Kurdistan yan jî erdnîgariyakurdan di despêkê de piştê şerêosmanî ûsefewîyan biPeymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewletên neteweperest ên ku li ser esasiyên yek-netewe hatine avakirin, di navbera dewletênTirkiye,Sûrî,Îraq ûÎranê de tê perçe kirin û bi van perçekirinan Kurdistan dibe çar perçe.[1][2]
PiştîPeymana Lozanê erdnîgariya Kurdistan bi vê peymanê di navbera çar dewletên neteweperest de tê perçe kirin. Dewletên ku li ser esasiyên yek-netewe (mîlîtarîst) hatine avakirin, herêmên Kurdistanê ku di bin serweriyên wan de dimîne, ji aliyê van dewletan ve demografiya gelek bajar û gundên Kurdistanê bi neteweyên wekî tirk û ereban hatiye guhertin. Li ser van beşên Kurdistanê ku di bin serweriya van dewletên neteweperest de dimîne bi awayên tund zext û înkarkirin li serziman ûçanda kurdan hatine meşandin.[3][4]
Li gorî dabaşbkirinên erdnîgarî di roja îro de çar perçeyên Kurdistan bi çar perçeyên erdnîgarî hatiye destnîşankirin. Beşên erdnigarî yên Kurdistanê wekêBakurê Kurdistanê,Başûrê Kurdistanê,Rojhilata Kurdistanê ûRojavaya Kurdistanê hatine binavkirin. Ev beşên erdnigarî di heman demê de perçeyên ku ji aliyê dewletên desthildar ve hatine desteserkirin destnîşan dikin.
Berî dagîrkirina selcûqiyan, dîroknivîsMatthiasê Edessayî di dîroknameya xwe yê bi ermenî de navêK'rdstanac dabû hêremeke di navAmed ûSiverekê de[13]
PeyvaKurdistan tê wateya "welatê kurdan" û cara yekê ji aliyeselcûqiyan ve, di sedsala 11an de hatiye bikaranîn. Selcûqiyan navçêya Bahar li başûrêHamedan, "Kurdistan" lê nav danîn. Li gorîŞerefxan herêma mîrgehaMelkişî yaDêrsimê wek Kurdistan dihat nasîn.
Welatê kurdan Kurdistan îro welatekî dagirkirî û parçekirî ye. Bi hezaran gundên kurdan hatine şewitandin û bi milyona kurd ji cih û warên wan hatine derxistin, mecbûrî koçberiya derveyî Kurdistanê hatine kirin. Di van sedsalên dawî de bi armaca bidestxistin û kontrolkirina welat û êlên Kurdan gelek êl ji Kurdistanê hatin durxistin û li deverên dûrî Kurdistanê hatin bicihkirin, weke mînakKurdên Anatoliya Navîn,Kurdên Xoresanê,Kurdên Kafkasyayê û gelekên din. Di heman demê de bi armaca asîmîlekirina kurdan û dagirkirina cih û warên kurdan gelek êlên ne kurd li Kurdistanê hatin bicihkirin, weke erebkirinabaşûrê Kurdistanê ji aliyêrejîma Sedam,Kembera erebî liRojavayê Kurdistanê di van dehsalên dawî de û bicihkirina bi milyonantirk ûtirkoman li bakurê Kurdistanê. Ji ber vê rewşê gelek nexşeyên Kurdistanê jî aliyê gelek kes û rêxistinên ne kurd hatin çêkirin û belavkirin, bêgûman heryek bi armancên xwe ên polîtik û şaşagahdarkirina kurdan û raya giştî. Di gelek ji van nexşeyan da, beşên mezin ji Kurdistanê ji Kurdistanê hatine veqetandin û wiha tê nîşandan kû ne Kurdistanin. Ji aliyê piraniya rêxistinên kurdan nexşeya Kurdistanê ku li jor hatiye bicihkirin weke rasttirîn nexşe, kû piraniya herêmên kurdan di nav xwe de digrê, tê dîtin.
Bakurê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiyaTirkiyê de ye. Bakurê Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmara kurdan ve beşê herî mezin ê Kurdistanê ye.Kurdistan welatekî çiyayî ye. Li çiyayên wêzozan û warên bilind hene. Dema mirov bi jor ve, li nexşeya bakurê Kurdistanê dinerê, rêza çiyayênToros ên Başûr, Kurdistanê ji rojava ve, ber bi rojhilat ve dike du cîh. Toros ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarêGurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heta herêma Colemêrgê diçin. Ji wê pê de jî,Zagros dest pê dikin. Li herêmaColemêrgê çiya bilind, gur û tûjik in. Bilindahiya wan digêje 4000 metreyî.
Toros ji aliyê Avhewa ve,Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cîh: Bakur û başûrê Torosan.
Başûrê Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiyaÎraqê de ye. Piştî ruxandina rejîmaSedam Huseyîn beşeke mezin ji başûrê Kurdistanê ji aliyêHikûmeta Herêma Kurdistanê vê tê birêvebirin.
