Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Zimanê kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(JiKurdî hat beralîkirin)
Kurdî
Navên xwemalî
  • Kurmancî (Kurmanciya jorîn, Behdînî)
  • Soranî (Kurdî, Kurmanciya jêrîn)
  • Kurdiya jêrîn (Kurdî Xwarig, Pehlewanî)
  • Goranî (hewremanî)
  • Kirmanckî
  • Dimilî
  • Kirdî
  • Lekî
Welatên lê tê axaftin Tirkiye
 Îran (weke zimanê herêmî)
 Iraq ( Kurdistan) (fermî)
 Sûrî ( Rojava)
 Ermenistan ( Nagorno Qerebax)
 Azerbaycan
 Gurcistan
 Filistîn
 Îsraêl
 Libnan

Asyaya Navendî
Di diyasporaya kurdan de

HerêmKurdistan
Anatoliya Navîn
Xorasan
Asyaya Navendî
Axiverên zimanê zikmakîHejmara fermî nayê zanîn, lê çend çavkanî hejmarê di navbera35.000.000 û40.000.000 de dihesibînin.[1]
Malbata zimanîZimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Kurtî
ZaravaKurmancî
Soranî
Xwarîn
Zazakî
Hewramî
Sîstema nivîsêAlfabeyên kurdî:
-Alfabeya latînî liTirkiye,Azerbaycan,Sûrî ûErmenistanê
-Alfabeya erebî liIraq ûÎran
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî yeIraqIraq

SûrîSûrî

Cihê lê zimanê kêmneteweErmenistanErmenistan
ÎranÎran
Sazkerên zimênSazkirina fermî nîne
Kodên zimanî
ISO 639-1ku
ISO 639-2kur
ISO 639-3kurMacrolanguage
individual codes:
ckb – Soranî
kmr – Kurmancî
sdh – Xwarîn
diq – Dimilî
kiu – Kirmanckî
hac – Goranî
lki – Lekî

Belavbûna zimanên kurdî

     Kurmancî     Soranî     Zazakî

     Xwarîn (zimanêGoranî jî di nav de ye)     Herêmên tevlîhev

Zimanê kurdî komek zimanên kurdî ye ku li seranserêKurdistanê, dîasporaya kurdan, li herêmeke berfirehêAnatolyaya Navîn û li herêma Xorasanê ji aliyê kurdan ve tê axavtin. Zimanê kurdî yek ji zimanênmalbata zimanên hind û ewropî û zimaneke şaxazimanê îranîya rojava ye ku ji çend zaravayan pêk tê. Zaravayê herî berfirehê zimanê kurdîkurmancî yan jî kurdiya bakur e ku li hemî perçeyên Kurdistanê bi awayekî berfireh tê axaftin.Zazakî ûKurmancî liBakurê Kurdistanê,Soranî liBaşûrê Kurdistanê û liRojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

Di roja îro de kurmancî bi alfabeyaHawarê ku tîpê latînî ye, soranî jî bi alfabeya soranî ku ji tîpê erebî ye, tê nivîsandin. Berhema edebiyata kurdî bi pirranî bi helbestê ve girêdayî bû. Piştî sedsala 20an edebiyata wêjeya giştî ya kurdî pêş dikeve. Îro du zaravayên kurdî yên nivîskî yên sereke kurmancî û soranî ne.Soranî li gel erebî yek ji du zimanên fermî yênIraqê ye ku liBaşûrê Kurdistanê û li Iraqê di belgeyên siyasî de wek "Kurdî" tê binavkirin.[2]Kurmancî di roja îro de bi taybetî ji aliyê saziyên çapemeniya ve tê bikaranîn.Kurmancî bi taybetî di salên dawiyê de liBakurê Kurdistanê ji aliyêTirkiyê ve bi awayekî tundî hatiye astengkirin ku hemî sazî û dibistanên taybet ku biKurmancî xebat û perwerdeyên xwe dimeşandin ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin.[3][4] Yek ji saziyênKurmancî ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibû girtinEnstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû ku sazî niha xebatên xwe bi awayekî ne fermî dimeşîne.[5]

Zimanê kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Zaravayên kurdî

KodaISO 639-1 ya kurdîKU ye. KodaISO 639-2 ya kurdîKUR e. KodaDIN 2335 ya kurdîKU ye.

Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê kurdî ji bilî welatênEwropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vê navçeyê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.

Li gorî kitêbaŞerefxanê Bedlîsî aŞerefname,zaravayên kurdî,eşîr,komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:

Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.

Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Piraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin libakurê Kurdistanê dijîn. Her wiha liQerejdaxa bakurê Kurdistanê û li çend deverên mînaAnatolyaya Navînşêxbizinî lê dijîn. Şêxbizinî devokeke kelhurî ye ku li bajarê Kirmaşan û Îlamê bi heman devokê diaxivin. Tevlihevîya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Bo nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr behdînî û li rojhilat jî şikakî tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmancîya jêrîn jî, kurmanciya xwarû, soranî tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî kirdkî, kirmanckî, dimilî, dêrsimkî, sobê û hwd têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê goranî jî heye.[6][7][8][9]

Rûpelên yekem ên destnivîsekNûbihara Biçûkan liBritish Library,Or. 5932,folio 9recto.

