Kîev an jîKiyîv (biûkraynîКиїв,Kiyîv), paytext û bajarê herî qerebalix êÛkraynayê ye ku bajêr li navenda bakurêÛkraynayê ye û li ser peravêÇemê Dnîperê hatiye avakirin. Li gorî daneyên 1ê çileya sala 2022an nifûsa bajêr 2.952.301 kes e ku bajêr bûye heftemîn bajarê herî qerebalixê liEwropayê ye.[1] Kîev navendek girîng a pîşesazî, zanistî, perwerdeyî û çandiyê liEwropaya Rojhilat e. Li bajêr gelek pîşesaziyên teknolojiya bilind, saziyên xwendina bilind û nîşanên dîrokî ye hene. Li gelMetroya Kîevê bajêr xwediyê pergalek berfireh a veguhastina giştî ye.
Tê texmînkirin ku navê bajêr ji navê Kyi, yek ji çar damezrênerên bajêr ên efsanewî tê. Di dîrokê de, Kîev, yek ji kevintirîn bajarênEwropaya Rojhilat e ku di çend qonaxên berbiçav û nezelal de derbas bûye. Bajar dibe ku di sedsala 5an de wekî navendek bazirganî bûye. Bajêr Niştecîhek Slavî ya li ser rêya bazirganiya mezin a di navberaSkandînavya ûKonstantînopolîsê de bû. Kîev heta nîvê sedsala 9an de ku ji aliyê Varangiyan (Vîkîngan) ve bajêr hate desteser kirin, parek ji xezaran bû. Di bin desthilatdariya Varangian de, bajêr dibe paytextaKievan a Rus ku yekem dewleta Slaviya Rojhilat bû. Di sala 1240an de di dema êrişên Mongolan de bi tevahî hate hilweşandin, bajar piraniya bandora xwe ya sedsalên pêş de winda kir. PiştîLîtvanya,Polonya û bajêr dikeve bin desthilatdariyaRûsyayê. Bajêr di sedsala 16an de dibe navendek girîng a fêrbûna Ortodoks û piştre di sedsala 19an de jî bajêr bûye navenda pîşesazî, bazirganî û rêveberiyê.[2]
Bajêr di dawiya sedsala 19an de di dema Şoreşa Pîşesaziyê ya Împeratoriya Rûsyayê de carek din dîsa geş bû. Di sala 1918an de, dema ku Komara Gel a Ûkraynayê piştî Şoreşa Cotmehê li wir serxwebûna xwe ji Komara Rûsyayê ragihand, Kîev dibe paytexta komarê. Di dawiya şerên Ûkrayna-Sovyet û Polonî-Sovyetê de di 1921an de Kîev dibe bajarekî KSSya Ûkraynayê û di sala 1934an de dibe bajarê paytexta KSSya Ûkraynayê. Bajar di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de rastî wêraniyek xirab hatiye lê di salên piştî şer de zû geş dibe û dibe sêyem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Sovyetê.
Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê û serxwebûna Ûkraynayê di sala 1991an de, Bajêr wekê paytexta Ûkraynayê dimîne û hatina pêleke domdar a koçberên ûkrayniyên etnîkî yên ji herêmên din ên welêt rû da. Di dema veguherîna welat ber bi aboriya bazarê û demokrasiya hilbijartinê ve, geşbûna Kîev berdewam dike ku bajêr dibe bajarê herî mezin û dewlemend ê Ûkraynayê ye. Hilberîna bajêr ya pîşesazî ya girêdayî çekan piştî hilweşîna Sovyetê kêm bû ku bandorek neyînî li zanist û teknolojiyê kir. Lê beşên nû yên aboriyê yên wekî xizmetguzarî û darayî mezinbûna bajêr di mûçe û veberhênanê de hêsan kir û fonên berdewam ji bo pêşkevtina avahiyan û binesaziya bajarî peyda kir. Kîev wek herêma herî pro-rojava ya Ûkraynayê derket holê û partiyên ku alîgirê entegrasyona tûndtir bi Yekîtiya Ewropayê re dikin, di hilbijartinan de biserketin.
Li gorî efsaneyan, navê Kîev (Kyîv) ji navê Kius tê ku navê herî kevn ji sê birayan tê ku tê bawerkirin ku ev her sê bira damezrînerên bajêr in.
Di efsaneyan de ji Kîevê re Koenugarðr jî hatiye gotin. Navê Kænugarður ji bo Kîev ê ji zimanê îslendî hatiye. Versiyonek din heye ku eslê navê Kænugarður bi peyva îslendî ya kevn ve, bi peyva "kæna" ve girêdayî ye ku tê wateya "keştiyê". Ev rê dide ku navê Kîevê wekî "bajarê keştiyan" were şîrove kirin ku di sedsalên X-XII de bi rastiyê re têkildar bû dema ku rêyek avê ya mezin ji dema vîkîngan heya yewnaniyan di nav bajêr de derbas bûye.
