Cotkarên ku ji ber birçîbûnê xwe li kolanekeXarkivê dirêj kirine, sal 1933. Wêneyek Alexander WienerbergerWelatên ku Holodomor wekjenosîd nas dikin: Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas dikin. Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê şermezar dikin. Welatên ku bi fermî Holodomor wek kirineke komkujiyê nas nakin.
Holodomor (biûkraynî: Голодомор,Holodomor ("kuştina bi birçîbûnê"),[1] birûsî Голодомор,Golodomor) ji bo birçîbûna mezin û kontrolkirî yaYekîtiya Sovyetê tê bikaranîn, ya ku di salên1930an de lihemwelatiyênKomara Sovyeta Sosyalîst a Ûkraynayê hate kirin. Di vê komara yekîtiyê de, li gorî texmînan sê û heft mîlyon kes bûne qurbaniya birçîbûnê. Jiserxwebûna xwe ya sala1991ê û pê deÛkrayna hewil dide ku Holodomor li qadanavneteweyî wekîkomkujî were naskirin, lê ev binavkirin heya îro jî bi qismî tê nîqaşkirin.
Holodomor ji sala1932an heta1933an birçîbûneke berfireh bû ku bi destê mirovan hate çêkirin û bi mîlyonanûkrayniyan bûne qurqbanên wê. Ev bûyer bandor li herêmên mezin ên hilberînagenim ên Yekîtiya Sovyetê kir.[2]
Zanyar bi giştî hemfikir in ku sedema birçîbûnê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, lê ka Holodomor dikare wek komkujî bê bi nav kirin an na, hê jî tê nîqaşkirin.[3][4] Hindîroknas digihin wê encamê ku birçîbûna berfireh ji aliyêYosîf Stalîn ve hatiye plankirin û gurrtirkirin da ku tevgera serxwebûna Ukraynayê ji holê rake.[5][6] Hinekên din pêşniyar dikin ku birçîbûn ji berpîşesazkirina bilez a Sovyetê ûkolektîvkirina çandiniyê pêk hat.[7][8][9]
Ûkrayna yek ji mezintirîn dewletên hilberîna genim a li Yekîtiya Sovyetê bû. Kotaya wê ya genimê bi awayekî bê maqûl ji herêmên din ên Sovyetê bilindtir bû.[10][11][12] Ev yek bû sedem ku Ûkrayna bi awayeke xurt bibe mexdûrê birçîbûnê. Texmînên destpêkê yên jimara miriyan ji aliyê alim û karbidestên hikûmetê ve gelek diguhere. Daxuyaniyek hevpar aNeteweyên Yekbûyî ku di sala2003an de ji hêla 25welatan ve hatî îmzekirin ragihand ku qasî 7-10 mîlyon kes mirine.[13][14] Lêbelê, zanyariya heyî rêjeyek bi 3.5 heta 5 mîlyon mexdûran texmîn dike.[15][16][17][18] Bandora birçîbûnê ya berbelav li ser Ûkraynayê heta îro berdewam dike.
Ji sala2006an û vir ve, Holodomor ji aliyê Ûkraynayê[19] li gel 22 welatan, wekî komkujiyek tê naskirin, ya ku ji aliyê rejîma Sovyetê ve li dijî gelê Ûkraynayê hatiye kirin.[20]