Movatterモバイル変換


[0]ホーム

URL:


Here naverokê
WîkîpediyaEnsîklopediya azad
Lêgerîn

Iraq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية العراقية

كۆماری عێراق

Komara Iraqê
Alaya IraqêNîşana Iraqê
(Ala)(Nîşan)
Gotina netewî: Allahu Akbar
Sirûda netewî:Mawtini[1]
Zimanên fermîErebî,kurdî[2]


PaytextBexda[3]
33°20′Bk44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh /33.333; 44.433
Bajarê mezinBexda
Sîstema siyasîKomar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Ebdûletîf Reşîd
Mustafa Al-Kadhimi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

438.317 km2
1,1
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

38.146.025 kes
71,5 kes/km2
Serxwebûn- 1 çiriya pêşîn1919, jiÎmperatoriya Osmanî.
- 3 çiriya pêşîn1932, jiBrîtanyayê.
DiravDînarê îraqî
DemUTC+3
Nîşana înternetê.iq
Koda telefonê964

Iraq an jîÎraq[4] (bisoranî:Êraq; bierebî: العراقal-‘Irāq) an jîKomara Iraqê (bierebî: الجمهورية العراقية,al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navêdewleteke federal aRojhilata Navîn e.Başûrê Kurdistanê ûHerêma Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.

Dîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Pêşdîrok

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn:Dîroka Mezopotamyayê
[icon]
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarîlê zêde bikî.(adar 2024)

Serdema navîn

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
[icon]
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarîlê zêde bikî.(adar 2024)

Desthilata Osmaniyan

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
[icon]
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarîlê zêde bikî.(adar 2024)

Serdema nûjen

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Piştî encamdanaŞerê Cîhanî yê Yekem, di navberaÎmperatoriya Osmanî û dewletên Ewropî dePeymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiyaFransa ûBrîtanyayê qebûl bike.Emîr Faysal 23ê tebaxa 1920an de wek keyê Iraqê hate hilbijartin. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq ûFilistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de bin. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya brîtanî de bû û baregehên brîtanî ji aliyê mesihiyênsûryanî ve dihatin parastin.[5] Her wiha brîtanî xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiyaJon tirkan de bûn. Dîroknasê kurdNejat Abdulla dibêje;

Rêvebirina dewleta navendî ya Iraqê ingilîz, ji layê çandî ve Jon tirk û di pratîkê de jî jakoben bûn

Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922an heta 1933an keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.

Mandata Brîtanî ya Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Mandata Brîtanî ya Iraqê an jî Mandata Brîtanî ya Mezopotamyayê di 23ê tebaxa 1921ê hatiye avakirin. Ev mandat di 3ê çiriya pêşîn a 1932an de wekKeyaniya Iraqê hatiye guhartin. Mandat yekem dewlet e ku piştîosmaniyan li Iraqê ava bûye.

Di navberabrîtanî û Melîk Feysel de, di sala 1930î de peymanek hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê, dewleta Iraqê êdî azad dibe û dibe endamêCemiyeta Neteweyan.[çavkanî hewce ye]

Berîşerê cîhanî yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de micadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina almanan bo rojhilata navî di gulana 1941ê de Brîtanyayê cardîn Iraq dagir kir û hikûmeteke nêzî xwe ava kiriye.

Keyaniya Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Keyaniya Iraqê di 3ê çiriya pêşîn a 1932an li ser desthilata Mandata Brîtanî ya Iraqê hatiye îlankirin. Di sala 1937an dekudetayeke neserketî ji aliyê generalBekîr Sidqî ve hat lidarxistin. Di encamê de Bekîr Sidqî hat kuştin.

Di sala 1955an de hikûmeta Iraqê bi armanca alîkariya berxwedanê û aboriyê biTirkiyeyê rePakta Bexdayê destnîşan kir.Îran,Pakistan û Brîtanya jî tevlî vê hevpeymanê bûn.

Di 14ê tîrmeha 1958an de şoreş li Iraqê pêk hat. Di encamê deKomara Iraqê hate damezrandin.

Komara Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Komara Iraqê di 14a tîrmeha 1958an de bi rûxandinaKeyaniya Iraqê hatiye avakirin. Bi avabûnaKomara Be'sî ya Iraqê ya di 17ê tîrmeha 1968an de dawî lê hat.