Mirovên yekem ên naskirî yên li herêma Kîevê di serdema paleolîtîk a paşîn (Serdema Kevir) de li wir jiyan kirine.[3] Nifûsa li derdora Kîevê di Serdema Bronzê de beşek ji çanda ku jê re Çanda Trîpîliya tê gotin pêk tê, wekî ku ji hêla hunerên wê çandê ve li herêmê hatine dîtin.[3] Di destpêka Serdema Hesinê de hinek eşîrên li derdora Kîevê bi cih bûne ku bi îskîtan û dewletên kevnar ên bakurêDeryaya Reş re çandinî, ajaldarî û bazirganiyê kirine.[3] Vedîtinên diravên Roma yên sedsalên 2 û 4an, têkiliyên bazirganiyê yên bi parêzgehên rojhilatî yên Împeratoriya Romayê re destnîşan dikin.
Gelek vegotinên efsanewî yên di derbarê koka bajêr xe hene. Efsaneyek endamên eşîreke Slavî (Poloniyên Rojhilatî), birayên Kyi (Yê herî mezin ku bajêr nave xwe ji navê wî wergirtiye), Şhçek, Khorî û xwişka wan Lîbîd ku bajar ava kiriye, vedibêje. Efsaneyek din dibêje kuSaint Andrew di sedsala 1an de çûye herêmê ku li îro ya ku bajêr hatiye avakirin, wî xaçek çik daye û piştre li wir dêrek hatiye avakirin. JiSerdema Navîn ve wêneyekSaint Michael hem bajar û hem jî dukayê temsîl dikir.
Delîlên kêmê dîrokî têkildarî serdema ku bajar hatiye damezrandin hene. Li herêmê ji sedsala 6an ve niştecihên slavî yên belav hebûn lê ne diyar e ka ew piştre ji bo bajarî bûnê li hev kom bûne yan na. Li ser nexşeya cîhanê ya Ptolemeus, li ser nîvê çemê Boristhenî gelek niştecîh hene ku di nav wan de Azagaryum heye ku hinek dîroknas bawer dikin ku pêşiyê Kîevê ne.[6]
Li gorî Ferhenga Erdnîgariya Kevin a sala 1773an a Alexander Macbean, ew cih bi bajarê nûjen ê Çernobîlê re têkildar e. Li başûrê Azagarium, rûniştgehek dinê bi navê Amadoka heye. Amadoka ku tê bawer kirin ku paytexta gelê amadokî ye ku li herêmek di navbera qada Heriyên Amadoka li rojava û çiyayên Amadoka li rojhilat de jiyan kirine.[7]
Navekî din ê Kîevê ku di dîrokê de hatiye behs kirin ku koka navê bi tevahî ne diyare Sambat e. Xuya ye ku têkiliya vê navê bi Împeratoriya Xezeran ve heye. 'Primary Chronicle dibêje niştecîhên Kîevê ji Askold re gotine "sê bira Kyi, Shchek û Khoriv hebûn" li bajêr hebûne. Wan vê bajêrê ava kirin û mirin, niha jî em dimînin û bac didin xizmên wan xezeran”.[8]
JiPeymana Pereyaslavê ya sala 1654an û vir ve bajêr ji aliyê leşkerên rûsî ve hat dagir kirin ku Kiyîv ji sala 1667an de biAgirbesta Andrusovoyê dibe beşek ji Tsardoma Rûsyayê ku di wî demê de bajêr xwedî statuyeke otonom bû. Tu peymanên Polonya û Rûsyayê derbarê Kîevê de qet nehatine pejirandin. Di dema Împeratoriya Rûsyayê de, Kîev navendek bingehîn a Xiristiyanan bû ku ziyaretvanê xirîstiyantiyanan dikişand ku dergûşa gelek kesayetiyên dînî yên girîng ên împeratoriyê bû. Bi demê re heya sedsala 19an girîngiya bazirganî ya bajêr marjînal dimîne.
Di sala 1834an de, hikûmeta rûsî Zanîngeha Saint Vladimir ava kir ku niha bi navê helbestvanê Ukraynayî Taras Shevchenko (1814–1861) ku niha wekêZanîngeha Neteweyî ya Taras Şevçenko ya Kîevê tê zanîn. Şevçenko wek lêkolînerê qadî û edîtorê beşa erdnîgariyê kar kiriye. Fakulteya nojdarî yaZanîngeha Saint Vladimir ku di di salên 1919 û 1921an de di serdema Sovyetê de wekî saziyek serbixwe hate veqetandin, di sala 1995an de bûyeZanîngeha Bijîşkî ya Neteweyî ya Bogomoletsê.
