Kilor navê komekênanên jişikeva (hevîr)ê tê çêkirin e. Li herêmênKurdistanê bi gelek navan tên navandin lê di rastiyê de her yek ji wan cureyeke taybetî ne.Pelhevîr tenik an stûr tê vekirin, pelên wê tên rûnkirin an ziwa, nava wan tê dagirtin. Litendûr, sêlê didin an di navarûnbirêşkê (tawe) de çêdikin.
Bêjeyaboreg bi şaşî carnan bo tevahiya cureyên kilorê tê bikaranîn lê ne rast e.Boreg tenê kilorek e. Boreg bi doşaviyê yanşekirê pudra ye. Bi romîkî (tirkî) jê reKürt Böregi dibêjin. Boreg şîraniyeke dîrokî ye. Peyvaboreg ji aryaniya kevn tê. LiZagrosê derketiye û bi zimanêsankrîtîpureka ye.
Boreg, bi tirkî jê re"kurd boregi" dibêjin. Boreg di kurdî de tenê navê cureyekê kilorê ye, ji bo tevahiya kiloran nayê bikaranîn. Mixabin ji bandora zimanê romî (tirkî) hin kes bo tevahiya kiloran dibêjinboreg.
Zirfet, xewre, zerfet, zilfet, serfit (zerfet bi xwe ne kilor e, lewra ne ji şikevayê, ji hevîr e- lê li hin deveran bi navê kilora sêlê jî tê çêkirin).
Pêçange, kilora pêçayî, wekî bêçiyê tê amadekirin, hundirê wê jisiyale,toraq,kartol ûêd tê dagirtin.