Komara Beesî ya Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1968ê de bi rêberiya hindek pisporên leşkerîderbeya leşkerî pêkhat, di encamê grûpeke têkildarî partiyaBe's bû desthilat, û Komara Beesî ya Iraqê di 17ê tîrmeha 1968an de bi rûxandinaKomara Iraqê hatiye avakirin. Di nav vê grûpê de jîSedam Huseyn jêhatî bû û xwe dida pêş.

Serokê dewleta Iraqê, Sedam Huseyn ji tevlîheviyên piştîşoreşa îslamî li Îranê, fersend dît ku êrîşî Îranê bike. Dixwast ku parêzgehaXûzistanê ku gelheya wê bi giştî ereb in û hemî nefta Îranê ji wir derdikeve, bixe nav axa Iraqê. Di 22ê îlona 1980an de Iraqê êrişî Îranê kir. Vî şerî heşt salan berdewam kir û di 20ê tebaxa 1988an de bi agirbestekê bi dawî bû.

PiştîŞerê Iraqê bi avabûna Komara Iraqê ya di 9ê nîsana 2003an de dawî li Komara Beesî ya Iraqê hat.

Sedsala 21ê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Şerê Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê di 20ê adara 2003an de bi hincêta ku Iraq xwedî çekên komkuj bû li dijî Iraqê şerekî îlan kir. Giraniya şer li ser milê şervanên DYA ûBrîtanyayê bû, lê hejmareka kêm ji şervanên welatên mînaPolonya,Danîmarka,Spanya ûAwistralyayê jî arîkariya wan kir. Piştevan anko hevalbendên DYAyê di nava Iraqê de hêzênpêşmerge yên herdu partiyên siyasî yên serekî yênBaşûrê Kurdistanê ankoPartiya Demokrat a Kurdistanê ûYekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û hinek hêzên erebî bûn. Di encama wî şerî da desthilataSedam Huseyn li Iraqê bi dawî bû.

Ew şer bi awayekî fermî di roja 1ê gulana sala 2003an bi dawî bû, lê şerê desthilatdariya nû ya Iraqê û dijbêrên wê heta îro jî dewam dike. Lewma jî gelek welatên din hatin rêza hevalbendên Amerîkayê (mînaKorêya Başûr) û hindek jî ji rêza wan derçûn.

Di 8ê adara 2004an deDestûra bingehîn a Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004an jîNeteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.

20ê kanûna paşîn a 2005an li tevahiya Iraqê hilbijartin hatin kirin. Di encamê de hikûmeta nû hate hilbijartin.

Erdnîgarî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
[icon]
Ev beş hê vala ye.
Tu dikarîlê zêde bikî.(adar 2024)

Parêzgehên Iraqê

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Ziman

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

76% Iraqê bêZimanê erebî diaxifin, 20% bêZimanê kurdî diaxifin, an ji bêKurmancî,Soranî ûHewramî. 4% bêAzerî,Suryanî ûLurî diaxifin.

Dîn

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

95% - 98% ji niştecihên Iraqê misilman (64% - 69%şiî û 29% - 34%sunî) in. 1% jîmesihî û 1-4% yên din e.[6]

Mijarên têkildar

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]
  1. ^Sirûda neteweyî ya kurdanEy Reqîb e
  2. ^Zimanê fermî li Kurdistanêkurdî ye wekasûrî,turkmenî ûermenî
  3. ^Serbajarê Başûrê KurdistanêHewlêr e
  4. ^Rojnameya Evro, Dihok;rojnameya War, Dihok.
  5. ^İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
  6. ^"The World Factbook: RELIGIONS; Country Comparison to the World".cia.gov. Jiorîjînalê di 1 îlon 2018 de hat arşîvkirin.

Girêdanên derve

[biguhêre |çavkaniyê biguhêre]

LiWikimedia Commons medyayên di warêIraq de hene

Navneteweyî
Neteweyî
Cografî
Hunermend
Însan
Yên din
Ji "https://ku.wikipedia.org/w/index.php?title=Iraq&oldid=1930268" hatiye standin.
Kategorî:
Kategoriyên veşartî:

[8]ページ先頭

©2009-2025 Movatter.jp