Di sedsalên 18an û 19an de, Artêşa Rûsî ya împratorî û rayedarên dînî li jiyana bajêr serdest bûn; Dêra Ortodoks a Rûsyayê beşdarî beşeke girîng a xebatên binesazî û çalakiya bazirganî ya Kîevê bûn. Di dawiya salên 1840an de dîrokzan, Mîkola Kostomarov (bi rûsî: Nikolai Kostomarov) civakek siyasî ya veşartî, ezîz Saint Cyril û Methodius damezrand ku endamên wê fikra federasyona gelên slavî yên azad bi ûkrayniyan re wekî komeke cihê, ne wekî beşeke bindest a neteweya rûs, derdixin pêş difikirîn. Desthilatdarên rûsî bi awayekî bilez û bez vê civak tepisandin.
Piştî windabûna gav bi gavê otonomiya Ûkraynayê, di sedsala 19an de Kîev bi rêya koçberiya rûsan, rastî kiryarên îdarî û nûjenkirina civakî ya rûsbûnek mezin hatiye. Di destpêka sedsala 20an de, beşek nifûsa rûsaxiv li navenda bajêr serdest dibin. Di heman demê de jî çînên jêrîn ên ku li der û dorê bajêr dijîn çanda gelêrî ya Ûkraynayê bi rêjeyek girîng parastin. Dilxwazên di nav arîstokratên etnîkî yên ûkraynî, leşkeran û bazirganan de hewil dan ku çanda xwemaliyên li Kîevê bi çapkirina pirtûkên nepenî, şanoyên amator, lêkolînên gelêrî û hwd biparêzin.
Di dema şoreşa pîşesazî ya Rûsyayê ya di dawiya sedsala 19an de, Kîev dibe navendek girîng a bazirganî û veguhestinê ya Împeratoriya Rûsyayê ku bajêr di warê hinardekirina şekir û genimê bi bazirganiya rêya trênê û rêya li ser avaÇemê Dnîperê dibe navendek serkevtî. Bajêr bi nifûsa xweyê 250 hezar kesan di sala 1900an de dibe navendek pîşesaziyê ya girîng. Nîşaneyên wê serdemê binesaziya rêhesin, bingeha gelek saziyên perwerdehî, çandî û abîdeyên mîmarî yên berbiçav hene. Di sala 1892an de yekem xeta tramvaya elektrîkê yaÎmperatoriya Rûsî li Kîevê (li cîhanê sêyem) dest pê kir. Dema ku bajêr dibe sêyemîn bajarê herî girîng ê împeratoriyê û navenda sereke ya bazirganiyê li başûrê rojavayê Împeratoriya Rûsyayê Kîev di dawiya Şoreşa Pîşesaziyê ya sedsala 19an de dibe bajarek pêketî.
Ala neteweyî ya Ûkraynayê yekem car di 24ê tîrmeh sala 1990an de li derveyî avahiya Şaredariya Kîevê hatiye bilind kirin.
Di serdema aloziya piştî Şoreşa Rûsyayê ya 1917an, Kîev dibe paytexta çend dewletên ûkrayniyên li pey hev û di nav çend şer û pevçûnan de dimîne. Bajêr di demaŞerê Cîhanê yê Yekem de dema ku leşkerên alman ji 2ê adara sala 1918an heya mijdara sala 1918an bajêr dagir dikin, di demaŞerê Navxweyî yê Rûsyayê ya salên 1917 û 1922 û di demaŞerê Polonî-Sovyetê ya sala 1919 û 1921ê de hatiye dagir kirin. Di sê mehên paşîn ên sala 1919an de, Kîev bi demkî ji aliyêArtêşa Spî ve hatiye kontrol kirin. Bajêr ji dawiya sala 1918an heta tebaxa sala 1920an şanzdeh caran hatiye dest guhertin.[9]
Ji sala 1921an heta 1991an, bajêr beşek jiKomara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê bû ku di sala 1922an de bûye komara damezrîner a Yekîtiya Sovyetê. Bûyerên sereke yên ku li Ûkraynaya Sovyetê di serdema navbera şer de qewimîn hemî bandor li Kîevê kirine: di salên 1920î de ûkraynazekirin û her weha koçbûna nifûsa gundewarî ya ûkraynofon ê bajarêRûsofonê ku bi ûkraynayî diaxive û pêşkevtina jiyana çandî ya ûkraynayî li bajêr xurt kir; pîşesazîbûna sovyetê ku di dawiya salên 1920an de dest pê kir ku bajarê Rûsofonê navendek berê ya bazirganî û dînî bû veguherand navendek mezin a pîşesazî, teknolojî û zanistiyê. Di sala 1932 û 1933an de birçîbûna mezin beşek ji nifûsa koçber ku ji bo qertên alîkariyê nehatibûn qeyd kirin ketin rewşeke xedar û Paqijkirina Mezin a Joseph Stalin a salên 1937 û 1938an rewşenbîrên bajêr ji holê rakir.[10]
Di sala 1934an de Kîev dibe paytexta Ûkraynaya Sovyetê. Bajar di salên pîşesazkirina sovyetê de dîsa geş bû ji ber ku nifûsa wê bi lez mezin bû, gelek pîşesaziyê mezin hatin damezrandin ku hinek ji wan di roja îro de jî hene.
