Li hin deverênKurdistanê jê re çarpê jî dibêjin. Yek jicanewerên alîkarê mirovan e. Ji kerên mêr remaker anmaher tê gotin. Ji pehîna kerê rezîtok tê gotin. Carinan dema mirovek jî pehîneke paşpaşokî bavêje, jê re zîtok dibêjin. Herwekî ji kerên çêlik rekurrîk tê gotin. Li hin deveran ji keran re,çarpê ûguhdirêj jî dibêjin lê evana di axavtinên civakî de bo rêzgirtinê tên bikaranîn.
Ker herçendîajaleke bikêr e, ewçendî jî di çanda devkî ya kurdan de cihdigire. Yek ji elementên bingehîn ên zargotina kurdî ye. Ker di şîretkirina zarokan de sîmbola bêhiştî, derenmayînî, mafdaxwarin û kêm agahdariyê ye. Dîsa di kurdî de bi navê kerê çêr/dijûn jî tên kirin.