Kadiz anKehdiz an jîRiya Kadizê, galaksiyek e ku di nav de sîstema rojê cih digire. Ji hêla pênaseya ku ji dinyayê ve dixûyê galaksî wekî ronahiyek mijdar e ku li ezmanan ji stêrkên ku bi çavên mirovan nayên cûdakirin pêk tê. Ew tenê yek ji gelek galaksiyên ku di gerdûna çavdêrî de tê dîtin e. Di 23ê cotmeha sala 2015an, nexşeya galaksiya Kehdizê bi 46 milyar pikselan "855,000X54,000" ji aliyê stêrnasên alman, endamên Ruhr-Universität Bochum ve hatiye weşandin.
Navê kadizê ji mîtolojiya kurdan tê.[çavkanî hewce ye] Gorî çîrokê yek dihere diziyê kayê xwedê. Tûrî xwe tijî dike heldide xwe dihere lê tûrî xwe yî qul bûye. Wê lomê li şopa wî wek rîyeka gewr dimê. Li ser vê meseleyê bi vê galaksiyê re dibêjinkadiz. Navê wê yê tirkî jî dîsa wek mîna kurdî ye û ew dibêjinsamanyolu (riya kayê). Çima tirkan dibêjin ne bawere lê îhtîmale ku navê xwe ji eynî çîrokê tê.
Lê belê, li gorî Beghyanî Shadî Sharîn,[çavkanî hewce ye] bi kurdî "kadiz" ji peyva "kâ-/kah-" û "-diz/-dîz" tê. Lê peyva "diz/dîz" di rastiyê da mehneya "lod, qurch, nijîn" dide û ti têkîliya xwa bi ya "dizz" ra tun e. Di kurdiya kevin da wekî "kasu-daiza-" bû. Bêjeya "dîz" hîn di nav gelek peyvên din yên kurdî da mewcud e (wm.: parêz/parîz < *parî-daiza-, dîsk/dîzik, dîz < *daiza-, payîz < *pati-daiza-). Li gorî nivîskar, ti eleqeya mîtolojiya li jor gotî û bêjenasiya peyvê bi hev ra tun e.[çavkanî hewce ye]
^Kogut, A.; Lineweaver, C.; Smoot, G. F.; Bennett, C. L.; Banday, A.; Boggess, N. W.; Cheng, E. S.; de Amici, G.; Fixsen, D. J.; Hinshaw, G.; Jackson, P. D.; Janssen, M.; Keegstra, P.; Loewenstein, K.; Lubin, P.; Mather, J. C.; Tenorio, L.; Weiss, R.; Wilkinson, D. T.; Wright, E. L. (1993)."Dipole Anisotropy in the COBE Differential Microwave Radiometers First-Year Sky Maps".Astrophysical Journal.419: 1.doi:10.1086/173453. Roja gihiştinê10 gulan 2007.{{cite journal}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)