Di Şerê Cîhanê yê Duyem de, bajêr dîsa rastî xisareke mezin hat ûAlmanyaya Nazî ji 19ê îlona sala 1941ê heta 6ê mijdara sala 1943an Kîevê dagir kir.Hêzên Eksinê di sala 1941ê de di Şerê Kîevê yê dorpêçkirî de zêdetirî 600.000 leşkerên sovyetê kuştin yan jî dîl girtin. Piraniya kesên ku hatin girtin qet sax venegeriyan. Demek kurt piştî ku Wehrmacht bajar dagir kir, tîmek efserên NKVDê ku veşartî mabûn piraniya avahiyên li ser Kolana Khreshchatykê dînamît kirin. Kolana sereke ya bajêr ku rayedarên leşkerî û sivîl ên alman piraniya avahiyan dagir kiribûn; avahî bi rojan şewitîn û 25 hezar kes bê war man.
Tê îdiakirin ku ji bo bersivdana kiryarên NKVD, almanan hemû cihûyên herêmî yên ku ji destê wan hat girtin, nêzîkî 34.000 kesan kom kirin û ew di 29 û 30ê îlona 1941ê de liBabî Yar a Kîevê qetil kirin.[11] Di mehên paşîn de bi hezaran kesên din birinBabî Yarê û li wir hatin gulebarankirin. Tê texmînkirin ku almanan di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li Babî Yar zêdetirî 100.000 mirovên ji komên etnîkî yên cuda ku piraniya wan sivîl in qetil kirine.[12]
Kîev di salên piştî şer de ji hêla aborî ve baş dibe û careke din dîsa dibe sêyemîn bajarê herî girîng ê Yekîtiya Sovyetê.Qezaya felaketê ya Santrala Nukleerî ya Çernobîlê di sala 1986an de tenê 100 km li bakurê bajêr qewimî.
Di pêvajoya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê deParlamena Ûkraynayê di 24ê tebaxa sala 1991an de Danezana Serxwebûna Ûkraynayê li bajêr ragihand. Di salên 2004 û 2005an de li bajêr mezintirîn xwenîşandanên giştî yên piştî Sovyetê heta wî rojê nehatiye lidarxistin ji bo piştgirîkirinaŞoreşa Pirteqalî pêk hatiye. Ji mijdara sala 2013an heya sibata sala 2014an, navenda Kîev dibe cîhê bingehîn ê tevgeraEwromeydanê.
Di dema destpêkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ya di sibata 2022an de, hêzên rûsî hewl dan ku Kîev bi dest bixin lê ji hêla hêzên Ûkraynayê ve ku li derûdora bajêr cih girtibûn hatin paşve xistin. Piştî vekişîna Rûsyayê ji herêmê di nîsana sala 2022an de, Kîev gelek caran rastî êrîşên mûşekiyên hêzên rusî hatiye.
Kîev li perava Çemê Dnîperê ku ji başûr ber bi Deryaya Reş ve diherike hatiye avakirin. Bajêr ji hêla erdnîgarî ve girêdayî qada ekolojîk a Polesia ye ku xwedî herêmek daristana tevlihev a li Ewropaya Rojhilat e.
Li bajêr avhewayek parzemînî ya şil heye. Mehên herî germên li bajêr mehaşên Hezîran, Tîrmeh û Gelawêj in ku germahiya navîn di navbera 13,8 û 24,8 °C de ye. Mehên herî sar Kanûn, Rêbendan û Sibat in ku bi germahiya navînî -4,6 heta -1,1 °C (santîgrat) ê dadikeve. Sarbûna herî sar a ku heta niha li bajêr hatiye tomar kirin -32,2 °C e ku di 7 û 9ê sibata sala 1929an li bajêr hatiye tomarkirin. Berf bi gelemperî ji nîvê meha Mijdarê despêdike heya dawiya Adarê dibare.
^"КИЇВ".web.archive.org. 26 sibat 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 sibat 2022. Roja gihiştinê 8 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)