Kasandra (yewnanî: Κασσάνδρα,Kassandra) dimîtolojiya yewnanî dedotmîraTroyayê ye. KeçaPrîamos û yênHekabêyê. Hemû çavkaniyên derheqê wê qebul diken ku ewkahînek bû. Çaxê genciniya xwe de ji aliyê xaleta xweXatûna Amazonan de hate perwerde kirin.
DilêApolonî kete wê. Lê belê ew ji Apolonî razî nebû. Apolon ji wê re hêzên pêşbiniyên rastî bida Kasandra jî beranberî wê hêzê daxwazên Apolonî çêkira. Apolon gotina xwe kir hêzên pêşbiniyên rastî da Kasandrayê. Lê Kasandra soza xwe cîh ne anî. Apolon ji vêyeke pir aciz bû wê lenet kir. Peşbiniyên Kasandrayê dîsa rast bûn lê êdî ti kesê ji wê bawer ne dikir.[1]Derheqê leneta wê nivîskarê latînîHyginus di berhema xweFabulae de dibêje:
Kasandra, keça key û keybanûya, li perestgeha Apolon, ji pratîkê westiya, tê gotin ku di xew de çûye; Dema ku Apolon xwest wê hembêz bike, wê derfeta laşê xwe neda. Ji ber vê yekê, gava ku wê tiştên rast pêşbîniyan kir, kes jê bawer nekir.
Kasandra pêşbiniyekê ji boParîs ûHelenêyê dîtibû. Heger Helenê bihata Troyayê ti ew bibûya sedeme ketina Troyayê. Lê pêşbîniya wê ji aliyê her kesî hat paşguhkirin. Helen hate bajarê. Piştî hatina wê jîşerê Troyayê dest pê kir.
Kasandra ketina bajarê Troyayê jî dîtibû. Çaxê Troyayî Hespê dar li ber deriên bajêrên dîtibû; Kasandra xetir ji bajariyan kir. Bajariyan guh neda îkazên kahînê. Hespê anîn nava bajar. Bajar di pê leşkerên di nav hespên de derketî hatibû dagirkirin.
Piştê werankirina bajarê Kasandra xwe xef kiribû di nav perstgehaAtênê. Lê li wirAîasa biçûk wê dît, destdirêjiyan jê kir. Paşê êrîşa xwe ya qirêj qedand. Kasandrayê wek xulamekî daAgamemnonî.
Agamemnon xulamê xwe li xwe re bir. Kasandrayê li rêve pêşbînîyekî din dît. Pêşbîniyê da mirina Agamemnonê ji hêla jina wêKlîtemnêstrayê ve dît. Xetiriyan ji Agamemnonê jî kir. Agamemnon guh dayê lê piştê hatina mala xweMîken pêşbînîyê bîr kir. Klîtemnêstra, Agamemnonî ji destê dostê xweEgîstosê ve bi pinîtî da kuştin.
Piştê mirina Agamemnonî, Klîtemnestrayê Kasandra jî nehîşt sax, wê jî kuşt.[2]
|
|---|
| Navneteweyî | |
|---|
| Neteweyî | |
|---|
| Yên din | |
|---|