Ji hespênmê remehîn tê gotin. Yên ciwan jîcanî an canîk in. Ji yên berî siwarbûnê re li hin deveranhesptor tê gotin.Cureyekî hespên yê pir mezin heye pê ra dibêjinqedene. Bi hespên çê ra dibêjinkihêl.
Hesp pir zexm û hêzdar e. Ew girseya xwe ku çi qas bi kar e jî li hêlekê mixeter ye jî. Ajalên mina ker û hespan zîtan davên, yanê simên xwe yên paş li merivan dixin. Ku hepsek zîtekê rasta berjorî zikî merivan bîne dikan merivan bikuje.Hespên çê birehwanî direvin. Reva rehwanî ew reva ku her du nigên pêşiyê bi hev ra davên e. Mehnê ku hespan hubiki rehwaniyêsindifê davên nigên pêşiyê. Reveka din ya hespan heye ku pê ra dibêjinliq. Liq revê hêdî ya ku hesp nigên bi hev ra navên e.
Hesp di çandeyê kurdan da ciyekî giring digire. Ji bo şuxul û karan bi kar anîn li hêlekê dema berê bûk li hespan dikirin. Wextê ku bûk diwirin jî xortan hesp xar dikirin.