Kurmancî, kurdiya bakur

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Kurmancî

Kurmancî jî yek ji zaravayên kurdî ye. Ji bo kurmancî, kirdasî, Bahdînan, û şikakî û kurmanciya bakur jî tê gotin. Kurmancî li her çar parçeyên Kurdistanê jî tê axaftin.

Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin. li başur jî li duhok û şingal û li rojhilat jî li bajêrê ûrmîye tê axeftin. Zaravayê kurmancî her wiha liErmenistanê, liXorasanê, li nav kurdênQefqasyayê, li Anatolyaya Navîn û liDiyasporayê yanî li (Ewropa ûAmerîka) yê pê tê axaftin[10]

Rûpelên yekem ên destnivîsekEdîqeya Îmanî liBritish Library,Or. 5932,folio 14verso.

Rêzimana kurmancî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Rêzimana kurdî

Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistinaziman ûçandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".[11] Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.

Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî yaBaşûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.

Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ênAsyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.

Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.

Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.

Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li serdengnasî (fonolojî,peyvsazî (morfolojî) ûhevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye qebûlkirin.

Wêjeya kurmancî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
[icon]
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarîlê zêde bikî.(adar 2024)

Soranî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Soranî

Soranî zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkîHewlêrê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayêkurdiya navendî kiriye. Îro devokênmukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bitîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bitîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir liKurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Kirmanckî/Zazakî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Zazakî
Geographical Distribution of Zaza Kurds

Zazakî yanî kirmanckî yek ji zaravayên kurdî ye ku li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Kirmanckî herî zêde li Dêrsim, Amed, Semsûr, Çewlig, Riha, Xarpêt, Erzîrom, Mûş û Bilîsê tê axaftin. Ji nav van bajaran li navenda Dêrsim û Çewligê herî zêde kirmanckî tê qisekirin. Feqet li navenda bajarên din kurmancî tê qisekirin. Kirmanckî tenê li bakurê Kurdistanê cih digire[10]

Ji bo kirmanckî; kirdkî, dimilî û zazakî jî tê gotin.

Destnivîsara ya helbestan goranî liBritish Library,Or. 6444 (1197–1198 PH/1782–1784PZ)
Or. 6444,folio 11recto
Or. 6444,folio 55recto

Goranî/Hewramî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Hewramî

Hewramî zaravayekî kurdî ye ku li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin. Ligorî lêkolînên ku ta niha hatine kirin, hewramî yekem zaravayê kurdî ye ku pê nivîs hatîye nivîsîn. Zimanê wêjeya klasîk heta sedsala nozdehem li nav kurdên soranî-axêv, lekî-axêv, kelhurî-axêv û lorî-axêv bi giştî hewramî bûye. Ji vê hewramîyê re, ku ji bo wêjeyê hatîye bikaranîn, goranî hatîye gotin. Lewma jî ji hewramî re gelek caran goranî jî tê gotin. Feqet xelk ji bo vî zaravayî bi piranî hewramî dibêje[10]

Hewramî li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê axaftin.

Xwarîn

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Xwarîn

Xwarîn yek jizaravayênKurdî ye. Çawa ku ji bo zaravayên din navên cuda tên gotin, her heman tişt ji bo Xwarîn jî heye. Ji boKelhurî;Feylî, Kirmaşanî, ûLekî tê gotin. Kes hene ku bi çewtî navê Kelhurî ji bo Kurdiya Xwarîn (Başûrî) bikar tînin, lê Kelhurî bixwe beşek (devokek) ji zaravayê Xwarîn e. Hemî Kurdên Xwarîn Kelhur nînin. Divê em di bin banê Xwarîn de behsaşêxbizinî jî bikin. Şêxbizinî her çend li hin deverênbakurêKurdistanê li hin gundan bê axaftin jî, zêdetir li Anatolyaya Navîn tê axaftin. Li gorî lêkolîneran şêxbizinî jî beşek ji Xwarîn e. Xwarîn her çend bi piranî lirojhilatê Kurdistanê bê axaftin jî, li başûrê Kurdistanê jî liXaneqîn ûMendelî tê axaftin.

Li Kirmaşanê, her çend zaravayênsoranî,lekî ûhewramî hebin jî, li wir zaravayê hevpar li nav kurdan Kelhurî ye[12]

Zaravayekî din êKurdîLekî ye. Lekî ji zaravayê sereke yêXwarîn e. Lekî li rojhilatê Kurdistanê, bi giştî li Luristanê û navçeyên Kirmaşanê û Îlamê tê axaftin. Li Loristanê li navçeyên Kûdeşt, Nûrabad, Eleşter, Xoremabad, Birûcird, Endîmişk tê axaftin. Li Kirmaşanê li navçeyên Sehne, Kengawer û Hersînê tê axaftin. Navekî din bo lekî nîne. Lekî her lekî ye[10]

Lorî/Bextiyarî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Lorî

Lorî jî wekîlekî tenê li rojhilatêKurdistanê liLoristanê tê axaftin. Di dîrokê de lor wekkurd hatine liqelemdan. Li gorî lêkolînan,Baba Tahirê Uryan bi lorî berhemên xwe dane[10]Lê Lur xwe Kurd nabînin û zimanê Lurî li gorî rêziman jî ji Kurdî cuda ye û di malbata Farsî ye.

Ebdûyî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Kelûn Abdû

Kelûn Abdû navê zaravayeke kurdî li Farsê ye. Gorî zimannasê almanOskar Mann ev zarava yek ji zaravayên kurdî ye, a ku pir di têsîra farisî de maye. Kesên bi ve zaravaye diaxivin li gundê Abdû di navbera Kazerun û Şîrazê de rûdinên. Bi texmînî vana kurdên ku ji aliyê Sefewiyan ve ji Kurdistanê hatine mişextkirin in.

Ji du eşîran pêk tê: Kardaran û Ebdûyî

Dîroka zimanê kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Belavbûna zimanê kurdî li Rojhilata navîn û Sovyeta kevin
Nexşeya erdan a Kurd

Îro Kurd ji ber perçebûna erdnîgariya xwe Kurdistan di nav sînorên dugelênSovyeta berê (Ermenistan,Azerbaycan,Naxçivan ûGurcistan)Îran,Iraq,Tirkiye ûSûriyê de dijîn. Ji xeynî Iraqê, zimanê fermî yê tenê yê van dewletantirkî (Tirkiye),erebî (Sûrî) ûfarisî (Îran) e. Li Iraqê jî hem erebî hem jî kurdî fermî ne.

Bi zimanê kurdî re; li rojava Tirkî, li bakur ermenîkî, li rojhilata bakur azerî, li rojhilat farisî û li başûr zimanê erebî cîrantî dike. Kurdî her wiha li Ermenistan,Pakistan,Efxanistan,Hindistan, Urdun, Filistîn, Misir û Libnanê jî tê axaftin. Li Xorasan, Tehran, Bexda, Şam, Enqere, Stembol,Qonye û bajarên wek Îzmîrê jî ji ber ku gelheyek mezin dijîn, zimanê Kurdî li van herêman jî tê axaftin. Bê guman ji ber ku gelê Kurd li gellek cihan bi cih bûye, Kurdî li wir tê bikaranîn.

Sedema jiyîna gelê Kurd a li derveyî erdnîgariya xwe, digihîje bi deh an sedsalan berê. Cihên wek Efxanistan, Pakistan, Hindistan û Misir ji bo cîhadê çûne û li wir mane. Li cihên din jî ji ber mişextîkirinê bi cih bûne. Li gor lêgerînan îro gellek Kurd ji ber van koçan li welatên Ewropa, Amerîka û Awistralyayê jî dijîn.

Zimanê tirkî ji malbata zimanêûral-altay, erebî ji yasemîtîk (samî) û farisî jî, ji yahind-ewropî ye. Ji van zimanan tenê kurdî û farisî ji heman koma zimanî ne[13][14]. Hem rêveberiya ereb û hem jî yafaris hebûna kurdan wek kurd û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dipejirînin, lê nêrîna fermî ya rêveberiyaTirkiyeyê, vê yekê red dike û dibêje ku kurd bi binyada xwe ve tirk in. Ev raman bi taybetî piştî damezîrana komarê serdest bûye û wek bîrdoza fermî hatiye parastin.

Berî zayînê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Hê di deme sûmeriyan de, zimanê kurdî xwediyê pêşketina xwe bi awayê civatî ye. GotinaGilgamêş bixwe jî, ku mirov li ser difikirê, Ji "ga" û "gir pêk tê. Bi wê re, mirovekî ku şibandina wî ya weke gayekî tê ser ziman. Girbûna wî, bi wê re tê ser ziman. Bo mînak, ga pirr gir e. Bi wê girbûna xwe re lê tê şibandin. Di kêvalbarên tofane Nûh de, ji mihê re gotina "mî" û ji guh re "gû" tê gotin[15].

Kurd, gelekî dêrin ê herêma (Mezopotamyayê) ne û xwedî şaristaniyeke dewlemend in. Ji pêşiyên kurdan pir bermayî mane, ku hinek jê berhemên nivîskî ne. Ji belgeyên ku bi dest ketine, em pê dihesin ku kurdan ji berê de nivîs bi kar anîne. Belê, ev kitêbok ne li dû aşkerakirin û peyitandina wan tiştan e ku li cîhanê gelek pispor û mirovên sade jî pê dizanin. Lê ji ber ku di van demên dawîn de, li ser mijara zimanê kurdî û kurdan gelek gengeşî û hewlên berevajîkirina rastiyan pêk hatin û di van gengeşiyan de ne pisporên mijarê yên kurd û ne jî saziyên wek enstîtuyê hebûn, ji lewre me pêwîst dît ku em bi awayekî puxteyî ji mijarên li ser zimanê kurdî behs bikin. Em xwedî wê baweriyê ne ku, ev kitêbok dê bi kêr bê da ku gengeşî û nîqaş li ser zemîneke rast bên kirin.Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne Palpişt û belgeyên di dest me de, bi me bidin zanîn ku kurdan bi dirêjiya dîrokê re gelek alfabe bi kar anîne. Lê belê em pê nizanin bê kurdan serê pêşîn kîjan alfabe bi kar aniye û kengê dest bi nivîsandina nivîsê kiriye. Ji bilî alfabeyên ku em dê li jêrê bidin, kurdanxetaramî,suryanî ûgrekî jî bi kar anîne.

Rûpelên yekem ên destnivîsekMem û Zîn liBritish Library,Or. 11996, ff. 1v–2r. (1221 PH/1806–1807PZ)
Rûpelên ên destnivîsekSayf al-Mulūk liBritish Library,Or. 8208, ff. 45v–46r. (1286 PH/1869–1870PZ)

Zimanê kurdî di dema Şedadî û Merwaniyan de

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Tê zanîn ku, beriya komarê, kurd wek qewmekî cihê û zimanê wan jî wek zimanekî serbixwe dihate dîtin. Ji bo nimûne,Ewliya Çelebî di berhema xwe ya navdar ‘Seyahatnameyê de behsa zimanê kurdî û zaravayê wê dike[16][17]. Ewliya Çelebî, dide xuyakirin ku zimanê kurdî zimanekî dêrin ango qedîm e û ji zimanên mîna farisî, dêrî û îbrî cuda ye. Her wiha,Sami Frashëri, di kitêba xwe ya bi navê Kamusu'l-Alâm de ûZiya Gökalp jî di gotar, daxuyanî û berhema xwe ya bi navê "Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler" de, amaje dikin ku kurdî bi tu awayî naşibe zimanên din û kurdî zimanekî dewlemend û serbixwe ye. Lê piştî avakirina komarê, nemaze bi qanûna bingehîn a sala 1924’an, hebûna kurdan tê redkirin, her kesê li Tirkiyeyê dijî mîna tirk tê pejirandin. Peyvên mîna kurd, kurdî ûKurdistan, ku di gelek belgeyên fermî yênosmanî û Tirkiyeyê de dihatin bikaranîn, têne qedexekirin.

Hemû zanyarên ku li ser zimanê kurdî lêkolînên zanistî kirine didin xuyakirin ku, kurdî zimanekî serbixwe ye û tu têkilî û pêwendiya wê ne bi tirkî û ne jî bi erebî re heye. Li hêla din, kurd arî ne û ew farisan lêzimên hev in, zimanên wan jî, ji heman koma zimên e. Lê her yek jê zimanekî serbixwe ye. Ji mêj ve kurdan bi zimanê xwe perwerde û hîndekariyê dikirin. Li medreseyan li ser mijarên wekîmatematîk,mentiq,gramer,fiqih û hwd perwerdehî bi zimanê kurdî û erebî dibû.[18] Evmedrese piştî avakirina komarê hatin qedexekirin. Her wiha ligel vê yekê, weşan û nivîsandina bi kurdî jî hatin qedexekirin. Îro, rewş piçek guheriye, wekî berê bi tundî înkara kurdan û zimanê kurdî nayê kirin. Hejmara kesên ku vê yekê dikin, hindik e. Kesên statukoparêz, hebûna zimanê kurdî qebûl dikin, encax zimanê kurdî wek zimanekî paşvemayî û cîgehî (mehelî) bi nav dikin û hebûna zarava û devokên di zimanê kurdî de jî wek asteng li pêşiya perwerde, hîndekarî û weşanê didine nîşandan. Rast e ku di kurdî de zarava û devok hene, lêbelê ev rewş, ne tenêxweserî zimanê kurdî ye. Di hemû zimanan de zarava û devok hene.

Ji sedsala 20an heta îro

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji ber parçekirina erdnigariya xwe ku ji alî mêtingeran pêk hatiye û piştê vî parçebûnê, gelê kurd di bin serweriya dugelên ku ew parçê Kurdistanê kirine nav sînorên xwe de jiyane, ji gellek nirxên xwe mehrûm mane.

Bi taybetî pêşveçûna gelê kurd nehatiye xwestin û tu mafê saziyek ji alî sazûmanên damezrandî ve nehatiye dayîn. Tev li viya gellek mafê wî yê xwezayî hatiye qedexekirin û hemî saziyên van dugelan ku ji bo helandina ziman û pişaftinê hatine damezrandin, ji bo vî armanca xwe xebitîne. Digel van yên xwestine bi van nirxên xwe bijîn, ji bo wan hewl dane. Dawiya jiyanên xwe di zindan an jî di dardekirinê de dîtine. Ji ber vî yekê di warê ziman de em dikarin wisa bibêjin ku, pir hindik zimannas xwe gihîştandine.

Lewra di van mercên dijwar de û tev li hemû qedexeyan mirov, derfetên fêrbûn û pêşvebirina zimanê xwe nedîtine. Zimannasên xwe gihîştandine jî, bi derfetên xwe û bi hewlên xwe, xwe gihîştandine û berhem danîne. Pirê wan jî li Ewropa perwerdehî û lêgerînan hîn bûne. Her wiha, îro ji ber bêdugelbûna gelê kurd, her zimannasê kurd rêzikên cuda didin an jî fikrên wan ên li ser rêzimanê kurdî diguherin. Ev jî ji ber bê dugelbûna gelê kurd û di warê zimanê kurdî de tunebûna saziyek zanistî ye.

Li ser lêgerîna zimanê kurdî hinek zimannasênEwropî jî xebitîne û di vî mijarê de berhem danîne holê. Piştê salê 1960an, li Başûr dû têkoşînaMele Mistefa Barzanî bi damezrandina otonomiya gelê Kurd êdî rewşenbîr û zimannas hinek be jî bi hêsanî lêgerînên xwe pêş ve birine. Dugela tirk jî jixwe biteşeyek pêkenî gelê kurd wek gelek ji qewmên tirk ênAsyaya Navîn dihesiband û bi vî awayê dida naskirin. Zimanê kurdî jî wek "Ev, zimanek ji hezar peyvên wek tirkî, farisî û erebî pêk hatiye" daye zanîn. Yanî li gor dugela tirk; kurd ji nijadê tirk in, lê ji ber mercên erdnîgariya dijîn, zaravayê wan guheriye û navên wan jî tirkên çiyayî ne… Bi vî awayê azîneyek li ser helandina zimanê kurdî pêk aniye. Lê tev li bi sînor, li ser lêkolîn û lêgerîna xebata zimanê kurdî, li gorî pisporên vî babetê; zimanê kurdî, zimanek serbixwe ye û bi serê xwe xwemalî ye. Lewra li gor nivîs, jêma û dîroka xwe encam ev e ku, di warê zimanasiyê de zimanê kurdî xwe daye pêjirandin.

Derheqê standardbûna zimanê kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Standardbûna zimanê kurdî tenê di zimanê nivîskî de heye, ne di yê devkî de. Armanca stadardkirinê bi piranî ji bo kurdiya nivîskî ya berbelav e.

Konferansa Zimanê Kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana dawîKonferansa Zimanê Kurdî bû.

Konferansa Neteweyî ya Kurdî ji sala 2001an pê ve çend salan hatiye lidarxistin. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdnas li Amedê civiyabûn.

“Konferansa netewî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” 3-5 roj domiyaye. Di van rojan de panelên cuda pêk hatine. Digel bidawîbûna her konferansê encamnameyek ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî hatiye weşandin.

Perwerdeya bi zimanê kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Perwerdeya bi zimanê kurdî

Heya sedsala 20anperwerdehiya bi zimanê kurdî ji bo kurdan hema hema tunebû, ji ber ku dibistan ûzanayên herêmên kurdî bi piranî bi zimanên serdest dihatin dayîn. Sedema vê yekê jî ew e kuherêmên niştecihbûna dîrokî ya kurdan ji ber şert û mercênerdnîgarî ûsiyasî bi sedsalan ji hev veqetiya bûn. Di encamê de danûstandina siyasî,çandî ûwêjeyî gelek bi zehmet bû. Li ser vê jî, ji ber zext û zordariya çandî û siyasî ya desthilatdarên herêmê, zimanê kurdî nekarîbû xwe weke zimanê perwerdehiyê bi cih bike. Ev rewş disedsala 20an de, ku bi serhildanên siyasî, çandî û civakî re derbas bû, bi rengekî cidî û erênî guherî.

Heta îro perwerdeya bizimanê zikmakî ji bo kurdan ne tiştekî xwezayî ye. Yan perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo wan bi qanûnêqedexe ye - wek liTirkiyê, ku kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bi zimanê bijarte yê kurdî fêr dibin û beşa kurdolojiyê di zanîngehê de hê nû hatiye vekirin - yan jî ev çend dehsal in ku ev yek pêkan e - wek liHikûmeta Herêma Kurdistanê, ku hemû perwerde û jiyan bi kurdî derbas dibe. LiRojavayê hêmanên perwerdehiya bi zimanê zikmakî yên kurdî hatine danîn, lê ev yek di bin gefa dijminatî ûaktorên şer ên li Sûriyê de ye.

Xwendekarên kurd di perwerdeya bi zimanekî biyanî de zehmetiyan dikişînin. Ev rewş li herêmên kurdan dibe sedema zehmetiyên perwerdeya bilind û paşê jî werdigere zehmetiyên aborî, ji ber ku sîstema dibistanan zimanê wan li ber çavan nagire û ev yek bandorek neyînî li ser serkeftina akademîk dike.

Alfabeyên kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Alfabeyên kurdî

Di zimanê hemû gel û neteweyênmisilman de serdestî û bandora zimanê erebî berbiçav e. Her wiha di zimanê gelên îsewî de jî mirov rastî hîkarî û bandora zimanêlatînî tê. Ev rewşa hanê ji ber ol û dîn e. Ji ber ku zimanêmizgeftê ûQuranê erebî û yê dêrê jîlatînî ye. Ji bilî vê yekê, hemû gelên cîranên hev ji ber sedemên cihê, ji aliyê zimên ve jî bandor li hev kirine û peyv dane hev û ji hev stendine. Îro mirov bi awayekî zelal di zimanê tirkî, kurdî û farisî de rastî peyvên erebî tê, her wiha van her çar zimanan ji hev û din peyv standine û dane hev. Ji ber ku wêjeya farisî demekê gelên wekî kurd, ereb û tirk ji xwe re hijmetkar hiştiye lewma jî peyvên wî zimanî ketine nav zimanê van gelan. Ev jî tiştekî asayî û siruştî ye.

Alfabeyên ku heta niha kurdan bi kar anîne ev in:

Ji bilî van alfabeyan, liHerêma Zêwê yaRojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdêmedan e.[çavkanî hewce ye] Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.

Nîmûneyên alfabeyên kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  • Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên latînî
    Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên latînî
  • Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên erebî
    Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên erebî
  • Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên kîrîlî
    Kurdî (zaravayê kurmancî), bi tîpên kîrîlî
  • Ev helbesta Evdila Peşêw bi soranî û tîpên latînî ye
    Ev helbestaEvdila Peşêw bi soranî û tîpên latînî ye
  • Kurdî (zaravayê soranî), bi tîpên erebî
    Kurdî (zaravayê soranî), bi tîpên erebî

Devokên zaravayên kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Devok û zaravayên kurdî

Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîr û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.

Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.

Ehmedê Xanî (sedsala 17’an), di berhema xwe ya navdarMem û Zînê de[20] zaravayê kurmancî li ser sê devokên bingehîn pareve kiriye. Em vê peyt û tespîta wî bi malikeke ji şahesera wî nîşan bidin:


Bohtî û mehmedî û silîvî

Hin la’l û hinik ji zêr û zîvî.Mirov dikare vê gotina Ehmedê Xanî ji bo devokê kurmancî wekî bingeh bigire. Bi awayekî giştî lêkolîner, devokên zaravayên din jî wiha rêz dikin:

Kurmanciya naverast (soranî): silêmanî, mukrî, sineyî.Kirmanckî (zazakî): devoka Dêrsimê û devoka Siwêregê.

Kemal Fuat ku li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê wî hene, zimanê Kurdî bi devok û zaravayan wisa ji hev cuda dike.

Kurdiya bakûrKurdiya navîn (Soranî)Kurdiya başûrKurdiya Goran - Dimilî
  1. Kurdên Xorasanê
  2. Şingalî
  3. Şikakî
  4. Bayezîdî
  5. Hekarî ûBahdînan
  6. Botanî
  7. Serhedî
  8. Hesekî
  9. Licê
  10. urmîyê
  11. Şêxanî
  1. (Mukriyanî
  2. Hewlêrî (Soranî)
  3. Xoşnawî
  4. Pişderî
  5. Silêmanî
  6. Germiyanî (Kerkûkî)
  7. Warmawayî
  8. Cafî
  9. Erdelanî (Sineyî)
  10. Gerrûsî
  1. Kirmaşanî
  2. Kelhorî
  3. Xaneqînî
  4. Kulyayî
  5. Sincawî
  6. Feylî
  7. Lekî
  8. Beyrewendî
  9. Mendali
  10. Ilam
  • Dimilî
  1. Hewramî-Luhonî
  2. Hewramî-Textî
  3. Hewramî-Javerudî
  4. Hewramî-Bêsaranî
  5. Hewramî-Şayxanî
  6. Hewramî-Helebceyî
  7. Hewramî-Kenûleyî
  • Goranî
  1. Bacelanî
  2. Şebekî
  3. Kakêyî
  4. Zengeneyî
  5. Gehwareyî

Dabeşandina kurdî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Ciha zimanên kurdî (kurmancî, zazakî, soranî...) li nav zimanên Rojhilata Navîn'ê

Cihê zimanê kurdî di dabeşandina zimanên hind û ewropî de wiha ye:

Li gorî vê, zimanê kurdî zimanekî hind û ewropî ye, dikeve nav şaxê zimanên îranî û di vir de jî, ji destekaîraniya bakurê rojava dihêt hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzîkbûn an dûrbûna zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine. Li goreyî hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbateka zimanî de hesibandine.

Dema mirov bala xwe dide zimanên hind û ewropî mirov rastî gelek peyvên nêzî hev tê. Ew rewşa hanê ji bo hemû zimanê ku di heman malbat û komê de ne, wisan e.

Destnivîs ferhengabrîtanîÎnglîzî-Kurdî liBritish Library,Add MS 26319, ff. 9r–10r. (Sedsala 19-an)

Li gorî lêkolinerên biyanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Zimanê kurdî di dîroka nêzik de ji aliyê lêkolînerên biyanî ve cuda-cuda hatiye dabeşandin. Li ser vê mijarêMînorskî wiha dibêje:

Kurdî jî wekî farisî yek ji zimanên rojavayê Îranê ye. Her wekîAndreas,Salamann,Oskar Mann,Meillet,Lent ûT. Tedesco jî gotiye, zimanê rojavayê Îranê dibin du bir, bakur û başûr, ew her du bir tevî hev bûne. Digel vê yekê jî, di zimanên îroyîn de gelek tiştên ji hev re biyanî hene, kurdî û farisî ji gelek aliyan ve xwediyên taybetiyên serbixwe ne. Ango zimanê kurdî dikeve birê bakurê rojavayê zimanê îranî.

Di salên 1836-1837'an de G. Givrinli, di çend nivîsarên xwe de di babeta zimanê kurdî û etnografya wî de zimanê kurdî wek kurdiya xwarê û ya Jor ji hev cuda kiriye. Wî kurdiya jorîn wek;Mukrî,Hekarî,Şukakî ûBayezidî, kurdiya xwarê jî wek;Lûr,Kirmaşanî,Lekî ûGoranî ji hev cuda kiriye.

Mele Mehmûdê Bazîdî ku ji bo konsolosêErziromêRûsyayêAlexsander Jaba di sala 1858'an de, ferhenga di naveroka wî de zaravaya Hekarî û ya Rewendî heye, amade kir. Bazîdî di nav vî namilkeya amade kiribû de rêzikên rêziman û ya ewil jî di kitêbê de li gor cihêbûna herêm û eşîrên xwedî zaravayên cuda nivîsiye.

Peter Lerch, zimanê kurdî wekZaza,Kurmancî,Kirmaşanî,Goranî ûLor kiriye pênc beş.

Ely Bannister Soane, di sala 1913'an de di berhema xwe de zimanê kurdî bi sê zaravayan ji hev cuda dike:Kurmanciya Jorîn -Kurdiya jêrîn -Lûrî,Dimilî,Hewramî ûGoranî

Herwiha,Elaeddîn Secadî di berhema xweya "destûr û ferhenga zimanê kurdî, erebî û farisî" de wusa diyar dike:

Nimûneyên ji zaravayên kurdî
Kurdiya BakurKurdiya NavînKurdiya jêrînLekîHewramîZazakî
Êvarêwareîwareîwarewêregaşan, êre
Birabirabirabirabirabira
Tu, tetutututoti, to
Hesinasinasinasinasinasin
Erd/zemînherd/zemîn/zewî or erizzeü/zemînzewî?erd/hard
Virêreîreîreîgeîta/ewta
Hingivhengwînheseł??hingimên
Kurtkurtkułkulkurtkilm, kirr
Lêvlêwlîwlêw/liçlêw/liclew
Mehmangmaňmangmangeaşme, menge
Navnawnawnomnamname
Nananenana
Nû, nuhniwê, nêw, tazenû/ taze?newenewe
Nehnononew/now/no
Parêz, bihiştperdêz/beheştbeheyşt??behişt, cenet
Sipînaxsipenaxisfenac??îspenax
Sitêrestêresitare/hesareasarehesareestare
Keç, dot-düetdit-keyna/çêna
Dilopdiloptik?dilopdalpa
Rojrojřûjřûjrojroj/roz/roc

Binêre

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^https://www.academia.edu/10667133/The_Comparative_Study_of_English_and_Kurdish_Phonology
  2. ^"Kurdish Academy of Language | enables the Kurdish language in new".Kurdish Academy of Language (bi îngilîziya brîtanî). Jiorîjînalê di 11 îlon 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê19 tebax 2023.
  3. ^"Kapatılan TV'lerin yöneticileri kararı nasıl değerlendiriyor?".BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê19 tebax 2023.
  4. ^"12 TV, 11 radyo kanalı kapatıldı".www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 29 îlon 2016. Roja gihiştinê19 tebax 2023.
  5. ^"Musa Anter ve İsmail Beşikçi'nin kurucusu olduğu İstanbul Kürt Enstitüsü de kapatıldı".T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê19 tebax 2023.
  6. ^abcMehmed Uzun,Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.38, 1992.
  7. ^Mûrad Ciwan,Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi (Kurmanc Lehçesi), Weşanên Jîna Nû, Çapa Yekemîn,Swêd 1992
  8. ^Ziya Gökalp,Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayınlar, Çapa Yekemîn, Stenbol 1992.
  9. ^Emîr Hesenpûr,Nationalism and Language In Kurdistan, Mellen Research University Press, Kanada 1992.
  10. ^abcdeKovara Fêrname hejmar: 4
  11. ^Abdusamet Yigit,Şahmaran, roman, Weşanên Han
  12. ^Kovara Fêrname, hejmar: 4
  13. ^Philip Baldi,An introduction to the Indo-European languages, SIU Press, rûpelê 13., 1999.
  14. ^Britannica - Indo-Iranian Languages[girêdan daimî miriye]
  15. ^Abdusamet Yigit,Dîroka zimanê kurdî, lêkolîn, beş: Kevneşopî, aqil û ziman, rûpel: ji 2an heta 7an çavkanî, malpere pene-kurd
  16. ^Martin Van Bruinessen,Evliya Çelebi’nin Seyahatname’sinde 16 ve 17. Yüzyıllarda Kürdistan.
  17. ^M.V.Bruinessen & H.Boeschoten,Evliya Çelebi̇in Diyarbekir: the relevant section of the Seyahatname, Brill Archive, 1988.
  18. ^Mehmed Uzun,Kürt Edebiyatına Giriş, Ithaki Publishing, r.36, 1992.
  19. ^Mehmed Uzun, Aslı Tohumcu,Küllerinden doğan dil ve roman, Ithaki Publishing, r.298, 2005.
  20. ^11

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
Zimanên îranî yên kevn
yên rojhilat
yên rojava
Zimanên îranî yên navîn
yên rojhilat
yên rojava
Zimanên îranî yên nûjen
yên rojhilat
yên bakur-rojhilat:Muncî ·Oroşorî ·Osetî (Îron ·Digor (digoron) ·Casî·Peşto ·Yeẍnabî ·Zimanên Pamîrê (Bartangî ·Îşkaşmî  ·Ruşanî ·Sangleçî ·Sariqolî ·Şuẍnanî ·Wexî ·Vancî  ·Yidẍe ·Yezgulamî ·Zebakî...)
yên başûr-rojhilat:Ormurî ·
Peraçî
yên rojava
Navên biîtalîkzimanên mirî ne. * Li gorî çend zimanzanan kirmanckî û hewramî beşeke zimanên serbixwe yên îranî pêk tînin.
Zarava û devokênzimanê kurdî û cihên ku lê tên xeberdan
Kurmancî
Efrîn  · Dîlok  · Kirikhan  · Mereş  · Semsûr  · Meledî  · Riha  · Kobanê
BakurêWanê  · Şikak  · Qers  · Agirî  · Erzirom  · Mûş
Makû  · Xoy  · Urmiyê  · Şemdînan  · Elbak
Cizîr  · Zaxo  · Erûh  · başûrê Wanê  · Sêrt  · başûr û bakurêBedlîsê  · rojhilata Êlih  · rojhilataMêrdînê
Zaxo  · Amediyê  · Akrê  · Zibar  · Dihok
ÇiyayêŞengal  · Şêxan
Amed  · Bedlîs  · Êlih  · Xarpêt
Hezex  · Kerboran  · Mehsert  · Mêrdîn  · Midyad  · Nisêbîn  · Qamişlo  · Rişmil  · Stewr
Soranî
Soraniya
navîn
Silêmanî (babanî)
Bane  · Silêmanî  · Kerkûk  · Kifrî  · Qeretepe  · Seqiz  · hinek gundênXaneqînê
Mehabad  · Şino  · Nexede  · Pîranşar  · Miyandwaw  · Bokan  · Serdeşt
Sine  · Bicar  · Kerkgewer  · Rewanser  · Ciwanro
Kurdiya başûr
(kelhûrî)
Anatoliya (ji aliyê eşîra Şêxbizinî)
Xaneqîn  · Gilan  · Harunabad  · Serpêlzahaw  · Qesra Şêrîn  · Îlam  · Loristan
Zazakî
Kirmanckî
(Zazakiya bakur)
Kirdkî
(Zazakiya navîn)
Çewlîg  · Xarpêt  · Amed  · Gerger  · Hênî  · Pîran  · Licê  · Erxenî  · Qulp
Dimilî
(Zazakiya başûr)
Goranî
(ji aliyê êlaŞebek ve)
Lekî
Xorramabad  · Wirwird  · Malayir  · Toyserkan  · Nihavend  · Azna  · Silsele  ·
Zimanan
Danegehên kontrola otorîteyê: NeteweyîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Zimanê_kurdî&oldid=1955369" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp