Hingiv (bi soranî:hengwîn),mêşhingiv hingivê ji nektarên kulîlkan dikewaran de çêdikin. Nektar derdana kulîlka ye. Têdahiya (mûhteva) nektaran bi piranî şekir e, nektar 80% ji av û 20% ji şekir pêk tê. Mêşhingiv bi zimanê xwe yên dirêj û luleyî nektar ji kulîlkan dimijin.
Mêşhingiv gava li ser kulîlkan e, nektar naxwin, digedeya hingiv de berhev dikin. Şekirê di nav nektarê,sukroz e. Ji ber ko ji du molekul şekirên biçûktir (monosakarît) çêbûye, ev şekir di grûbakarbohîdratan de wek dîsakarît tên navkirin. Şekirê çay jî sukroz e, ango nektar dişibe şekirê çay.
Di gedeya hingiv a mêşhingivên karker deenzîmek bi navê învertaz te çêkirin. Sukroza nav nektar bi vêenzîmê tê heriskirin û sukroz parçe dibe,glukoz ûfruktoz çêdibe. Gava mêşhingivên gede bi nektar tijî, tên kewarê, ew nektarê vedirêşin nav çavikên şaneyê. Ji ber ko di nav nektar de av zêde ye, mêşhingiv di hundirê keware de perên xwe ba didin, bi alîkariya ba û hênikayî ya hundirê kewarê, ava di nav nektar dûkel dibe. Dema ava nav nektar daket 20%, nektara ronkirî êdî tîr dibe. Bi alîkariya enzîmên mêşhingivê, nektara tîr êdî dibe hingiv. Mêşhingiv devê çavikê bi pelika şima digrin û derbasî çavikek din a vala dibin.
Şekirgirtina hingivê siruştî, tiştekî asayî e. Sedema şekirgirtin (belûrîbûn, krîstalîbûn) a hingiv, glukoz e. Rêjeya avê di nav hingiv de bi qasî 17% an e, lê rêje ya şekir 80% an e. Ango hingiv pir tîr e. Ji ber vê sedemê glukoz di nav hingiv de belûrî dibe. Belûrîbûn di germahiya neqeba 10-21 °C de dest pê dike. Dema belûrîbûn dest pê kir, glukoz ji avê vediqete û wek belûrên piçuk û gewr telp dibe. Hingivê belûrî (krîstalbûyî) di nav ava 45 °C de bi qasî çend deqeyan bimîne, wê cardin bibe hingivê dobe.