Başûrê Kurdistanê
Sînorê fermî ê Başûrê Kurdistanê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî
Rojhilata Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiyaÎranê de ye. Jimara nîştecihên vê perçeya Kurdistanê, zêdetirî 10.000.000 kes e ku nîzêkî 1.500.000 kurd li herêmaXorasan dijîn.
Rojavaya Kurdistanê ji wî beşê Kurdistanê rê tê gotin ku di bin desthilatiyaSûrîyê de ye. Rojavaya Kurdistanê ji aliyê cografîk û hejmarakurdan ve beşê herî biçûk ê Kurdistanê ye.
Rojavaya Kurdistanê parçeyaKurdistanê ya herî biçûk e: 51.000 km² ye.[çavkanî hewce ye] Îro di bin desthilatdariyaSûriyê de ye.Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.
Kurd yek ji gelên herî kevnar yênMezopotamyayê û Zagrosê ne. Bi kêmayî jiÎmperatoriya Medya û vir ve gelê kurd, cihekî girîng di dîroka şaristaniyê de girtiye. Şaristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrîşênHelen,Rom,Bîzans,Ereb,Îranî û paşiyê jîOsmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrîşan bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal şêweyê rêxistinî yê civeka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û eşîran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetiyên civakî ye ku kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrîşên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
BeriyaÎslamiyetê ola kurdan, li gor hinek çavkaniyanZerdeştî bû. Hinek ji zanayan jî mînaTewfîq Wehbî dibêjin ku kurdan ola xwe ya ciyawaz hebûn. Piştî êrîşên ereban û belavbûna îslamiyetê, kurdan dev ji zerdeştiyê, ku yek ji olên yekxwedayî yê ji herî qedîman yaRojhilata Navîn e berdan û îslamiyetê hilbijartin û bûn misilman.
Nexşeya Kurdistanê yaÎbn Hewqal (sala 977an piştî zayînê)
Li sedsalên yekem ên îslamiyetê da, ku erebên misilman eriş kirin serÎmperatoriya Sasanî, nivîskarênereb wekîÎbn Nedim, behsa eşîr û hoz yên başûrê Zagrosê dikin. Ew nav wekîHoz jî dihêt nivisandin û gotin.Hoz jî dizimanê kurdî de bi manayamalbat e, û wekeXêzan jî tê bi kar anîn. Navê kurd jî ku piştî bizir bûna eşir û Hoza ji aliyê nivîskarên ereb jibo gelê me hatiye bi kar anin, ayni manaye klan dide. Hînek ji bîrmendên kurd li ser wê baverê ne ku Kurdên îro,Hozên dema kevnar in, ku piştî îslamiyetê tevi leşkerên erebên misilman, berev (Kurdistana) bakûrê-rojava ketin rê u pişkek ji Anatolia ji romiyên xristiyan dagîr kirin u kirin axa xwe.Hoz navê gelêElamiye, ku şaristaniyeta kevnara wan ji aliya Farisan u Asuriyên dijber hat ji nav birin, u li jêr navaHozi jiyana koçerî li ser çiyayên başûr-rojhilata Kurdistanê girtin ber. Çavkaniyen ermeniyên kevnar jî kurdan wekimar qal dikin, ku di zimane wan da ba manayê mar e (mîna kurdî), u mar jî unsureke giring li ola Elamiyan bû.
Êrîşên ser Rojava yaxiristiyanan yên bi navêSeferên Xaçperestan li serRojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi tekoşîn û berxwedanên mîrîtiyên kurdan û bi saya fermandarên kurd yên wekîSelehedînê Eyûbî hatin rawestandin. Berxwedana kurdan di vê demê de rê li ber dagirkeriya Rojhilata Navîn girtiye.
Di sala 1514an de şerekî di navbera Împeratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî şerî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî şerî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rewşê de kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de kurdan bac û leşker didan Împeratoriya Osmanî û bi vî awayî kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împeratoriyê de man.
Nexşeya kuMehmûd Qeşqerî di pirtûka xweDivânu Lügati't-Türk de xêz kirî. Li ser nexşeyê Erdu'l-Ekrad ("Axa Kurdan") lêkirî yê (sedsala 11em).Rojhilata Navîn (1883). Kerkûk ji aliyêOsmaniyan weke bajarekî Kurdistanê hatiye destnîşankirin
Bipeymana Qesrî şîrîn ya1639an, Kurdistan carek din di navbera van her du împeratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya şerên ku piştî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van şeran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye, destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên paşmayî tevî pergalên civakî yên eşîrî parastine. Yên ku bi şûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pêşvebirina şaristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pêşvebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.
Di qirna 19an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pêş diket, hewldanên ji bo guherandina nexşeya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilweşîne ve rûbirû mabû. Herêma ku împeratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz dikişand ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Brîtanî, Fransî, Almanî û Rûsî de.
Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, piştî gengêşî û peymana 18-26ê nîsana 1920an di Konferansa San Remo'de dest pê kir. Partiya "Îtihad û Tereqî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav şerê Cîhanê yê Yekemîn. Piştî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî şerî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilkişîne.
Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pêş diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hişyariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê, Peymana Sewrê, ya di 10ê tebaxa 1920an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî, di demek wiha dîrokî de pêk hate.
Aborî
Ev beş hê vala ye. Tu dikarîlê zêde bikî.(hezîran 2024)
Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatênEwropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin libakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha liQerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mînaAnatolîyaya Navînşêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye.[14][15][16][17]
Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan,û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin.
Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha liErmenistanê, liXorasanê, li nav kurdênQefqasyayê, li Anatoliya Navîn û liDiyasporayê yanî li (Ewropa ûAmerîka)yê pê tê axaftin[18]
Rêzimana kurmancî
Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistinaziman ûçandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".[19] Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hinek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî yaBaşûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ênAsyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.
Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li serdengzanî ([[fonolojî,peyvsazî (morfolojî) ûhevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.
Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkîHewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayêkurdiya navendî kiriye. Îro devokênmukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bitîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bitîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.
Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzerom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire[18]
Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.
Destnivîsara ya helbestan goranî liBritish Library,Or. 6444 (1197–1198 PH/1782–1784PZ)
Or. 6444,folio 11recto
Or. 6444,folio 55recto
Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekemîn zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê edebîyata klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo edebîyatê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje[18]
Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.
Kelhurî yek jizaravayênkurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda cuda tên gotin, her heman tişt ji bo kelhurî jî heye. Ji bo kelhurî;feylî, kirmaşanî, ûkurdiya başûr tê gotin; lê esasen hemû jî eynî zarava ne yanî kelhurî. Divê em di bin banê kelhurî de behsaşêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverênbakurê Kurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir liAnatolya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji kelhurî ye. Kelhurî her çend bi piranî lirojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî liXaneqîn ûMendelî tê axaftin. Feqet kelhurî biKirmaşanê tê naskirin.
Li Kirmaşanê, her çend zaravayênsoranî,lekî ûhewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan kelhurî ye[20]
Zaravayekî din êkurdî jîlekî ye. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Loristanê tê axaftin lê li hin navçeyên Kirmaşanê jî tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye[18]
Lorî jî wekîlekî tenê li rojhilatê Kurdistanê liLoristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wekkurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan,Baba Tahirê Hemedanî bi lorî berhemên xwe dane[18].
Berê Îslamiyetê piraniya kurdan li ser dînêZerdeşt bûn navê dînê ZerdeştBehdîn e, piştî kuÎslam li Kurdistanê hate belakirin piraniya kurdan hatine misilman kirin.
Civak
Pirraniya neteweyî ya Kurdistanê neteweya kurd e; lê belê neteweyên din jî hene;tirk,îranî (fars),azerî (ecem),ermen,ereb,tirkmen ûasûrî jî li Kurdistanê welatî ne.
Pêkhateya neteweyî ya rûniştvanên Kurdistanê (1995)[21]
Alaya kurdan ya ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zere bi 21 tîrêjan e. Ev alaye di1920'a de ji alîTeşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin. Alaya Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zeviya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe. Sîmbola alaya Kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe,vejîn/nûjînê nîşan didî, hejmara 21 diDînên kevnên Kurdan de çevengavejînê ye.[22] Carcaran tê gotin ku ew 21 tîrêj nîşana 21 herêmên Kurdistanê ne an jî Newrozê nîşan dide.
Ramana rengan ji eve:
Sor: xwîna canemergên Kurdistanê ye eva hatiye rêjtin.
Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvanDildar (1918-1948) ve di sala1946'an de hat nivîsandin. Ey Reqîb ji aliyê Dildar ve bi zaravayêsoranî hatiye nivîsandin, lê paşê bo zaravayê kurmancî hat wergerandin. Ev helbest di sala 1946'an de di demaKomara Mehabadê hat nivîsandin, dibe sirûda (marşa) Komara Mehabadê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirin û bikaranîn.
^"Kürtçe diye bir dil".Susma24 (bi tirkî). 30 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê7 adar 2023.
^N. Maxoudian, Early Armenia as an Empire: The Career of Tigranes III, 95–55 BC, Journal of The Royal Central Asian Society, Vol. 39, Issue 2, April 1952 , pp. 156–163.
^A.D. Lee, The Role of Hostages in Roman Diplomacy with Sasanian Persia, Historia: Zeitschrift für Alte Geschichte, Vol. 40, No. 3 (1991), pp. 366–374 (see p.371)
^M. Sicker, The pre-Islamic Middle East, 231 pp., Greenwood Publishing Group, 2000, (see p.181)
^J. den Boeft, Philological and historical commentary on Ammianus Marcellinus XXIII, 299 pp., Bouma Publishers, 1998. (see p.44)
^J. F. Matthews, Political life and culture in late Roman society, 304 pp., 1985
^George Henry Townsend, A manual of dates: a dictionary of reference to the most important events in the history of mankind to be found in authentic records, 1116 pp., Warne, 1867. (see p.556)
^F. Stark, Rome on the Euphrates: the story of a frontier, 481 pp., 1966. (see p.342)