Kurdên Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextêDewleta MerwanîFarqîn bûye û Entax jî sancaxa wê bûye. Entax ciyê havîngeh û seyrangeha serokê dewleta Merwniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê, xwarine û vedixwarine, guhdariya saz û stranan kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku Entax havîngeh û evîngeha padîşayên Merwaniyan bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên MerwanîÎbn el-Ezraq, 990 sal berî îro, li Entaxê behsa serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike. Serpêhatî weha ye: