Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Çekya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(JiKomara Çekî hat beralîkirin)
Tu dikarî vê gotarêji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayênfînî ûvîetnamî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
  • Binêre versiyoneke wergerandî ya gotara fînî.
  • AmûrênMicrosoft Bing anGoogle Translate ji bo wergerê bi kêr tên, lê belê divê tu kontrol bikî gelo werger rast e yan na. Ji kerema xwe bêyî sererastkirinê wergerên van amûran li Wîkîpediya kurdî zêde nekin!
  • Gotarên neewle yan bêkalîte wernegerînin. Heke gengaz be, çavkaniyên gotara wîkiya din jî lê zêde bikin.
  • Pêwîst e kuji ber mafên telîfê di kurteya guhartinê deev nivîs ji Wîkîpediyaya din hatiye wergerandin were nivîsin. Mînakeke nivîsina kurteyê:Nivîsa vê guhartinê ji gotara Wîkîpediyaya fînî [[:fi:Tšekki]] hatiye wergerandin; ji bo dîroka gotarê binêre wê rûpelê.
  • Divê li beşaçavkaniyan a rûpelê şablona{{werger çavkanî|fi|Tšekki|oldid=numeraya guhartina dawî}} zêde bikî.
Czech Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekya
Česká republika Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
AlaMertal
Dirûşm: Land of stories Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Kde domov můj Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çekya li ser nexşeyê
Map
Paytext
50°Bk, 15°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberîkomara parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • SerokdewletPetr Pavel (2023–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • SerokwezîrAndrej Babiš (Third Cabinet of Andrej Babiš, 2025–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 • Dema avakirinê1 kanûna paşîn 1993 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 • Rûerd78.871 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 • Giştî10.909.500 (2025) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • rast Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê+420[1]
Malper
https://www.czechia.eu/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Çekya (biçekî:Česko)[2] welatekî liEwropaya Navendî ye û ji 1ê gulana 2004 endamêYekîtiya Ewropayê bu ye.

Çekya welatekê dorpêçdayî li nîvekaparzemînaEwropayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakurPolonya, li bakurê rojava û rojavayêAlmanya, li başûrAwistiryayê û li rojhilatSlovakyayê ne. Bajarê dîrokî yêPragê (bi çekî:Praha), paytext û mezintirîn bajarê wê ye. Bajarên diBirno (Brno) ji ber tivengên wê di navkurdan de binavûdeng e. Gorî peşbinîyan 2.000 kurd li Çekya hene.[çavkanî hewce ye]

Welat ji du herêmên dîrokî yên cuda pêkdihêt:Bohemya ûMoravya, hindek jiSîlesya û pareka biçûk jiNemsaya Jêr (Awistriyaya Jêrîn).

Nav

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Wezareta Karûbarên Derve ya Çekyayê li sala1993ê navêÇekya ê wekî berdêlekê fermî ji bo navê komarê diyarkir dema navê dirêjê komarê ne pêdvî bû. Lê di zimanêîngilîzî de vî navî cihê xwe venekiriye. Malpera fermî ya komarê[3] ko ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara çekan dihat birêvebirin, li sala2006ê ev nav êdî bikaraniye. Navê çekîČesko cihê gengeşê ye, lê hindekan bikardianîn.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxêNû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3ê Berî Bûna Îsayî, mişextênKelt ûBoî (Boii) (binihêreBohêmyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên almanî yênmarkomanî (Marcomanni) ûKuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. LiHeyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5ê, gelek ji eşîrên almanî ber bi rojava û başur çûn û jiEwropaya Navîn derkevtin ûgelên slavî ji derdoraDeryaya Reş herêmaKarpatî hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî jiSîberyayê dihatin, mînahûnan,avaran,Bulgaristan ûmecaran xurttir dibû.

Li sedsala 7ê bazirganekê frankî bi navêSamoyî li dijî xûnkarên avar piştevaniya gelên slavî kir û bû desthilatdarê hikûmeta slavî ya herî pêşîn li Ewropaya Navîn. Li sedsala 8ê û li bin rêveberî yaMoravyaya Gewre desthilatdarî ya Moravyan hat damezrandin.

Hikûmeta Çekî an Bohemya li sedsala 9ê peyda bû. Şayatî ya Bohemyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girîng bû. Ew bi dirêjahî ya hebûnaÎmperatoriya Romê ya Pîroz parek ji wê konfederasyonê bû.

Şerên olî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17ê bandoreke gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destêHabsburgê û paştir bûn parek jiÎmperatoriya Awistirya-Mecaristanê.

Piştî heriftina wê imperatoriyê li piştîŞerê Cîhanî yê Yekem, li sala 1918ê komara serbixwe yaÇekoslovakyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bialmanî,mecarî,polonî ûrûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çekoslovakyayê komareke navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nava wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yênotonom nebûn.

Ol

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Li gelî Komara Cekyayê 29,1 % xwexiristiyanên ne. 59% en xweateîst ûagnostîk in.

Herêmên Çekyayê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çekya ji 13 herêman (kraj, pirhijmarkraje) û paytextek statuya wê taybet pêk tê (hlavní město*):

HerêmPaytext
Prag* (Hlavní město Praha) 
Herêma Bohemyaya Navendî (Středočeský kraj)buro liPrague (Praha)
Herêma Bohemyaya Başûr (Jihočeský kraj)České Budějovice
Herêma Plzeň (Plzeňský kraj)Plzeň
Herêma Karlovy Vary (Karlovarský kraj)Karlovy Vary (Carlsbad)
Herêma Ústí nad Labem (Ústecký kraj)Ústí nad Labem
Herêma Liberec (Liberecký kraj)Liberec
Herêma Hradec Králové (Královéhradecký kraj)Hradec Králové
Herêma Pardubice (Pardubický kraj)Pardubice
Herêma Olomouc (Olomoucký kraj)Olomouc
Herêma Moravya-Sîlesya (Moravskoslezský kraj)Ostrava
Herêma Moravyaya Başûr (Jihomoravský kraj)Brno
Herêma Zlín (Zlínský kraj)Zlín
Herêma Vysočina (Vysočina)Jihlava
Nexşeya Herêmên Komara Çêkiyayê
Nexşeya Herêmên Komara Çêkiyayê

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^"National Numbering Plans".
  2. ^http://diyarname.com/news.php?Idx=22562
  3. ^http://www.czech.cz

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
LiWikimedia Commons medyayên di warêÇekya de hene.
Endamên Yekîtiya Ewropayê
Endamên berê
Brîtanya (Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlendayê), 1973-2020
Berendam
Navneteweyî
Neteweyî
Cografî
Akademîk
Hunermend
Însan
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Çekya&oldid=1962584" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2026 Movatter.jp