Navê Kanada dibe ku ji peyvakanata hatibe, ev peyv bi zimanêîrokêzên Saint-Lawrence tê wateya gund yan wargeh. Sala1535 gava xelkên vê herêmê riya diçe gundêStadacona pêşkêşî kaşîfkerê frensîJacques Cartier kir, wî navê Kanada ne li wî gundî tenê lêbelê herêma ku di bin destê serokê eşîra gundê Stadacona de bû jî lê kir. Ji sala1545an pê ve di pirtûk û nexşan de herêm bû Kanada. Jacques Cartier navêÇemê Saint-Lawrence kirRivière de Canada, ev nav heta destpêka sedsala 17an de dihat bikaranîn. Lêkolîner û baziganên kurka koçî başûr û rojava dikirin, wilo herêma bi navê Kanada mezintir dibû. Di destpêka sedsala 18an de navê hemûRojavaya Navîn ûLouisiana bû Kanada.
Bi rûberekî 9.984.670 km² Kanada piştîRûsya dûyemîn dûgela herî mezin di dinyayê de ye û hema digihîje mezinbûnaEwropayê. 41% jiAmerîkaya Bakur ji Kanada pêk tê. Bi sînorên li ser erdê hew li rojava û başûr digihîjeDYAyê wekî din derdora wê deryaye. Cîranekî dinGrînlenda ye kuTengava Kennedy ye bi firehbûna 30 kîlometre dikeve navbera wê û girava herî bakur li KanadayêEllesmere. Ji xeyrî wê giravênSaint-Pierre û Miquelon (ku beşek jiFransayê ne) dikevin başûrêFondlenda Nû.Ji bakurKap Colombia li ser girava Ellesmere heta başûrMiddle Island liGola Erie 4.634 kîlometre hene. Ji rojhilatCape Spear li ser Fondlenda Nû heta rojava sînorêDevera Yukon biAlaskayê ve 5.514 kîlometre hene. Tevahiya dirêjbûna sînorê di navbera Kanada bi DYAyê 8.890 kîlometre dike. Berava Kanadayê 243.042 kîlometre dike û dibe dûgela ku berava wê ya herî dirêj di dinyayê de ye.
Girava herî mezinGirava Buffinê ye ku dikeve bakur-rojhilatê vî welatî û bi rûbera xwe ya 507.451 km² dibe pêncemîn girava herî mezin di dinyayê de. 9.093.507 km² ji Kanada erd in û 891.163 km² av in.Li Kanadayê şeş navçeyên demjimêrî hene.