| Hewramî | ||
|---|---|---|
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Herêm | ||
| Axiverên zimanê zikmakî | 500.000 | |
| Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
| Awayên kevn | ||
| Kodên zimanî | ||
| ISO 639-3 | hac | |
Nexşeya zaravayên kurdî | ||
Hewramî yek ji zaravayê Kurdiya Goranî ye.[1] Kesên hewramî ji zarê xwe re dibêjin:oramî,maçû an jîmaço. Navê axiftvanên vî zimanîhewraman e.
Hewramî ji zaravayek goranî ye û ji sedsala 16. heta 21. an li Kurdistana Bakur û Rojhilat wek zimanek wêjeyî tê ber çavan. Li gor Muhemmed Emîn Hewramanî: Kurdiya Hewramanî zimanek berê ye (di sala koçî 132) û ne tenê dema Begê Erdelanê Baban, diçe demên berê û zimanê ol û wêjeyî ye. Hinek berhemên li ser Kurdiya Hewramanên nîşan didin û digihîjin demên 880 sal berê.
Herwiha, Hewramî zaraveyekî zimanêkurdî ye, li navendî Kurdistanê bi pirî ji êlen kurdên yarsan, ên ku ji zimanê xwe remaçû dibêjin, tê axavtin. Lê belê liBahdînan jî êlenŞebek, Bacilan ûSarlî hewramî diaxivin. Hewramî lêkçûnekî zaf ligelzazakî ûzaravêyen goranî heye.Pêtir ji % 30 yên wişeyên hewramî ligelzimanê avestayî yekin û bizazakî,lekî ûbacalanî ve, li gorî zimannasên kurdMalmîsanij ûM. Izady tipekî, bi navepehlevenkî di nav zimane kurdî de pêk tîne.
Zaravê hewramî demekî, li navendî Kurdistanê zimanê fermî bû, hetanî serê 1900 li herêma MîrenErdelanê zimanê fermî bû, paşê şûna xwe da soranî. Îro kese ku hewramî diaxivin qasî 300.000 - 500.000 merivan ketine.
| Hewramî | Soranî | Lekî | Kirmaşanî | Kurmancî | Zazakî | Kelhurî | Bacalanî |
|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Emin, Min | Min | Min | Min | Ez, Min | Ez | Mi | Min, Emin |
| To, Etû, Tû | To | Tû | Tu | Tu, te | Ti, To | Ti | Ti, To |
| Emin/Min mekerû | Min dekem | Min mekem | Min kem | Ez dikim | Ez kenan | Mi kem | Min mekere |
| Min milû | Min deçim | Min Meçim | Min çim | Ez diçim | Ez şonan | Mi çim | Min melû |
| Zor/fira | Zor | Fira | Fere, Ziyad | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | Fire | fire |
| Wat/vat | Got/Wit | Wat/vit | Wit | Got | Vat | Wet | Wet |
| îse | Êsta, êste | Îske/Îse | Îse, Îrenge | Niha, Vêsta, Nika | Nika | Îrênge | êste |
| ame- | Hat- | Het- | Hat- | Hat- | ame- | Hat- | ame- |
| Deng | Deng, Bang | Hena | Deng | Deng | Veng | Hena | Deng |
| Gore | Gewre | Kel´n | Gewre, Qeü | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Kel´n | Gewre |
| Va/Wa | Ba | Wa/va | Wa | Ba | Va | Wa | Va |
| Waran | Baran | Waran/varan | Waran | Baran | Varan | Waran | Baran |
| Xirab | Xirap | Gen/xiraw | Xeraw, Gen | Xirab/genî | Xirab | Gen | xirab |
Hata serê 1900î de, 38 pirtûk bi zimanê kurdî hatibun nivîsandin, ji wan 18 hev bi zaravayê hewramî bûn, 10 hev bi soranî û 10 hev jî kurmancî. Lê belê ji wî virda hewramî rolla xwe ya zimanê edebî wenda kir û kem pirtûk bi zaravêye hewramî hatin nivîsandin.
| Ev gotara kurtşitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê libiguhêre bike.(Çawa?) |